„Ga dimre çerm, mêr dimre nav dimîne!“
Dibêjin, gotin difire…
Nivîs dimîne.
Rast e.
Gotina ku neyê qeyd kirin, bi awayekî din neyê nivîsandin, difire û wenda dibe.
Loma dibêjin, gotin e, di guhekî ra dikeve, di guhê din ra derbas dibe û derdikeve.
Lê her gotin jî nafire û wenda nabe.
Bes ku gotin, gotineke watedar be…
Di kurahîya mêjû da cîh digre û dimîne.
Di ser ra dem û demsal, sal û zeman derbas bibe jî wenda nabe.
Bi demê ra dikemile…
Roj tê di stranên dengbêjan da…
Di çîrokên çîrokvanan da diherike û di mêjûyê civakî da cîhekî mayînde digre.
Heta ku deng û dengbêj hebe, gotin jî hebûna xwe didomîne.
Ger ku civak wek civaka Kurd civakeke bindest be, pergal berevajî dibe.
Serdest dibe xas…
Bindest jî xam dimîne.
Jibo ku xam veguheze xas, pergala pişaftinê dest pê dike.
Berê ziman qels dibe…
Dû ra deng û dengbêj difetise.
Di bêdengîyê da gotin sêwî dimîne.
Wek nanê kartû, di cîhê xwe da dipişire û ji hev da dikeve.
Mîna berfa pûk a ku bi vekirina tavê ra dihele û diherike, gotin û wateya gotinê jî diherime û ji qalibê xwe dûrdikeve.
Bi şûnguhartina xas û xam ra, mêjû şêlû, hiş û hişmendî jî ser û binê hev dibe.
Civak ji çand û hunera xwe dûr dikeve.
Ji kok û dîroka xwe diqete.
Dest ji navê xweşmêrên xwe berdide…
Çer hebe, xweşmêr ji wî ye û nav jî bi Kurdî ye.
Loma bê qedr û bê qîmet e.
Li pey çermê ga yên xelkê dikeve…
Yek pesnê qalindîya çerm bike, yekî din pesnê xasbûna pûrt a çerm dike…
Ga bîyanî be û di mêrga wî da jî çêrîya be…
Çerm duqat qalind, pûrt jî xas û nas dibe.
Wê gavê gotina watedar jî dimire.
Hatibe nivîsandinêjî, êdî careke din jîndar nabe…
24.01.2020