Enfal, Jenosîd, Komkujî…
Şîn û şahî, her yek parçeyek ji jîyana mirovahîyê ne.
Jibo ku, pergala dinê li ser mirin û bûyînê ava bû ye.
Mirin şîn, bûyîn jî şahî ye…
Yek tamsarîya jîyanê…
Yek jî mizgînîya tamgirtina ji jîyanê ye.
Heger mirin, bi Komkujîya Gelîyê Zîlan û Dêrsimê, bi Bombebarana li Helepçeyê û Enfala Barzan, bi Qetlîama Şengalê pêk hatibe, rengê şînê jî diguhure û dibe şîneke milî.
Kes ya jî miletê ku li şîna xwe xwedî dernekeve û şînê neke, tu car nikare şahîyan jî lidarbixîne û şa be.
Dermanê mirina xwezayî tune û nayê dîtinê jî…
Lêbelê, dermanê Enfal, Jenosîd û Komkujîyê heye, ku ew jî berxwedan û tekoşîna jibo avakirina dewleteke milî ye.
Di sedsala 20an da Jenosîda herî mezin Jenosîda Ermenîyan û Yahîdîyan bû.
Dewleta Osmanî di sala 1915an da ji mîlyonekî zêdetir Êrmeni qir kir û koka wan qeland.
Hitlerê Alman, di dema desthilatdarîya xwe da, li seranserî Europayê bi mîlyonan Yahûdi şewitandin û kuştin.
Piştî jenosîda 1915an, Ermenîyên ku li rû dinê mabûn, li alîkî şîna xwe kirin, li alîkî jî, jibo ku careke din rûbirû jenosîd û komkujîyeke nû nebin, jibo dewleteke milî tekoşîna xwe domandin û di encamê da biser ketin.
Yahûdîyên ku ji Holocaustê xilasbûn û li seranserî dinê belavbûn, berê xwe dan axa ku bapîrên wan jê hatibûn dûrxistin û zivirîn. Li wir ji nû va vejinîn û bi tekoşîneke bêhempa ji xwe ra dewleteke milî ava kirin.
Îro ne dewletek dikare destê xwe dirêjî Êrmenîyan bike…
Ne dewletek dikare, di ber Yahîdîyan ra derbas bibe…
Yê ku di vî warî da peya man, mixabin tenê Kurd in.
Sedem çiqas zêde bin jî, sedema sereke, dûrbûna Kurdan ya ji ruh û helwesta milî ye.
Di nav sedsalên dawî da Kurd bi dehan caran rûbirû komkujîyê bûn.
Mixabin piştî her komkujîyê jî bi ruh û helwesteke milî tevnegerîyan û şîneke milî nekirin.
Komkujîya Gelîyê Zîlan hate jibîrkirin û tenê di stranan da ma…
Komkujîya Dersimê di histûyê Kurdên Elewî da…
Helepçe û Enfal jî di histûyê Başûrî û Barzanîyan da ma.
Şengal ku, qasî birînek ji birînên Kurdan ya herî kûr, ewqas jî ji wan dûr e.
Sedem vê yekê ye ku, li ser axa Kurdistanê ne şer kêm dibe, ne jî dawî li komkujîya Kurdan tê.
Wek dorbidor, İran dikuje û disekine, Sûrîye dest pê dike…
Irak dikuje û disekine, Tirkiye dest pê dike…
Komkujî weke xaletek, hercarê dewleteke dagirker digre û di histûyê Kurdan da li ba dike.
Enfal, Jenosid, Komkujî, qedera Kurdan nîne.
Ji sedeman yek, har û hovîtîya dagirkeran be, yek jî kêmasîya Kurdan e.
Kêmasî jî ruh û helwesta milî ye.
Kingê ku şîna Êzdîyan bibe şîna Kurdên Misilman û Elewîyan…
Kîngê ku şîna Elewîyan bibe şîna Kurdên Êzidû û Misilmanan…
Kîngê ku şîna Helepçe û Enfalê bibe şîna Bakûrî û Rojava û Rojhilatîyan, ancax wê gavê Kurd dibin milet û dikarin li dermanê birînên xwe bigerin.
Heta ku Kurd bi ruh û helwesta mili tevnegerin û jibo avakirina dewleteke milî netekoşin, ji vir şûnda jî wê rûbirû Enfal, Jenosîd û Komkujîyê bin…
Jibo ku êş, êşa bindestîyê…
Derman jî avakirina dewleteke milî ye…
01.08.2019