Du Wêne: Di Dêr û Camîyê da Kurd…
Dêr û Camî…
Herdu jî wek malên Xwedê tên binavkirin.
Dêr gor Cihûyan…
Camî jî gor Misilmanan mala Xwedê ye…
Cihû di Dêrê da…
Misilman jî di Camîyê da kom dibin û gor rîya ku Xwedê daye ber wan, ibadet dikin.
Herdu wêneyên ku dixwazim qal bikim, ji wan yek Dêr, ya din jî Camî ye.
Dêr li Washîngtonê…
Camî jî li Stenbolê ye.
Di camîya Stenbolê da Misilman…
Di Dêra Washîngtonê da jî Cihû kom bûne.
Misilmanên Tirk, ku Xwedê dizane di nav wan da Kurd jî gelek in, di camîyê jibo serkeftina artêşa tirk dua dikin, ku ew di şerê li dijberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê da serkeftî bin.
Seranserî Rojavayê Kurdistanê dagir bikin…
Kurdên Rojava ji kokê va biqelînin…
Yên ji destê wan difilitin, ew jî ji warê bav û kalên xwe dûr bikevin û li seranserê dinê pîran pîran bibin…
Ew Kurdên ku li mala Xwedê, xwe bi hemû Misilmanên dinê ra yek û wekhev dibînin, ew dua nekin jî, ji duayên ku jibo serkeftina qatîlên birayên wan yên li Rojava tên kirin ra, „amîn“ dibêjin…
Li Amerîkayê jî Xiristîyan, ku ji alî Kurdên Musluman va jî „gawur“ tên binavkirin, di Dêrê da kom bûne û jibo Kurdên Rojava dua dikin, ku ew bila ji alî artêşa Tirk va neyên qirkirin.
Di Camîya Çamlicayê da Serokomarê Tirk Erdogan jî piştî duayên melê camîyê axaftinek dike û dibêje; „Xwedayê me ferman daye ku em li dijberî kufrê bihêz û bê merhamet bin. Em kîne? Ometa Mihemed’in. Divê em ji xwe ra bi merhamet, li dijî kufrê jî bê merhamet bin. Weke li Rojavayê Surîyê…“
Ew kesên li Rojavayê Kurdistanê dijîn, kî ne?
Kurd in…
Erdogan û meleyê camîyê Kurdan „gawur“ dibînin û jibo qirkirina wan dua dikin…
Misilmanên di camîyê da, ku Kurd jî di nav da ne, ji gotinên Erdogan û mele ra “amîn” dibêjin.
Şeva Yekşemê jî bi sedan Cihû di Dêrka Waschingtonê da, jibo ku Kurd ji alî Erdogan û artêşa wî va neyên qirkirin, dua dikin.
Di merasimê da nivîskar Joel Richardson dibêje: “Kurd ew in ku pişta DAIŞê li Kobanî şikandin û balansa şer guhartin. Deyeneke wan ê mezin li ser me heye. Bila Xwedê wan ji qetlîamên dewleta tirk biparêze…”
Welatîyeka Amerîkî Jeşica Franson jî dibêje, “îro ez li virim jiber ku em ji Kurdan hez dikin. Em dixwazin piştgiriya wan bikin, çi ku ji destê me bê, emê bikin. Em bawerin ku duakirin bihêztirîn rê ye, jibo ku Xweda îradeya xwe pêk bîne.”
Di malekî Xwedê da Cihû, Kurdên Misilman wek qûlê Xwedê dibînin û jibo parastina wan dua dikin.
Di malekî Xweda jî Misilman, jibo qirkirina Kurdên Misilman ji Xwedê ra dua dikin.
Ger ku Xwedayê Cihû û Misilmanan yek be, ku gor herdu bawerîyan bêguman yek e, duayên ku di Camîyê da jibo qirkirina Kurdan tên kirin jî, duayê di Dêrê da jibo parastina Kurdan tên kirin jî dibihîze.
Ji nîyeta Erdogan û meleyên camîyê jî, ji nîyeta Trump û keşîsên dêrê jî hayîdar e.
Êdî duayên kê qebûl dike û yê kê pûç derdixîne, bêguman tenê Xwedê dizane.
Lê ya ku divê ji îro pê va Kurd bizanibin ev e:
Ometa ku Erdogan û meleyên tirk tarif dikin, di wê ometê da Kurd cîh nagrin.
Rastîyê bibînin û bi hevaltî û biratîya bi Erdogan ra, dinya xwe ya wîyalî jî li xwe neherimînin…
30.10.2019