“Bila şer ji me dûr be û gurr be!“
“Bila şer ji me dûr be û gurr be!“
Dema weşanê: Adar 3, 2020, 9:25 Dîtin: 442

Şer û pevçûn karek ji karên mirovahîyê nine.

Encama şer, bi taybetî jî şerê di navbera dewletan da diqewime, bi çi awayî diqede bila biqede, li paş xwe xwîn û xemgînîyê, xizanî û belengazîyê dihêle.

Di şer da gund û bajar xirab dibin.

Xanî û avahî hildiweşin.

Kal û pîr, jin û zarok di bin kawilên şer da can didin.

Bûkên destbixêlî bî, zarokên di pêçekê da jî sêwî dimînin.

Jiber vê yekê ye ku divê mirov şerê kesî neke, dijberî şer derkeve û helwesta xwe nîşan bide.

Lêbelê mirov herçiqas şer û pevçûne nexwaze jî, di bin hin şert û mercan da bihemdî ya jî bêhemdi hest û helwesta xwe duguhurîne.

Ji wan yek, dema ku li serê merîya biqewime, wê gavê mirov tu car nikare ji kozika şer xwe paşva bikişîne.

Yek jî, şer di navbera neyar û kujerên ku li xwîna serê merîya digerin da derketibe, bi berdewamîya şerê wan va jî mirov helwesta xwe ya li dijberî şer duguherîne.

Jiber ku ji neyarên xwe xilas nebe jî, ji şer û kuştina wan dûr dikeve û ji mirinê xilas dibe…

Weke Kurd û şerê Tirkîyê û Surîyê…

Dewleta Tirk ji destpêka Bihara Ereb a ku li Surîyê jî rû da, bi salan piştgirîya dijberên Esad kir û ew gijgijandin.

Esad bi dijberên xwe ra mijûl bû, dewleta Tirk jî di wê firsendê da ji Efrînê dest pê kir û heta Serêkanîyê şerê Kurdên Rojava kir.

Kurdan alîkarî ji Esad xwest, Esad rûyê xwe guhart.

Bi êrîşên Tirkîyê yên li ser Rojava, li Şam û Lazkîyê bêhna Esed fireh dibû, bi kuştina Kurdan va kêfa wî dihat cîh.

Îro jî Tirk û Ereb, Erdogan û Esed şerê hev, Kurd jî ji dûr va li şerê wan temaşe dikin.

Lê ez dibêjim, bila Kurd tenê ji dûr va temaşe nekin…

Neynikê destê xwe jî li hev bixin…

Çima neynik?

Kurdên ku di gundan da mezin bûne, wate ya vê gotinê dizanin.

Ji yên nizanin ra jî ez bibêjim.

Di demên borî da şer û pevçûna  navxweyî di nav civaka Kurd da kêm nedibû, hê jî nabe.

Carcaran li ser lîstika zarokan…

Carcaran jî li ser gavek erdê xalî pevçûnek piçûk derdiket.

Dûra di nav êl û eşîran da dibû şerekî mezin û bi salan dikudîya.

Dema ku di nav alîyekê da pevçûnek navxweyî derbiketa, jinên alîyê din ji dûr va li pevçûna neyarên xwe temaşe dikirin û digotin, „nenynikên destê xwe li hev bixînin, ku bila şer ji me dûr be û bêtir gurr be!“

Dewleta Tirk û Suriye jî herçiqas îro şerê hev bikin, herdu dewlet jî mîna Îran û Iraqê neyar û dagirkerên Kurdan in.

Ji çar parçêyên Kurdistanê kîngê li parçeyek pirsgirêka Kurd derbiketa pêş, herçar dewlet jî dibûn yek û di navbera xwe da dengê Kurdan dibirrîn û ew difetisandin.

Bi şerê Îran û Iraqê ya demdirêj va herdu alî ji hêz û quwet da ketin, Kurdê Başûr bi wê firsendê û bi alîkarîya dewletên mezin, şerê Saddam kirin û di encamê da ji xwe ra herêmek federal ava kirin.

Ger ku şerê Tirkîyê û Surîyê jî bibe şerekî demdirêj, bêgûman ew jî mîna Îran û Iraqê diwestin û ji hêz û quwet da dikevin.

Wê gavê ew firsenda ku sî sal berê ketibû destê Başûrî û Rojhilatîyan, wê zêdetir bikeve destê Bakûrî û Rojavayîyan.

Jibo vê yekê, ez jî dibêjim Kurdno neynikê destê xwe li hev bixin ku bila şerê dagirker û neyarên me, ji me dûr be û bêtir gurr be!..

03.03.2020

ikramoguz@navkurd.net