Başûr Serbixwe, Efrîn jî Azad bû!..
Ez ji rêwîtîyê hez dikim.
Bi taybetî jî, ji rêwîtîya bi trênê û di tarîya şevê da…
Rêwîtîya min a îro jî, di saet 8ê êvarê da ji bajarê Bîelefeldê dest pê kir.
Dema ku ez li trênê sîwar bûm, erd reş, ezman jî tarî bû…
Ez li cîhê xwe rûniştim û trên bi rê ket.
Weke hercarê, li alî pencerê vegerîyam û li erdê reş û li ezmanê tarî mêze kir.
Gotina dapîra min hate bîra min û di nav ezmanê tarî da li hîvê gerîyam.
Di salên zarokatîya min da kîngê ji me yek derketa rêwîtîyê, dapîra min wî temî dikir û digot; „Ger ku rîya te dirêj be û tarî bikeve erdê, berê xwe bide ezmana û li hîvê mêze bike. Hîv li kîjan alî va biçe, tu jî li wî alî va here. Bi pêdaçûna hîvê ra şev diqede û hêdî hêdî roj derdikeve. Erd û ezman ronî, rîya te jî zelal dibê…“
Herçiqas di trêna da bim jî, min bêhemdî serê xwe bilind kir û di şevereşê da li hîvê gerîyam. Di pencera trênê da ne ezman xuya dikir, ne jî çirûska hîvê…
Trên jî, weke marê ku di nav gîhayê kax da çiv lêdixe û xiş dibe, li ser hesinên rê ra dişimitî, tarîya şevê diqelaşt û ji bakûr ber bi başûr diçû…
Di trêna da jin û mêr, qîz û xort, her yek ji welatek cûda û ji bajarek cûda…
Di destê hemûyan da tablet ya jî telefon…
Li kêleka hev û li rexta hev rûniştî, lê ji hev ra bîyanî û ji hev dûr.
Hinekan headsetên (kabloyên) telefonên xwe bi guhê xwe va zeliqandibûn û li muzîkê guhdarî dikirin, hinekan jî li ser înternetê li fîlm û rêzefîlmên netflixê temaşe dikirin.
Her yek di dinya xwe da dijîya û di dilê xwe da dikenîya…
Demeke dirêj di cîhê xwe da rûniştim û di nav penceraya trênê da dûr û dirêj li tarîya şevê temaşe kir. Dûra min jî headseta xwe derxist, seriyekî wê bi telefonê va kir, her du serîyên din jî bi quhê xwe va zeliqand.
Ketim qanala youtubê û Mîrê Qelenyê vekir.
Ji kurahîya şevê da dengê bilûra Egîdê Cimo bilind bû. Bi Mîrê Qelenyê va ketim nav xewn û xeyalan….
Trên carcaran di ber gund û bajarên piçûk ra derbas dibû. Lambeyên di nav kûçe û kolanên gund û bajarand da dişewitîn, weke stêrkên li ezmanên çîksayî, xuya dikirin û wenda dibûn.
Bi çirûskên ronahîyê ra xewn û xeyalên min sivik, bi tarîya şevê ra kûr û giran dibûn…
Ji dûr va Karapêtê Xaço serê xwe ji gorê bilind dikir, destê xwe diavêt ber guhê xwe û strana Lawikê Metînî distira…
Stran diqedîya…
Li ber çavên min keçikeke nazdar û nazelîn li ser ekranê Kurdistan tv xuya dikir, keçikek bi dilken û rûken…
„Gelî temaşevanên xoşewîst digot û axaftina xwe didomand…
Îro roja 25ê Îlonê ye.
Salvegera duyemîn a Referandûma Serxwebûnê ye.
Di ser Referandûma Serxebûna Kurdistanê ra du sal derbas bûn.
Di nav van du salan da gelek bûyerên balkêş qewimîn.
Li herêma Kurdistanê û li seranserê Iraqê hilbijartin çêbûn, serok û rêvebirên dewletê guherîn.
