Civaka di nav xwe da jihevdaketî!
Civaka di nav xwe da jihevdaketî!
Dema weşanê: Rêbendan 8, 2020, 3:25 Dîtin: 452

Kurdên li Almanya…

Civakeke bêteşe û bêpîvan.

Mirov gor kîjan teorîyê  binirxîne, ew di destê merîyan da dimîne.

Li seranserê Almanyayê qasî 1.500 000 Kurd dijîn.

Pirranîya wan Kurdên ji Bakûrê Kurdistanê ne.

Ji wan jî hinek di salên 60î da weke karkerên mevan, yên din jî ji destpêka salên 80yî şûnda wek penaber hatine û li Almanyayê bicîh bûne.

Loma hemû sîyasetvan in.

Endamê komelan û alîgirên hêz û partîyên Kurd in.

Ji alî olî va Şafiî, Elewî û Êzidî ne.

Ji alî ziman va Kurmanc û Zaza ne.

Ji alî sîyasetê va sosyalîst û demoqrat in.

Êzidî di nav mala xwe û bi heval û hogirên xwe ra zimanKurd…

Şafiî û Elewî, herçiqas îstisna hebe jî, di nav mala xwe û bi heval û hogirên xwe ra zimanTirk in…

Di nav komelekê da bi hev ra dixebitin.

Di naw xwe da daw û doza Kurdistaneke azad û serbixwe…

Li cem heval û cînarên xwe yên Tirk jî daw û doza biratîya gelan dikin…

Çalakîyên sîyasî (festival, meş û mitîng) li dar dixin, dikevin milê hev û bi hev ra dimeşin.

Şaîr negotiba, xêncî hinarîkên yarê, di her xalên jîyana di nav sînorê sîyasetê da hevpar in.

Dema ku ji sînorê sîyasetê derdikevin, wê gavê jî ji xwe ra çeperên olî û civakî ava dikin û weke kesên ji heft bavên xerîb, ji hev dûr disekinin.

Di komelên xwe da, li dora maseyek kom dibin, bi hev ra dixwin û vedixwin.

Tiştek biqewime û li malên hev bibin mêvan, çay û qehwê vebixwin jî, ji destkoja hev dûr disekinin û xwarina ku bi goşt hatîye çêkirin, tahm nakin.

Êzidî ji derveyî xwe bi tu kesî ra nazewicin.

Şafiî û Elewî bi dil û can qîzê xwe didin Tirkan û ji Tirkan qîz jî dixwezin.

Lê heta ku ji desten wan were, qîzên xwe nadin hev û bi hev ra nazewicin.

Her sê alî jî di navbera xwe da kirîvatîyê datînin û heta roja mirinê kirîvatîya xwe diddomînin, lê tu car bi hev ra nabin xinamî…

Çend mînakên jîyayî…

1.

Du bira…

Jê dê û bavek…

Zarokatî û xortanîya wan di nav gundekî da, bi berxivantî û şivantîyê derbas bibû.

Di destpêka salên 90î da dewletê dest bi şevitandin û valakirina gundan kiribû.

Kurd jin û zarên xwe digirtin û ji warê bav û kalên xwe koçber dibûn.

Herdu birayên Kurd jî dest dabûn hev û bi hev ra berê xwe dabûn welatên Ewropayê.

Gihîştibûn bajarekê Almanyayê û serlêdana mafê peneberîyê kiribûn.

Birayê mezin di nav çend mehan da mafê penaberîyê bi dest xistibû. Serlêdana yê piçûk jî hatibû redkirin.

Jibo ku yê pîçûk jî mafê penaberîyê bigre, parêzerê wî jê dixwaze ku kopîya pasaporta birayê xwe yê mezin bîne û ew jî li dadgehê wek emsal nîşan bide ku, ev herdu jê dê û bavek bûne. Jîyana wan li gundekê û bihev ra derbasbûye, ji wan yekî mafê penaberîyê girtibe, divê yê din jî bigre…

Birayê piçûk ji birayê xwe yê mezin kopîya pasaporta wî dixwaze, mixabin birayê mezin kopîya pasaporta xwe bi birayê xwe ra parve nake.

Rojek bi pişadî em rastî hev hatin û min gilî û gazinê xwe ji birayê mezin kir ku, ew çima kopîya pasaporta xwe nade birayê xwe…

Bersiva wi ji min ra wiha bû: „Birayê min mirovekî hinek serhişk e… Jibo ku bila aqilê xwe bîne serê xwe, loma ez daxwaza wî ji dest da naynim cîh û hinekî dirêj dikim…“

***

2.

Du xortên Kurd.

Yek Kurdekî Elewî…

Yê din jî Kurdekî Êzidî.

Her du xortên Kurd jî ji welatê xwe koçber dibin.

Ji zilm û zordarîya dewletê direvin, xwe davêjin nav sînorê Almanyayê.

Li bajarek Almanyayê bi cîh dibin û di komelekek Kurd da hevdu dinasin.

Xortê Êzidî bi dê û xwîşka xwe ra dijî.

Xortê Elewî jî bi tena serê xwe.

Rojek ji rojan xortê Elewî rastî keçikeke Kurd tê û pê ra dibe heval.

Piştî demekê, herdu biryar didin ku bi hev ra bizewicin.

Keça Kurd navnîşana mala xwe dide xortê Kurd û dibêje; „Ger ku dilê te jî hebe, were min ji dê û birayê min bixwaze…“

Xort bi tena serê xwe ye.

Nê de û bav, ne jî eqrebayek wî li ba wî ye.

Loma rojek diçe baqek gulên rengîn û pakêtek şêrînayî dikirre û berê xwe dide mala dilketîya xwe.

