Dengbêj Reso û qedera dengbêjan…
Dengbêj Reso û qedera dengbêjan…
Dema weşanê: Befranbar 10, 2018, 7:32 Dîtin: 701

Qedera hemû dengbêjan yek e…

Dengbêjîya wan jî, qeder û jîyana wan jî bi qedera miletê wan va girêdayî ye.

Milet bindest be, dengbêj û hunermendîya dengbêjên wî miletî jî di şert û mercên bindestîyê da derbas dibe.

Jiber ku hunerê dengbêj deng, amûrê hunerê wi/wê jî peyv e, hevok e, ziman e…

Ziman di jîyaneke azad da nejî û li ber mirinê be, dengebêj û dengbêjî jî roj bi roj kêm dibe û ber bi mirinê diçe…

Ziman azad û serbest nebe, dengbêj bê mal û milk, tî û birçî ye.

Sedem vê yekê ye ku jîyana hemû dengbêjên Kurd wekhev bûn.

Di jîyana hemû dengbêjên kurd da kesayetî û feqîtî, tîbûn û birçîbûn, koçberî û penaberî cîhekî girîng digre…

Ji Evdalê Zeynikê heta Resoyê Gopala, ji Şakiroyê Bedîh heta Zilkoyê Çawirmê, ji Meyremxanê heta Eyşe Şanê…

Yek dengbêjek Kurd bi hunera xwe zikê xwe têr nekirîye û li ser axa xwe canê xwe ji dest nedaye…

Yek li welatek xerîb, yek li bajarek xerib dinya xwe guhartîye.

Ji wan dengbêjên navdar yek jî Resoyê Gopala ye.

Reso şagirtê dengbêj Ferzê ye ku, ew di dema xwe da, „Têyre ser mile qîz û bûkan“ dihat binavkirin. Dengbêj Ferzê jî ji Milazgirê û şagirtê Evdalê Zeynikê ye.
Reso di sala 1890an da li gundê Gopalan ku nuha girêdayî Qereçobanê ye, ji dayîk bûye.

Malbata Reso mihacirên Êrîvanê ne. Malbata wî berê tê li Îdirê bi cîh dibe, bi salan şûnda jî ji wir koçberî Mûşê dibin.

Reso ji eşîreta Retkan e. Zaroktîya Reso jî wek dengbêjên ji wî berê di kesayetîyê da derbas dibe. Zaroktî û xortanîya wî bi berxivantî û şivantîyê derbas dibe.

Reso di xortanîya xwe da bi şagirtîya Dengbêj Sîno dest bi dengbêjîyê dikê û stranan dibêje.

Di destpêka dengbêjîya xwe da ji Gopalan koçber dibe û tere li Bulanixê, li gundê Xêrgisê bi cîh dibe.

Piştî bicîhbûna li Bulanixê Reso, ji dengbêjên hêla Serhedê Dengbêj Ferzê nas dike û di bin tesîra wî da dimîne. Stranên wî û Evdalê Zeynikê distirê.

Ew jî weke dengbêj Ferzê, di hemû stranên xwe da motîfên gelêrî yên di jîyana Kurdan da cîh digrin, bi hostayî bi kar tîne.

Li ser mêrxasîya lehengên ku di destan û çîrokên gelerî da cîh girtine, ji ber xwe stranan derdixe û distirê.

Ev yek jî taybetmendiya Reso ye ku weke dengbêjê destananên dîrokî wî ji dengbêjên din vediqetîne.

Reso di heman demê da destana Memê Alan, Cebelîkê Lawê Mîrê Hekkarîyan, Kerr û Kulik, Sîyabend û Xecê û gelek destanên dinên ku di nav Kurdan da tên zanîn, bi sîtileke taybet strîya ye.

Reso di 40 salîya xwe da, di 1930yî da têkilî Serhildana Agirî dibe, piştî têkçûyîna serhildanê ew jî bi hinek hevalên xwe ra derbasî bin Xetê (Rojavayê kurdistanê) dibe. Bi salan li wir dimîne.

Piştî vegerê êdî Reso dengbêjeke bi nav û deng e. Kilam û stranên wî û nav û dengê wî li seranserî Kurdistanê belav dibe.

Reso di jîyana xwe da sê caran dizewice. Jîyana wî bi pirranî li herêma Serhedê, li derdora Xinûs û Bulanixê derbas dibe.

Di dawîya emrê xwe da careke din koçber dibe. Di salên 1970yî da ar dike û berê xwe dide bajarê Adabazêrê. Li wir jî star nabe û tere li Denizlîyê bi cîh dibe.

Heft heyşt salan, li welatên xerîb û di desttengîyê da jîyana xwe didomîne. Di sala 1977an da careke din li ser axa xwe ya vik û vala vedigere. Sê sal şûnda, di sala 1980ê da, li gundê xwe jîyana xwe ji dest dide û diçe ser dilovanîya xwe…

***

Ji Strana „Şerrê Mala Bişar û Seydo“ çend çend beş…

Wey lo wey lo wey lo wey lo wey lo
Ez nema me ji mêran ra

De lêxin bavê bavê mino de lêxin
Can fidayê mala Bişar û Seydo hûn lêxin
Qûndaxê modolîya li erdê xin
Şefeqa sibêra li Qolordîya Qerekilîsê xin
Dûrbîna bavêjin şemlana vêxin
Eskerê Kemal girane lêxin…

(…)
Ebdulhemîd şêrê bi gulî girtîye dewsa Elîcan e
Fesîhê Mihê Mîrze fenanê pelekî ewrê li rûyê asîman e
Şêx Baran ji ocaxa Mala Bûpê ye ji me dixwaze qimê topan e
Feyzulla birayê piçûk ji me ra dibîne dawa Dewleta Ali Osman e
Ebdulbaqî fenanê tomatîka li ser milan e
Îro ji Bostankendê ji Seyîdan dudu man e
Yek Tewfîq e, yek jî Seyîdxan e…

(…)
Elî û Hillo du bira ne
Her yek xwedanê donzde bûkan e
Elîyê Feqî Silê ji dîya xwe da bûye nebûye karê wî nîşan e
Car heye li meydanê çok vedide carekî da dikuje pêncî can e
Heyfa kuştîyê çiyayê Mûşê şêrê bi gulî ka bavê Silêman e
Wey lo wey lo wey lo wey lo wey lo
Ax wey lo wey lo wey lo ez nema me ji mêran ra

(…)
Dîdarê bang dikir, digo Besê, Têlo rebenê

Qazgolê diketim mîla şefeqê li min lêda
Şerekî çêbûye li korta Milazgirê li Melemistefê da
Esker nemaye li wilayetên Romê da
Temam hilşîyan ser berxê mala Ûsivê Seydo
Torinê mala Heci Axa saet di duduyê nîvê şevê da
Dengê tekbîr û selawatê mala Bişar û Seydo tê ji Melemistefê di herbê da
Ji agirê devê tifingên van xweş mêran gule derdikevin ji êvar da
Li Melemistefê birq vedidin fena masiyê di behrê da…

10.01.2018

[email protected]