Berhem Salihê Kurd bû Serokkomar, Abdulmehdî yê dostê Kurdan jî bû serokwezîrê Iraqê.
Neçîrvan Barzanî bû Seokê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî bu serokwezir.
Herdu hêzên pêşmerge yên girêdayî PDK û YNKê bûn yek û ji wan artêşeke milî hate ava kirin
Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera duyêmin a referandûmê da, bi serok û rêvebirên hemû hêz û partîyên Kurd ra, li parlamena Kurdistanê civîya û dûra serxwebûna Başûr îlan kir.
Bi îlankirina serxebûnê ra, Kela Hewlêrê bi Ala Rêngîn hate xemilandin.
Bi mîlyonan Kurd berê xwe dane Hewlêrê û di destên wan da Ala Rengîn, sirûda Ey Reqîp dixwînin, alên di destê xwe da li ba dikin û ber bi Parka Samî Ebdulrehman dimeşin…“
Trên tarîya şevê diqelaşt û diçû, ez jî ber bi Parka Samî Ebdulrehman dibezîyam.
Li ser ekrana televîzyonê keçika rûken wenda dibû, xortekî çeleng û bedew şûna wê digirt. Bi kelecan dest bi axaftina xwe dikir û digot; „Geli temaşevanên xoşewîst, iro ji destpêka sibê va Hêzên Parastina Gel ji Rojhilatê Firatê berê xwe dan Rojavayê Firatê û li dijberî çeteyên girêdayî dewleta Tirk û leşkerên wî şerekî bêhempa kirin. Di encama şer da Efrîn azad bû û careke din kete destê Kurdan. Hemû ajansên dinyayê îro şerê ku li Efrînê qewimî, wek nûçeya yekemîn didin û televîzyon jî bi zindî diweşînin. Hemû dinya îro dengê Kurdan dibihîze û li mêranî û şervanîya wan temaşe dike…
Di CNNê da pisporên Rojhilata Navîn diaxifin û dibêjin; ‘Bi azadbûna Efrînê va dewleta Kurd ya dûyemîn jî di rê da ye’…“
Ekranê televizyonê diguherî.
Ji Amedê û Mahabadê, ji bajar û bajarokên Kurdistanê dîmenên şahîyê derdiketin pêş…
Li seranserê Kurdistanê serxwebûna Başûr û azadbûna Efrînê dihat pîroz kirin. Şahîya pîrozbahîyê li ku ba, ez jî li wir bûm. Ger li Hewlêr û Efrînê, ger li Amed û Mehabadê…
Di nav girseya gel da dimeşîyam, bi wan ra sirûda Ey Reqîb dixwend û diqêrîyam…
Bi dengekî bîyanî ra ji cîhê xwe veciniqîm…
Çavên xwe vekir û li derdora xwe mêze kir.
Trên sekinîbû, tîrêja rojê dabû rûyê min.
Ji bakûr derbasî başûr bibûm, lê ne Hewlêr, ne jî Serêkanîyê û Efrîn xuya dikir.
Ji trênê peya bûm û derketim derva.
Li ber derê Bahnhofa Ludwigsburgê texsîyên zer, li ber wan jî ajokarên Tirk û Ereb…
Te digot qey hemû ketine rêzê û jibo min xwe amade kirine…
Ji sere rêzê heta dawîyê çûm û li ajokarekî Kurd gerîyam…
Te digot qey erd qelişîye û hemû ajokarên Kurd jî di bin erdê ra çûne û Bahnhofa Ludwigsburgê ji alî ajokerên Tirk û Ereb va hatîye dagirkirin.
Xemgînîyek giran dil û hunavên min rapêça…
Xwîdaneke sar di ser laşên min ra derbas bû.
Bixwe hatim û berê xwe da Kornwestheimê.
Bi lez û bez ber bi mala xwe bi peyatî meşîyam û ji Tirk û Ereban dûr ketim…
25.09.2019