Cîgerxwîn gotibû „çûçik“, Tirkan xwe kiribûn „kûçik!“
Cîgerxwîn gotibû „çûçik“, Tirkan xwe kiribûn „kûçik!“
Dema weşanê: Rezber 24, 2018, 11:20 Dîtin: 655

Sal 1993.

Dîwana Seydayê Cîgerxwîn ya bi navê Sewra Azadî, di nav Weşanên Deng da hate weşandin.

Cîgerxwîn nivîskarê pirtûkê, ez jî xwedîyê weşanxaneyê bûm.

Dadgeha Parastina Dewletê (DGM), di derheqê pirtûkê da biryara tomarkirinê, di derheqê min û Cîgerxwîn da jî biryara girtinê dabû.

Polêsên dewletê li min û Cîgerxwîn digerîyan.

Cîgerxwîn bi şiîrên xwe, ez jî bi weşana wan dihatim tawanbarkirin.

Sûcê me, bi hewldana ji bo parçekirina dewleta Tirk bû.

Polêsên dewletê jî li min û Cîgerxwîn digerîyan.

Cîhê min û Sewra Azadî kifş bû.

Ez li Weşanxaneya Deng bûm, Sewra Azadî jî di nav kurdan da belav bibû.

Polês li herderê, li Seydayê Cîgerxwîn digerîyan…

Mixabin Cîgerxwîn tu li derekî nedihat dîtin…

Doza ku di derheqê me da hatibû vekirin, di demekî kin da li dadgeha DGMê ya li Îstenbolê dest pê kir.

Dadgerê dadgehê mirovekî şêst salî û bi eslê xwe jî weke Erdogan Gurcî bû.

Pirtûk, Sewra Azadî, bi biryara dadgehê ji alî kesekî bênav bi Tirkî hatibû wergerandin.

Bi zimanekî xirab û ji edebîyatê dûr.

Bi zimanekî şaş û xirab…

Gor wergera bi Tirkî, di derheqê min û Cîgerxwîn da îdianame ya tawanbarîyê amade kiribûn.

Wek îspata tawanbarîyê di îdianameyê da çend şiîr nîşan dabûn.

Ji wan şiîran yek „Hawar“ bû:

„Hawar hewar
Hawar hewar!
Van çûçikan
Genmê me xwar.“

Ev çar rêzên ji hawara Cîgerxwîn wiha wergerandibûn:

„Eyvah
Eyvah
Bu köpekler
Buggdayimiizi çaldilar.“

Di binî da jî weke tebînî hatibû nivîsandin ku peyva kûçik ji bo eskerên Tirk hatîye gotin …

Belê we şaş fam nekir.

Cîgerxwîn şiîra xwe da peyva „çûcik“ bi kar anîbû, Tirkan ew peyv kiribûn „kûçik“ û ji bo xwe minasib dîtibûn!

Şiîrên di îdianameyê da cîh dabûnê ji wan yek jî „Herne Peş“ bû.

Herne peş herne peş dewr û dem ya me ye
Welat çav li rê bendewarê me ye.“

Ev herdu rêz jî wiha hatibûn wergerandin:

„Her nekadar dewran onlarin olsa da
Ülkenin gözleri bizim elimizde.“

Li binê vê wergerê jî bi herfên mezin hatibû nivîsandin ku, ev şiîr sirûda PKKê ye…

Ez bi parêzerê xwe va derketibûm hizûra dadgêhê, polêsên dewleta Tirk jî hê li Cîgerxwîn digerîyan…

Dozger îdianameya xwe xwend û min û Cîgerxwîn bi hewldana ji bo parçekirina dewletê tawanbar kir.

Gotinên dozger qedîya, dadger dest pê kir. Qala Tirk û kûçîkan kir, dû ra bihêrs li min vegerîya û pirsî:

– Tu Cîgerxwîn nas dikî?

Min jî bersiva wî kin da û got:

– Belê ez nas dikim.

– Niha li ku ye?

– Li dinya wîya lî ye.

– Ez dinya wî napirsim, navnîşana mala wî dipirsim?

Bi vî pirsa dadger, ez bêhemdî di ber xwe da kenîyam.

Dadger bi kena min bêtir qahirî û got:

– Ev der dadgeh e, ne kehwexane ye. Carekî din nekene û birêz bersiva min bide.

Li ser van gotinên dadger min jî wiha bersiva wî da û got:

– Cîgerxwîn şairekî Kurd ê bi nav û deng e. Ew bi salan bû li Swedê dijîya û neh sal berê jî dinya xwe guhart û çû ber dilovanîya xwe. Mirina wî di rojnameyên Tirkan da jî cîh girt, mixabin hûn hê li wî digerin ku wî bigrin û bînin hizûra vê dadgehê.
Dadger:

– Madem ku tu dibêjî Cîgerxwîn mirî ye, te gotinên dozger guhdarî kir, ji bo xwe çi dibêjî?

– Berî her tiştî ez vê îdianameyê qebûl nakim.
Jiber ku ji serî heta binî şaş e û tê da tu rastîyek cîh nagre.

Şiîrên ku Cîgerxwîn nivîsandîye û di vê pirtûkê da cîh digrin, berê bi awayekî edebî wergerînin û dû ra min tawanbar bikin. Ez jî bizanibim ku we ji bo çi min tawanbarkirîye bibînim û gor wê jî xwe biparêzim…

– Şaşî di kuderê da ye?

– Şaşî ya yekemîn, şiîr ji alî kesên ku baş bi Kurdî nizanin va hatine wergerandin.
Weke mîsal: Cîgerxwîn gotîye, „van çûçikan geminê me xwar“, hûn dibêjin „van kûçikan (eskerê Tirk) genimê me dizî…“

Ya duyem, bingeha tawanbarîya dozger pûç e.

Weke mîsal: Dema ku Cîgerxwîn şiîra xwe ya Herne Pêş nivîsandibû, ne ku PKK, hê serokê PKKê jî ji dîya xwe nebibû….

Hê gotinên min neqedîyabûn, dadger axaftina min birrî û celse ya dadgehê sê meh şûnda avêt û dawî li celseyê anî.

Ji wê rojê şûnda jî ne li Cîgerxwîn gerîyan ne jî ez derketim hizûra dadgehê…

Kîngê qala Şaîrê Gelê Kurd Seydayê Cîgerxwîn were kirin, ez xwe di nav bîranînên xwe yên 25 sal berê qewimîbûn da dibînim…

Duh salvegere koça dawî ya Seyadaye Cîgerxwîn bû.

Di saxîya wî da ez ji hevnasîna wî ya bi rû bi rû bêpar mam, lê bi wî ra hatim dadgehkirin…

Ez careke din bi bîranîna xwe ya 25 sal berê qewimî bû, Seydayê Cegerîn birûmet bibîrtînim û dibêjim, tu wek seydayê zimanê kurdî, herdem di dilê kurdan da dijî…

24.10.2018

[email protected]