Berê xwe bide tavê, bila hemû sî li paş te bimînin…
Gotineke Afrîkayê ye.
Gotineke balkêş û watedar e.
Mirov dibêje qey ji bo rewşa Kurdan ya îroyîn hatîye gotin.
Jiber ku dîroka gelê Kurd, dîrokeke bi xwîn e.
Tê da şer û kuştin, nalîn û girîn, xewn û xeyalên têkçûyî cîh digre.
Di bin sîya neyaran da û di tarîyê da ma ye.
Gelê Kurd bi êş û keder, ji dîroka xwe ya veşartî hayîdar be jî, pirranîya gelên cîhanê hê jî çav girtîne.
Ne vedigerin li pelên dîrokê dinihêrin, ne jî komkujî û trajedîya ku di nav wan pelên qirêj da cîh digrin, dibînin.
Kurd bi salan, di bin sîya cînarên xwe û hevparên wan da jîyan.
Bi çar alîva hatin dorpeçkirin…
Hemû derîyên li dinê vedibûn, di ser wan da hatin girtin û di tarîyê da man.
Rîya xwe wunda kirin…
Ji hev qetîyan…
Ji zimanê xwe, ji axa û dîroka xwe dûrketin.
Di nav dinyayeke dorpeçkirî da, li şiverêyên nû gerîyan.
Astengên mezin derketin serê rê û dirban.
Carcaran li qîyameyên dijwar qelibîn, carcaran jî di nav newalên kûr da wunda bûn.
Têkçûn, şîn û girî kirin.
Mixabin disa jî ji bîr û bawerîyên xwe dûr neketin.
Ji bo despêkên nû, her carê birînên xwe derman kirin û ber xwe dan…
Bi ketin û rabûnê heta roja îro hatin.
Wek gotina Afrîkayîyan, roja 25ê Îlonê, berê xwe dan tavê û hemû sî li paş xwe hîştin.
Îro di rêyeke rast û vekirî da, bizanayî û bihêz dimeşîn.
Gav bi gav ber bi serxebûnê diçin û pêşeroja xwe, di ronahîyê da bi destê xwe dixemilînin…
Li alîki dost, li alîkî jî neyar cîhê xwe girtine û li meşa Kurdan ya dîrokî dinihêrin.
Dost bi çepikên xwe pêşwazî li gelê Kurd dikin.
Neyar li hev civîyane û ji kerba porê serê xwe dirûçikînin…
Neynikê destên xwe li hev dixin…
Li dek û dolaban digerin…
Pêşîyên me ji cîhê bîla bê sebep negotine, „Ba radizê, neyar ranazê!“
Roja 25ê Îlonê pêvejoya serxwebûnê bi coşeke mezin dest pê kir.
Mixabin pêvajo, rêyeke dirêj û xeternak e.
Hemû neyarên gelê Kurd li çep û rastê rê ketine kemînê û li firsendê digerin.
Ku ev yek jî barê hemû Kurdan bêtir giran dike.
Bi taybetî jî barê rêvebirîya Başûr û divê ew dost û neyarên xwe baş nas bikin û bi gotinên wan ên xemilandî ne xapin…
Ji ber ku dem dema kemasî û xeletîyê nîne…
Ji kêmasîyên piçûk û bêhêmdî jî astengên dijwar derdikevin pêş…
Ji bo vê jî Kurdno, hişyar bin û rabin ser pê…
Berê xwe bidin tavê, tava li ser ala rengîn, bi rengên kesk û sor û gewher xewn û xeyalên xwe yên dîrokî bixemilînin û bimeşin…
02.10.2017