Ter e ber derî û li derî dixe.

Derî vedibe, xort dibîne ku ew kesê ku derî jê ra vekirîye, hevalê wî yê ji komelê ye.

Her du heval bi hevdîtinê ra matmayî dimînin û bê wate li hev dinihêrin.

Dûra bixwe tên û derbasî alî malê dibin.

Xortê Elewî ji hevalê xwe lêborînê dixwaze û dibêje; „Min nizanîbû (X) xwîşka te ye. Xwezila min ji berê da bizanibûya. Tu jî dizanî tu kesek min li vir nîne. Sedem vê yekê ez wek zava û xwezgînî bi tena serê xwe hatim. Me biryar da, ger ku riza we jî hebe em dixwazin bi hev ra bizewicin…“

Birayê keçikê di ber xwe da dikene û dibêje; „Ez çi bibêjim. Em Êzidî, tu jî Elewî yî. Tu jî dizanî ku keçikeka Êzidî nikare bi xortekî ne Êzdî ra bizewice. Ger ku bizewice, ji alî malbata wê va tê cezakirin û ku ceza jî kuştin e. Ez ji para xwe fereqet dikim û li dijberî zewaca we dernakevim. Lê kesek ji me sibê rabe û li kuştina we bigere, ew jî tiştekî din e…“

Piştî axaftina birayê keçikê, Xortê Elewî hêdîka ji cîhê xwe radibe, xatir ji malbatê dixwaze û kor û poşman şûnda vedigere…

***

3.

Kurdekî Elewî û Sosyalist(!)

Di dema xortanîya xwe da ji welatê xwe direve û diçe li Almanyayê dijî.

Li wir dizewice, zar û zêçên wî dibin.

Ew jî weke her Kurdek endamê komeleyaka Kurd e.

Di komelê da bi sedan keç û xortên Kurd…

Keç û xortên ku her yek ji dê û bav ên Şafiî, Elewî û Êzidî bûne û xwe wek Kurd dihesibînin û binav dikin…

Weke dê û bavên xwe, di bin sîya komelê da sîyaseta jibo Kurdistaneke azad û serbixwe dikin.

Di nav çalakîyên sîyasî, çandî û hunerî da cîh digrin.

Bi hev ra hevaltîyê dikin û ji hev hez dikin.

Ji wan keç û xortên ku ji hev hez dikin û dibin dilketîyên hev, yek xort bavşafiî, keç jî bavelewî ye.

Rojek ji rojan biryara xwe didin ku bi hev ra bizewicin.

Dûra dilê xwe ji dê û bavê xwe ra vedikin û biryara ku jibo zewaca xwe girtine bi wan ra parve dikin, erênîya wan dixwazin.

Kurdê Elewî yê sosyalîst û endamê komela Kurd, li dijberî daxwaza qîza xwe derdikeve û dibêje; „Keça min, em Elewî, xortê ku tu dixwazî pê ra bizewicî jî Şafiî ye…

Te gotina xwe got, lê min nebihîst. Careke din jî naxwazim tiştekî wisa bibihîzim…“

Keçik, „Bavo ew kesê ku tu bi Şafiîtîyê tawanbar dikî, ew û bavê wî hevalê me yên komelê ne. Em bi wan ra li pey daw û doza Kurdistaneke serbixwe û demokrat ketine. Bi hev ra kar û xebata sîyasî ya jibo avakirina dewletek dikin. Çima nikaribin bi hev ra malekî ava bikin…“

Bav, „Keça min ew sîyaset e, ya ku tu dixwazî jîyan bixwe ye. Herduyan tevlihev neke…”

***

4.

Çîrokeke din…

Welat dîsa Almanya, bajar jî bajareke din.

Kurdekî Şafiî û Demoqrat (!)

Rêvebirê komeleka Kurd.

Weke her komelên Kurd, endamê wê komelê jî, bi sedan ji keç û xortên Kurd pêk tê…

Hemû di komelê da bi hev ra kar û xebatên sîyasî dikin.

Jibo daw û doza gelê xwe dixebitin.

Ji endamên komelê xortekî Elewî û keça rêvebirê komelê, rêvebirê Kurd ê Safiî û demoqrat ji hev hez dikin û dixwazin bi hev ra bizewicin.

Ew jî daxwaz û biryara xwe ya ji bo zewacê bi dê û bavê xwe ra parve dikin.

Mixabin bavê keçikê ku rêvebirê komelê ye, li dijberî daxwaza qîza xwe derdikeve û dibêje; „Keça min te aqilê serê xwe xwarî ye. Em Şafiî, xortê ku tu dixwazi pê ra bizewicî, ew jî Elewî ye. Vê yekê ji bîra bike û careke din qala tiştekî wusa neke…“

Keçik; „Bavo ka qaşo tu demoqratî û ji bîr û bawerîyên olî û mezhebî dûr disekinî û rexne dikî. Ji wî bêtir, ew kesê ku ez dixwazim pê ra bizewicim, hevalê te yê sîyasetê û endamê komela te ye. Hûn bi hev ra karê sîyasetê dikin û dixwezin dewleteke serbixwe û demokrat ava bikin. Elewîtî ya wî di hevkarî û hevxebatên komelê da nabe pirsgirek û bi zewaca min ra dibe pirsgirek…“

Bav, „Keça min karê sîyasetê û rastîya jîyanê jihev cuda ne…“ dibêje û rê û dirban li ber qîza xwe digre…

***

Ger ku we heta dawîyê xwendibe, ez bawerim hûn jî niha dibêjin, “loma Kurd nabin yek û xwedî dewlet…!”

08.02.2020

ikramoguz@navkurd.net