Dîplomasîya dewletên dagirker û xeyala min!
Dîplomasîya dewletên dagirker û xeyala min!
Dema weşanê: Nîsan 22, 2019, 9:21 Dîtin: 825

Li Rojavayê Kurdistanê ÎŞÎD têk çû.

Dor hat çareserkirina pirsgirêka Kurdên Rojava.

Amerîka û dewletên Europî, bi Kurdên Rojava û di navbera xwe da hevdîtinên piralî dikin.

Ev yek xewa dewletên dagirker, bi taybetî jî ya Îran û Tirkîyê direvîne û tirsa wan zêde dike.

Sedem vê yeke li alîkî dewletên dagirker, li alîyên din jî Kurd li hev civîyan û têkilîyên xwe xurt kirin.

Dewletên dagirker, ji Tehranê dest pê kirin û li Şam û Enqere civîyan.

Kurd jî ji Qamişloyê dest pê kirin û li Hewlêr û Amedê civîyan.

Kurd li derîyên nû digerin, dewletên dagirker jî dixwezin ew derîyên ku li ber Kurdan vedibin û hê Kurd tê ra derbas nebûne, bigrin.

Ji bo vê yekê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf roja 16ê Nîsanê serlêdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed ra civiya.

Zerîf piştî civînê da xuyakirin ku, ew û Esed li ser hevkariya di navbera Şam û Tehranê da sekinîne.

Zerîf ji Şamê derbasî Enqerê bû û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyî Mevlut Çavuşoglu û Serokkomarê Tirkîyê Erdogan ra civîya.

Piştî hevdîtinên li Enqerê, Zerîf û Çavuşoglu konferanseke çapemenîyê lidarxistin.

Di konferansê da Zerîf di derbarê serlêdana xwe ya Şam û Enqerê da axifî û got;

“Ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê, divê Artêşa Sûriye li ser tevahiya sînoran bicih bibe. Artêşa Sûriyê li ti deran rê nade ku rêxistinên terorî zirarê bidin ewlehîya Tirkiyê.  Min ligel Beşar Esed jî hevdîtine dûr û dirêj kir. Îro jî rapora naveroka civînê didim Birêz Recep Tayyip Erdogan. Em ji bo parastina ewlekarîya Tirkîyê û yekparçebûna axa Sûriyê herdem dixwazin Şam û Enqere nêzîkî hev bibin.“

Wezirê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavusoglu jî di konferansa çapemenîyê da ji bo serlêdana Zerîf kêfxweşa xwe diyar kir û got:

“Ji bo ku li Sûriyê aştiyeke mayinde hebe û agirbesta Îdlibê berdewam be, proseya vekişîna hêzên Amerîkî jî di nav da xebatên me li ser hemû mijaran berdewam in.”

Li dijberî sîyaseta dewletên dagirker, Kurd çi kirin?

Ew jî vala nesikinîn…

Di navbera Kurdan da jî dîplomasîyeke berfireh bi rêve çû…

Berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî serlêdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi Serokê PYDê Şahoz Hesen ra hevdîtineke dûr û dirêj kir.

Sefîn Dîzayî ragihand ku, ew û Hesen li ser hevkarîya di navbera Qamişlo û Hewlêrê sekinîne û ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê di gelek xalan da bihevkirine.

Rojekî şûnda, Sefîn Dizayî derbasî Amedê, Şahoz Hesen jî derbasî Qendîlê bû.

Dîzayî bi rêvebirên Bakûrê Kurdistanê ra, Hesen ji bi rêvebirên PKKê ra civîya.

Roja 17ê Nîsanê, Dîzayî û Hesen derbasî Hewlêrê bûn, di derbarê hevdîtinên xwe da raporeke berfireh amade kirin û dûra bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî ra civîyan.

Piştî civînê konferansa çapemenîyê lidarxistin û di derbarê hevdîtinên xwe yên piralî da axifîn.

Berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî got;

“Em, xetên ku ji alî dewletên dagirker va di nav axa Kurdistanê da hatine kişandin nas nakin. Ji bo me Kurdistan yek e û tu kes nikare vê rastîyê berovajî bike. Dagirkirina Efrîn û Kerkûkê jî, zulm û zordarîya li Bakûr û Rojhilat jî pirsgirêka me hemûyan e. Em ji bo çarnikalên Kurdistanê herdem hevkarîyeke hevbeş dixwazin û hevdîtinên me yên piralî jî jo bo vê yeke ye…”

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen jî, sedem hevdîtinên piralî kêfxweşîya xwe anî ziman û got:

“Nêzîkbûna hêzên Kurd, xewa dewletên dagirker direvîne. Jiber ku serkeftîyên li Başûr, rê li ber Rojava vekir, yê li Rojava jî wê rê li ber Bakûr û Rojhilat vebike… Hemû hewldana me ji bo parastina axa Kurdistanê û ewlehîya Gelê Kurd e!”

***

Çend sal bere ÎŞÎD ji Başûrê Kurdistanê dest pê kir û ber bi Rojavayê Kurdistanê çû.

Bi hezaran Kurd hatin kuştin, gund û bajar wêran, bi mîlyonan Kurd jî koçber bûn.

Salan şûnda ÎŞÎD bi destê Kurdan têk çû, lê bele Kurd hê jî bi ser neketin.

Di ser da Kerkûk ji Başûr, Efrîn jî ji Rojava qetîya…

Jiber ku dewletên dagirker gor realiteya xwe tevdigerin, Kurd jî bes ku neyên ba hev, li bahaneyên pûç û vala digerin…

Hevdîtinên di navbera dewletên dagirker da vê heftê qewimin, realite, yê di nav Kurdan jî xeyala min bû

Bi tevgera dewletên dagirker va careke din dîsa qahirîm, bi xeyala xwe ya di derbarê Kurdan da jî xemgîn bûm!

21.04.2019

ikramoguz@navkurd.net