Çîrokên bindestîyê û Jomo Kenyatta
Çîrokên bindestîyê û Jomo Kenyatta
Dema weşanê: Befranbar 31, 2020, 12:42 Dîtin: 476

Welatên bindest û gelên bindest çiqas ji hev dûr û têkilîyên wan bi hev ra tunebin jî, çîrokên wan wekhev in.

Lehengên çîrokan serdest û bindest in.

Naveroka hemû çîrokan ji zilm û zordarîyê, ji neheqî û pişaftinê pêk tê.

Qasî naveroka çîrokan, lehengên çîrokan jî dişibin hev.

Ger ku cudahîyek hebe, ew jî demdirêjîya bindestîyê ye.

Bindest û serdest çiqas ji hev dûr bin û şirikatîya wan kêm bin, dema bindestîyê ewqas kêm dibe.

Mixabin weke Kurd û Tirk û Ereb û Eceman çiqas nêzikî hev bin û di navbera wan da şirîkatî zêde be, dema bindestîyê jî ewqas dirêj ya jî mayînde dibe.

Kenya û Kürdistan…

Şirîkatîya wan tenê tîp a serî ya navê wan e.

Kenya welatek ji welatên Afrîkayê…

Kurdistan jî welatek ji welatên Asyayê ye.

Nifûsê Kenyayê nêzikî 50 Mîlyonî ye.

Kenya bi salan di bin desthilatîya Îngilîzan da ma.

Di sala 1963an da, di bin serokatîya Jomo Kenyatta da serxwebûna xwe îlan kir û ji bin desthilatîya Îngilîzan xilas bû.

Jomo Kenyatta jî berê serokwezîr, salek şûnda jî bû serokkomarê Kenyayê…

Ji derveyî Kenyayê navê Jomo Kenyatta ji serokwezîr û serokkomartîya wî bêtir bi gotineke wî yê dîrokî tê naskirin.

Ew gotin jî ev e:

“Dema ku Rojavayî hatin Afrîkayê di destê wan da Încîl, di destê me da jî erd û zêr û zîvên me hebûn. Me hînî duakirina bi çavên girtî kirin. Dema ku me çavên xwe vekir, di destê me da Încîl, di destê wan da jî erd û zêr û zîvên me hebûn…”

Ew mirovê ku ev gotina dîrokî kirîye, gelo kî ye, werin niha em li çîroka wî binêrin.

Jomo Kenyatta sîyasetvankî Kenyayî ye.

Di sala 1889an da ji dayîk dibê û çavê xwe li dine vedike.

Dê û bavê wî gor dab û nêrîtên xwe navekî, Kamau wa Ngengi, lê dikin,

Di zarokatîya xwe da dê û bavê xwe wenda dike û li ber destê apê û kalikê xwe mezin dibe.

Dû ra, ji alî mîsyonerên Îskoç va tê hîmayekirin û li bajarê Thogoto û li dibistana bi navê Church of Scotland Mission tê pêrwerdekirin.

Di sala 1914an da ji alî mîsyoneran va ol û navê wî tê guhartin.

Ola wî dibe Xristîyan, navê wî jî dibe John Peter.

Demekî şûnda ew bi xwe navê xwe wek Johnstone Kamau diguherîne û vedigere Naîrobîyê. Li wir li ba endezyar John Cookê ku ji Thogotoyê nas dike, wek marangoz dest bi kar dike.

Bi destpêkirina şerê cîhanê yê yekemin va, direve Narokê û li ba fîrmayeke Hindî dixebite. Piştî şer careke din vedigere Naîrobîyê.

Ji sala 1924an pê va di bin tesîra serokên Navenda Yekitîya Kikuyîyan (KCA) James Beauttah ve Joseph Kang’ethe da dimîne û dibe endamê KCAyê.

Di sala 1926an da jî dibe serokê KCAyê.

Di eynî salê da bi navê Muigwithania kovarek magazîn a hefteyî derdixe û diweşîne.

Bi motore li seranserê Kenyayê digere û navendên KCAyê dadimezirîne.

Di sala 1932an da diçe Londrayê û li wir ji bo mafê Kenyayîyan li dadgeha kolonîyê dozê vedike.

Ji Londonê diçe Moskovayê û li Zanîngeha Moskovayê dersên aborînasîyê digre.

Ji wir careke din dîsa vedigere Londonê û di navbera salên 1934-38an da li University College Londonê dixebite.

Li wir têza xwe ya ji bo lîsansa bilind bi nave Jomo Kenyatta Facing Mount Kenya amade dike û wek pîrtûk diweşîne.

Di Sibata 1945an da Kongreya Sendîkayên Karkerên Cihanê ku li Londrayê tê lidarxistin, bi rê va dibe.

Di Cotmeha wê sale da jî li bajarê Manchesterê Kongre ya Pan-Afrîkayê lidar dixe.

Salek şûnda, di Îlona 1946an da vedigere Kenyayê û dibe rêvebirê Kenya Teachers College.

Di 1ê Hazirana 1947an da jibo serokatîya Yekitîya Kenya Afrîkayê (KAU) tê hilbijartin.

Di sala 1953an da jî sedem kar û xebatên xwe yên sîyasî tê girtin û heta sala 1960î di girtîgehê da dimîne.

Di sala 1961î da ji bo serokatîya Yekitîya Netewîya Kenya Afrîka (KANU) tê hilbijartin.

Di Cotmeha 1961an da wek serokê KANU li Londrayê beşdarî Konferansa Lancesterê dibe.

Di wê konferansê da cara yekemîn Kenya wek weleteke Afrîkayî tê binavkirin û beşdarbûna Kenyayîyan ji bo Meclîsa Yasayî tê qebûl kirin.

Piştî encama vê konferansê gelek kesên Ewropî axên di destê xwe da difroşin û Kenyayê terk dikin.

Di encama hilbijartina Gulana 1963an partîya Kenyatta, KANU dibe partîya yekemîn, Kenyatta jî dibe yekemîn serokwezîrê Kenyayê.

Di dawîya sala 1963an da Kenya serxwebûna xwe îlan dike û ji Yekitîya Qiralîyetê diqete. Jomo Kenyatta jî dibe serokkomarê wê yê yekemîn.

Serokkomarîya wi heta roja mirina wî, 22ê Tebaxa 1978an, didome…

Jomo Kenyata bi tecrûbeyên xwe yên salan di derbarê têkilîyên serdestên Rojavayî û bindestîyên Afrîkayî da gotina xwe ya dîrokî anîbû ziman û loma bi wê gotinê jî tê nasîn…

Gelo Kurd jî difikirin, ku Tirk û Ereb û Ecem dema ku dest dan ser welatên me, çi dan destê me ku li rû vê dinê îro em tenê hê bindest in!

31.01.2020

ikramoguz@navkurd.net