Dojeh
Dojeh
Dema weşanê: Gelarêzan 8, 2019, 6:40 Dîtin: 518

Dojeha li rû dinê…

Dojeha ku her carê li derekî ji bo kurdan ava dikin û wan tê da dişewitînin…

Di salên 80yî da jî li Amedê hatibû avakirin.

Ji kesên ku ji wê dojehê xilasbibûn, heta roja îro min gelek tişt bihîstin…

Pirtûkên ku di wê dojehê da hatibûn nivîsandin, xwendin.

Her yekî bi rengekî dojeha xwe tarîf dikir.

Di her pirtûkekê da parçeyek ji dojehê derdiket pêş.

Di hinekan da kirin û kiryarên zebanîyan…

Di hinekan da jî lehengî û berxwedana kesên di dojehê da…

Çend roj berê pirtûka Nivîskarê Kurd Receb Dildar kete destê min.

Min îro dest pê kir û bi derbekî da xwend û xilas kir.

Îşkencexaneya Erzirumê ya li ser rêya Qersê û dojeha ku dê û bavê min tarîf dikirin û pê min ditirsandin, wek şerîda fîmekî di ber çavên min ra derbas bûn.

Dûra bixwe jixwe ra got; „xwezî bi wan dojehan…”

Receb Dildar dojeha Amedê, bi zimanê xwe yê zikmakî û bi tewneke wêjeyî tarîf dike û dibêje;

„Dojeha ku di kitêbên pîroz da dihat tarîfkirin li vê dinyê ava kiribûn. Pisporîya îşkencekaran, ji pisporîya zebanîyên dojehên îlahî zêdetir bû. Dojeha ji dojehê dojehtir, li navenda Amedê, ji bo me ava kiribûn…“

Pisporîya zebanîyên dojeha Amedê bi hûrgulî vedibêje û sedemê avakirina wê jî bi gotineke sivik û zelal di serê merîyan da bi cîh dike. Wiha dibêje;

„… (Zebanîyan) bi dorê zimanê min girtin û kişandin, çawa ji kokê va hilneqetîya ez jî nizanim. Bi rojan ziman di nav devê min da wek berateyekî, werimî ma. Min wê çaxê fam kir ku ew baş dizanin wê derba xwe li ku derê bixin. Lê em? Em ne wusa bûn. Piştî min dît ku ew çawa dijminatîya zimanê me dikin, ez hîn nû bi xwe hesîyam. Ez tê gihîştim ku kakilê meselê ziman e…“

Gelo çima Kurd jixwe ra heta roja îro bihûştek ava nekirin û hercarê rûbirû dojehên dagirkerên xwebûn. Bersiva vê yekê jî di pirtûkê da bi zelalî hatîye ziman;

„… Dîroka me bi hêsiran hatîye avdan. Ji bo kêmkirina hêsiran em her carê, kirasekî li xwe dikin. Em kirasekî nû li xwe dikin ku hêsiran ji bîr bikin; lê her carê dest davêjin kirasê me û em dîsa ripîrût li meydanê dimiînin…“

Bêguman yên ku ji Kurdan ra dojehan ava dikin û wan di sîtilên qetranê da dişewitînin ne tenê Tirk in. Faris û Ereb jî ji tirkan şûnda neman. Receb Dildar di navbera dojehan da jî qiyasek dike û dibêje:

„… Gava li cîyekî zordarî û îşkence bibe karê rojane, ew der dibe dojeh. Îcar rêya rebenên wek me, her tim pê dikeve. Niha rebenên vê dinyayê kurd mane. Ji çar alî va, dixwazin me bihêrin. Destdarên wan ê herî mezin jî zîndanên wan in. Silav li te dojeha Evînê! Niha dojeha Amedê ji te mezintir e…“

Gelo dojeh parçeyek ji qedera Kurdan e!

Ger ku qeder be jî, mirov dikare wê qederê jî bi destê xwe bigûherîne.

Lê çawa?

Receb Dildar bi hevokeke kin û zelal rêyek nîşan dide û dibêje;

“Mirina bi êlê ra dawet bû!..”

Min Dojeh xwend û qasî para xwe jê sûd girt…

Ne hewceye gotinê zêde dirêj bikim.

Hûn jî Dojehê bixwînin…

Ji êş û jana dojehê jî tama zimanê xwe bigrin…

08.11.2019

ikramoguz@navkurd.net