Du Partî û Nîvdewlet!
Du Partî û Nîvdewlet!
Dema weşanê: Gelarêzan 3, 2018, 2:36 Dîtin: 594

Destpêka salên 90î…

Li alîkî şer û koçberî, li alîkî jî berxwedana mirin û mayînê…

Ne tank û top, ne jî bombe û firokeyen Saddam pere dikir.

Dest û pîyên wî hatibûn girêdan.

Ji bo Gelê Kurd firsendeke zêrîn derketibû pêş.

Başûrê Kutrdistanê bibû Kurdistana Azad.

Bi xewn û xeyalên me yên ji sedsalan va dixemilî.

Jibo Kurdistaneke serbixwe, bîr û bawerîyên me xurt dikir.

Berê bi nave Kurdistanê parlamento ava bû, dû ra hukumeta Kurdistanê saz bû…

Êdî nîvdewletke Kurdan jî hêbû.

Ew nîvdewleta ku 26 sal berê ava bibû, di bin desthilatîya du partîyan da heta roja îro hat

Du partîyên sereke…

Du partîyên xwedî hêz û xwedî artêş…

PDK û YNK…

Ne jihev dibin, ne jî bihev dikin…

Ne dixwazin bi tena sere xwe bibin desthilatdar, ne jî dixwazin bibin muxalefet…

Bi hev ra desthilatdar, ji hev ra muxalefet in.

Bist û şeş sal berê, bi gotina Mam Celal parlamento ya herêmê fifty fifty parve kiribûn…

Îro desthilatdarîya herêmê jî weke qewlê 26 sal berê fifty fifty parve dikin.

Temsîla wan a di parlamentoyê da ji hev kêm û zede be jî ferq nake.

Jiber ku pîvan, temsîlîyeta di parlamentoyê da nîne, hêz û quwet a çekdarî ye…

Ku herdû partî jî xwedî artêşeke bi nave Pêşmerge ne.

Deshilatdarîya herêmê jî, temsîlîyeta li Bexdayê jî gor vê yekê tê kirin.

Di hilbijartinên Parlamentoyê ya di sala 2014an da YNK bibû partîya sêyemîn, lê dîsa jî kursîyê wezaretan yên para herdû partîyan weke fifty fifty hatibûn parve kirin.

Piştî radestîkirina Kerkûkê, serokwezîr Neçîrvan Barzanî û cîgerê wî Qubad Talabanî, her yek bibûn nîvserokwezîr…

Merîyan digot qey bi hev ra hatine girêdan.

Yek li ku ba, yê din jî weke sîya wî lî pê digerîya.

Jibo avakirina hukumeta nû jî qayde nehatîye guhartin.

Mehekî berê hilbijartînên ji bo parlamentoyê pêk hatin.

Çend roj berê jî encamên hilbijartinan, ji alî komîsyona bilind va hatin diyar kirin.

PDKê 45, YNKê jî 21 kursî bidest xistine.

Giregirên YNKê ji nuha da dibêjin: „Divê herdû partî weke hevpar û hempar di hukumetê da cîh bigrin!“

Bi awayekî din, fifty fifty…

Serokwezîr ji PDKê be, cîgêrê wî ji YNKê, kursîyên wezaretan jî fifty fifty…

Jiber ku temsîlîyeta li parlamentoyê, ne grîng e…

Pîvan hêza çekdarî, her wiha artêş e…

Partîyên din, her çiqas xwedî artêş nebin, ew jî qîmê xwe bi temsîlîyeta parlamentoyê naynin.

Sedem vê yekê ye ku, tu serok û rêvebirê partîyek li pêy endametîya parlamentoyê neketîye û nehatîye hilbijartin.

Jiber ku her partî, xwe li ser parlamentoyê û hukumetê dibîne…

Lîsteya kesên ku li ser navê partîyan hatine hilbijartin jî vê yekê piştrast dike.

Dibe ku bala we nekişandibe.

Di encama hilbijartinan da, tişta ku herî zêde bala min kişand, ew jî, lîsteya parlamenteran bû.

Bi taybetî jî, listeya PDKê û YNKê…

Çil sal e, sîyaseta Başûr dişopînim û partî û rêvebirên partîyên Başûr, qasî yên Bakûr ji nêzîk va nas dikim.

Mixabin ew kesên ku ji bo parlamentoyê hatine hilbijartin, di nav wan da ji PDKê xêncî Hemîn Hewramî, ji YNKê jî xêncî Qubad Talabanî tu kesekî nas ya jî bi nav û deng nayê dîtin.

Ne Nêçîrvan Barzanî, ne jî Bafil Talabanî…

Ne Seyîd Alî yê serokê Goran, ne jî Elî Bapîrê serokê Komelê…

Ne Kosret Resûl, ne jî Fazil Mîranî…

Ne Elî Ewnî, ne jî Mele Bextîyarê bejnzirav û yên din…

Halbûkî yê ku di rêvebirîya partîyan da cîh digrin, ew in…

Yê ku jibo avakirina hukumetê bihev ra bazarîyê dikin, dîsa ew in…

Gelo ji bo endametîya parlamentoyê çima dernakevin pêş….

Ya xwe jibo endametîya parlamentoyê, ya jî endametîya parlamentoyê jibo xwe layîq nabînin?

Ez bawerim, endametîya parlamentoyê ji rêvebirtîya partîyê piçûktir dibînin.

Bûne xwedî nîvdewlet, mixabin hê weke serok û rêvebirên partîyên binerd difikirin û tevdigerin.

Çawa ku rêvebirên partîyên binerd, hemû serkeftîyan bi zîrekbûna xwe, binketîyan jî bi kêmasîyên hevalê xwe va nîşan didan, giregirên herdu partîyan jî serkeftîyên herêmê bi xwe û partîyên xwe va, têkçûnên heremê jî bi kêmasîya parlamentoyê va girê didin.

Halbûkî li hemû welatên ku gor şert û mercên demoqrasîyê tên bi rê ve birin, parlamento weke bingeh û hîmê rêvebirîyê cîh digre.

Serok û rêvebirên partîyan ji bo endametîya parlamentoyê, bihev ra dikevin berebêzîyê…

Kesê ku weke parlamenter neyê hilbijartin, heger serokê partîyek be, ji serokatîya partîyê xwe şûnda dikişîne…

Jiber ku parlamento îradeya gel temsîl dike.

Rîya serokatîya parlamntoyê û serokwezîrtîyê ji nav parlamentoyê va dest pê dike.

Mixabin li Kurdistana me ya nîvdewlet, îrade ya gel jî, rêvebirîya desthilatdarîyê jî, di destê partîyên sereke û xwedî artêş da ne…

Jiber ku, ji yên piçûk heta yên mezin, her dewlet xwedî artêşeke ku ew jî artêşa milî ye…

Li nivdewleta me jî du artêşên bi hêz hene ku, ew jî her yek girêdayî partîyekê ne…

Rêvebirîya her dewletê, meşrûtîyeta xwe ji parlamentoya xwe digre…

Rêvebirîya Kurdistanê jî, hêza xwe ji partîyên sereke, partî jî ji artêşa girêdayî xwe digrin…

Jibo vê yekê ye ku:

Ji artêşên girêdayî herdu partîyan artêşeke milî pêk nayê…

Ji nîvdewleta me ya di bin desthilatîya du partîyan da jî dewleteke milî der nayê…

02.11.2018

[email protected]