Ez bi Serdana Mesrûr Barzanî va Dilnîgeran im…
Ez bi Serdana Mesrûr Barzanî va Dilnîgeran im…
Dema weşanê: Gelarêzan 28, 2019, 4:05 Dîtin: 432

Di têkilîyên navdewletî da rêbazek nenivîsandî ye. Kesên ku dema dibin serok ya jî serokwezîr, serdana xwe ya yekemîn li welatên ku ji xwe ra nêzîk û dost dibînin, dikin.

Mesrûr Barzanî, bi derengî be jî, ji bo serdana xwe ya yekemîn Tirkîyê hilbijart.

Ev yek jî dide xuyakirinê, ku ew jî weke Neçîrvan Barzanî Tirkîyê welateke nêzîk û dost dibîne.

Bi derengî got, jiber ku ev serdan dê mehekî berê bihatiba kirin.

Lêbelê wê demê serdana wî neqewimî.

Tirkîyê êrişî Rojavayê Kurdistanê kiribû, li alîkî şerê li dijberî Kurdan, li alîyê din jî hevdîtina bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ra, destê Tirkan zexm, yê Kurdan jî lawaz dikir.

Serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Enqerê ji alîyê Tirkîyê va hatibû ragihandin, lê ji alî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê va nehatibû piştrastkirin.

Wê gavê jî, bi ragihandina serdana Mesrûr Barzanî va hemû Kurd xemgîn, lêbelê bi pûçbûna wê va jî dilşa bibûn.

Îro dawî li êriş û dagirkirina Tirkîyê ya li ser axa Rojavayê Kurdistanê nehatibe jî, hinekî sar bûye. Cîh bi cîh şer û pevçûn hê jî didome û di nav Kurdên Rojavayî da metirsîyeke mezin heye.

Jiber ku herêmên ku Artêşa Tirk û çekdarên giradyî wê, li gund û bjarên ku dagirkirine, mal û milkên xelkê talan dikin û didizin. Dest didin ser bax û baxçeyan û xanî û avahîyan. Bi destê zorê gelê Kurd koçber dikin û demografîya herêmê diguherînin.

Li ser axa Başûr jî bi fenûfol tevdigerin û bombebaran dikin.

Tê zanîn ku Artêşa Tirk ji demeke dirêj da, dest bi operasyonên ku bi navê „Pençe 1, 2, 3, 4“ kirîye û her roj axa Başaurê Kurdstanê jî bombebaran dike.

Rêvebirê Bajarokê Derkarê, ku girêdayî Zaxoyê ye, Zêrevan Mûsa îro di Rûdawê da radigihîne, ku ji bombebarankirina Tirkiyê 25 gundên deverê vala bûne. Niştecîhên wan gundan nikarin biçin ser mal û zeviyên xwe, ku ji wan 25 gundan, 20 gund yên Kurdan, 5 gund jî yên Krîstiyanan in.

Zêrevan Mûsa dibêje; „Ji sala bihorî da 600 caran sînorê vî bajarokî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin û rêyên 20 gundan jî hatine girtin. Balafirên şer yên Tirkiyê li derdora gund û malên di gund da bombebaran dikin.  Ji tirsa canê xwe, xelkê dest ji milk û mal û zeviyên xwe berdane.“

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî îro di rewşeke wisa da bi serdaneke fermî hate Enqerê û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ra civîya. Danê êvarê jî bi Serokkomarê Erdogan ra hevdîtinek pêk anî.

Piştî civînê, Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin. Di civînê da axifîn û pirsên rojnamevanan bersivandin.

Di destpêka konferansa rojnamevanî da, Mevlut Çavuşoglu ji bo serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da û ragihand, ku ew dixwazin di hemû xalan da pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê pêş va bixin.

Çavuşoglu herwiha di axaftina xwe da behsa operasyona artêşa welatê xwe ya li ser axa Rojavayê Kurdistanê kir û got; „Min ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ra gotiye, operasyona Kaniya Aştiyê li bakurê Sûriyê li dijî Kurd nîne û li dijî rêxistinên terorîstî û YPG û PKKê ye.”

Mesrûr Barzanî jî di axaftina xwe da ragihand, ku wî di vê civînê da nîgeraniyên xwe yên di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê da gihandiye aliyê Tirk û got: “Me nîgeraniyên hevbeş û rewşa Sûriyê gotûbêj kir. Tirkiye ji bo vegera penaberan li gel UNHCRê hevahengiyê dike, ku divê ew li ser bingeha xwasteka xwe û bi saxlemî vegerin ser malên xwe. Bi ti awayekî nabe, ku ew bi zorê û ji bo ti navçeyekê din bêne vegerandin. Em têdigihin ku ewlehî nîgeraniya hemû aliyan e. Em berdewam in li ser hevahengiya li dijî terorîstan û mixabin ew rewşa niha li navçeyê rû daye. Divê em ji nêzîk va hevahengiyê û li ser kar bikin, ku bikarin çareseriyekê jê re bibînin.”

Di bersiva pirsa rojnamavanek ya li ser hebûna PKKê ya li Şingalê da jî Mesrûr Barzanî axifî û got: “Mixabin niha kontrola Şingalê di destê me da nîne, navçe di bin kontrola hêzên Iraqê da ye. Lê belê me di demên bihorî de gotiye, em li gel hebûna PKKê ya li Şingalê û navçeyên din ên herêma xwe da nînin.”

Bêguman ez li dijberî serdana Serowezîr Mesrûr Barzanî ya li Tirkîyê nînim. Ev karekî dîplomatîk e û ne tenê bi Tirkîyê ra, divê bi her welatekî ra jî bê kirin.

Lê ez rasterast dikarim bibêjim, ku herçiqas êriş û dagirkirina Tirkîyê ya li ser axa Rojavayê Kurdistanê hinek sar bibûye jî, şer û pevçûn û metirsî hê jî didome.

Sedem çi dibe bila bibe, axa Başûrê Kurdistanê ji alî artêşa Tirk va tê bombebarankirin.

Di rewşekî wisa da, neçûyîna Serokwezîr Barzanî bêguman rê li ber êrişkarîya Tirkan nedigirt. Lê çûyîna wî, îro jî bêwext e û tenê destê Tirkan bihêz dike.

Dewleta Tirk, dewleteke fêlbaz e.

Destê xwe dirêjî merîya bike jî, nîyeta wê ji kokê va birrîna mil e.

Bi serdan û hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî va Çavuşoglu kêfxweşîya xwe tine ziman. Lêbelê kêfxweşîya wî ji dostanî û hevalbendîya Kurdan nine.

Bi wêneyeka bi Mesrûr Barzanî va ew dixwazin ku argumanên xwe yên di derbarê Kurdan da nîşan didin xurt, yên Kurdan jî pûç bikin.

Arguman jî ev e, ku Çavuşoglu jî di civîna çapemenîyê da bi dubare dibêje, “operasyona Kaniya Aştiyê li bakurê Sûriyê li dijî Kurd nîne û li dijî rêxistinên terorîstî û YPG û PKKê ye.”

Bêdengîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya di derbarê operasyon û bombebarankirina Tirkîyê ya li ser axa Başûrê Kurdistanê jî, bi gotina başûrîyan dilnîgeranîya min zêde, bîr û bawerîyên min ên di derbarê Rêvebirîya Hukumeta Herêmê da, bêhemdi be jî, kêm dike…

28.11.2019

ikramoguz@navkurd.net