Dewleta Dagirker NavKurd jî Qedexekir...
NavKurd, tam 14 sal berê di bihara 2004an da, di nav çapemenîya Kurd da cîhê xwe girt.
Ji wê demê heta roja îro weşana xwe domand û wê ji vir pê da jî bidomîne.
Tu kes nikare rê li NavKurdê bigre û dengê wê bibire…
Di nav 14 salên borî da gelek nivîskarên Kurd bi rîya NavKurdê ray û ramanên xwe bi xwendavenên wê ra parve kirin.
Bi nivîsên xwe, rûpelên NavKurdê xemilandin û naveroka wê dewlemend kirin.
Wek berpirsîyarê giştî min di despêka weşana NavKurdê da wiha nivîsîbû:
„NavKurd, malperek sîyasî nîne. Lê, ev nayê wê wateyê ku tê da nivîsarên sîyasî cîh negrin. Qasî ziman û çand û hûner, emê li ser sîyaset û pirsgirêka Kurd jî ray û ramanên xwe bînin ziman.
Lewra hemû kar û xebatên ku ji bo Kurd û Kurdistanê ten kirin, ew bi serê xwe tenê jî kar û xebatên sîyasî ne.
Weke mîsal, xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî, bi serê xwe tenê jî sîyaset e.
NavKurd, di nav hêz û partîyên Kurd da wek malpereke bêalî û serbixwe daw û doza Kurd û Kurdistanê dike…“
Ji destpêkê heta roja îro, NavKurd di gelak xalan da hate guhartin. Ji nivîskarên wê bigre heta naveroka wê…
Lê armanca wê ya ji roja ewil da dabû pêşîya xwe, nehat guhertin. Pişta xwe da gelê Kurd, berê xwe jî da dewleta dagirker û li dijî zilm û zordarîya wê derket.
Nivîskarên NavKurdê qasî ku li dijberî sîyaset û helwesta dewletên dagirker derketin û ew rexne kirin, ewqas jî li dijberî şaşî û xeletîyên hêz û partîyên Kurd jî derketin û rexne li wan jî kirin.
Sedem vê yekê alîgirên hêz û partîyên Kurd jî roj hat NavKurd boykot kirin, roj hat pesnê wê dan û jibo xwendinê pêşnîyar kirin.
Lê NavKurd ne sedema pesnan nêzikî pesindaran bû, ne jî sedem boykotkirinê ji kesî ra neyartî kir.
Bê tîrs û xof rêwîtîya xwe ya di rîya rast da domand û heta roja îro hat. Ji vir pê da wê rîya xwe şaş neke û rêwîtîya xwe bidomîne.
Duh wek malpereke başûrî jibo serkeftina referandûmê kar û xebat kir û li dijberî radestîkirina Kerkûkê derket.
Îro jî wek malpereke rojavayî jibo berxwedana Efrînê kar û xebatê dike û li dijberî erîşên dewleta dagirker yên li ser Erfînê derdikeve…
Dewleta dagirker jî ji bo vê yekê rê li NavKurdê girtîye û dixwaze dengê wê bibire.
Jiber ku tirs û xofa dweleta dagirker û rêvebirên wê zêde bûne û roj bi roj jî zêde dibin.
Ji tekoşîn û berxwedana gelê Kurd ditirsin.
Bi bêdengîya Bakûr şabûn, bi dengê ji Başûr va veciniqîn…
Bi dorpeçkirina Başûr va bêhn xwe girtin, bi stranên ku ji alî Rojava bilind dibin û tên va, dîn û har dibin…
Sedem vê yekê ye ku rêvebirên dewleta dagirker ne tenê ji Gerîlla û Pêşmergeyên Kurd, ew ji nav û nivîsên NavKurdê jî ditirsin…
Ji tirsê xew nakeve çavên wan…
Dest bi derewan dikin, derewên wan çare nakin…
Dest davêjin dîn û îmanê, dîn û îman ji wan direve…
Îro di destên wan da tenê yek tiştek maye.
Ew jî zilm û zordarî ye…
Mixabin, zilm û zordarîya wan ji dibe bela serê wan…
Bi zilm û zordarîya dewleta dagirker Kurd neqedîyan.
Bi qedexekirina wê jî dengê NavKurdê nayê birîn.
Jiber ku rêyek were girtin, rêyek din vedibe…
NavKurd jî ji bo ku bigihîje xwendevanên xwe yên li Tirkîyê dijîn, wê di demeke kurt da
rêyeke nû bibîne…
18.02.2018