Çîroka Yekitîya Gelên Bindest!..
Çîroka Yekitîya Gelên Bindest!..
Dema weşanê: Gulan 16, 2018, 7:26 Dîtin: 620

Sîyasetvanekî Kurd îro twittek parvekirîye û dibêje:

„Gelê Dîyarbekirê ji bo Qudsê dimeşe. Selehadîn Demirtaş bangewazî kiribû. HDP, Huda-Par, Azadî û partîyên me yên din jî di vê mijarê da wekhev difikirin.“

Rast e, di derbarê pirsgirêka Filistîn da HDP û Huda-Par û Azadî wek hev difikirin.

HDP sedem biratîya gelan, Huda-Par û Azadî jî sedem biratîya oldaran piştgirîya Filistînîyan dikin.

Ew partîyên din kîjan in û ew ji bo çi piştgirîyê didin Filistînîyan wek navê wan partîyan nayê zanîn.

Lê ji nav û sedema piştgirîya wan zêdetir, hevparîya HDP û Huda-Parê bala min kişand.

Her du partî jî partîyên Kurd in.

Di tu xalî da nayên ba hev…

Bi pişadî rastî hev werin, rîya xwe diguherînin û ji hev dûr dikevin.

Lê ji bo pirsgirêka Filistînîyan di kevin milê hev û dimeşin.

Xwedê kirîye ku desthilatdar nînin, wê wan jî wek Erdogan sê roj şîn îlan bikira.

Rast e, di Rojhilata Navîn’da du gelên bindest hene.

Ew jî Kurd û Filistîn in…

Kurd li ser axa xwe sêwî û belengaz.

Kurdistan jî di nav çar dewletên dagirker da dabeşkirî…

Bê xwedî bê Xwedan…

Gelê Kurd heta roja îro li alîkî li dijberî çar dewletên dagirker tekoşîna xwe domand, li alîkî jî bi nirxên biratîyê piştevanîya gelên bindest kir û rûmeteke mezin da tekoşîna wan.

Ji wan gelên bnindest yek jî Gelê Filistîn bû.

Di salên 70’yî da bi sedan xortên Kurd bi navê biratîya gelên bindest, di nav refên hêzên Filistînî da cîh girtin û li dijberî dewleta Îsraîl şer kirin, ji bo Filistînîyan xwîna xwe rijandin.

Di meş û çalakîyan da piştevanîya tekoşîna Gelê Filîistîn kirin û ji ala Kurdistanê zêdetir ala Filistinîyan li ba kirin, ji bo daw û doza wan qêrîyan û dengê xwe bilind kirin.

Mixabin Gelê Filistîn ne bangewazîya Gelê Kurd a ji bo biratîya gelen bindest dikir, bihîst, ne jî şer û komkujîya li Gelê Kurd hate kirin, dît.

Ew di her demê da ketin bin baskên dagirkerên Kurd û bi wan ra tevgerîyan.

Di salên 90’î da di bin baskê Sadamê xwînxwar da cîh girtin û êrişî Kurdên Başûr kirin.

Li Surîyê bi Esed ra, li Bakûr bi dewleta Tirk ra bûn bira û zilm û zordarîya ku wan li Rojava û Bakûr dikir, dipejirandin.

Salek berê li dijberî Referandûm a Serxwebûna Başûr derketin, li Kerkûkê bi Hêza Heşdî Şabî ra êrişî Kurdan kirin.

Di şerê Efrînê da piştevanîya dewleta Tirk…

Her dem bi çavê dagirkeran, li daw û doza Kurdan nihêrîn û Kurdistaneke Serbixwe wek qiyameta Rojhilata Navîn bi nav kirin.

Îro jî ew ji alî dewleta Îsraîl va tên kuştin û birîndarkirin.

Li alîkî li belengazîya wan dinihêrim, li alîyên din Helepçe, Enfal, Kerkûk û Efrîn tên ber çavên min.

Gelê Dîyarbekirê ku sîyasetvanê Kurd dibêje îro ji bo Qudsê meşîya, ji bo Kerkûk û Efrînê ji mala xwe derneket.

Lê îro sosyalîst û îslamîstên Kurd ji bo Qudsê dimeşin…

Ji bo Filistînîyan jî biratîya xwe ya yekalî îlan dikin…

Ez bi xwe jî bi kuştin û bindestkirina Filistînîyan şa nabim, mixabin wijdana min jî dest nade ji bo wan şînê bikim û bigirîm.

Ji ber ku ew tu car nebûn bira û hevparê êş û jana me.

Bîlakîs bi piştevanîya dagirkeran bîrînên me kûr, êş û jana me jî zêde kirin.

Helwesta Filistînîyan a di derbarê pirsgirêka me da jî dide xuyakirinê ku daxwaza biratî û yekitîya yekalî ya ji bo gelên bindest jî, çîrokeke pûç derew e…

Divê Gelê Kurd dest ji çîrokên pûç û derew berde û guhê xwe bide çîroka xwe…

15.05.2018

[email protected]