Gelo Kesên ku Yekbûna Pêşmerge Naxwazin Kî ne!..
Gelo Kesên ku Yekbûna Pêşmerge Naxwazin Kî ne!..
Dema weşanê: Êlûn 17, 2019, 8:12 Dîtin: 744

Rojnamevanê Tirk Hesen Cemal di pirtûka xwe ya bi navê „Pêvajoya Çareserkirinê da Rojaneyên Kurdistanê“ da qala hevdîtinên xwe yên di salên 1992-93an da, bi Mesûd Barzanî û Celala Talabanî ra kirîye, dike.

Cemal dibêje; „Di dilê herdu serokên Kurdan da jî Kurdistaneke serbixwe weke îdealeke girîng cîh digirt û vê yekê jî tu car venedişartin…“

Di ser hevdîtinên Hesen Cemal ra 27 sal derbas bûn.

Di nav van 27 salan da, PDK û YNKê berê parlamena Kurdistanê ava kirin.

Dûra hukumeteke hevpar sazkirin û Herêma Federe ya Kurdistanê îlan kirin.

Di demeke kin da nakokîyên herdu partîyan derketin pêş û şerê birakujîyê dest pê kir.

Hukumeta hevpar hilweşîya û yek li Hewlêrê, yek jî li Silêmanîyê du hukumetên nû ava bûn…

Hukumeta girêdayî PDKê li Hewlêrê, ya girêdayî YNKê jî li Silêmanîyê…

Başûrê Kurdistanê bi destê Kurdan bû du parçe.

Di dawîya salên 90î da, bi navbeynkarîya Amerîkayê herdu alî lihev hatin û dawî li şerê birakujîyê anîn.

Mixabin herdu hukumet û herdu yekeyên Peşmergê yên girêdayî partîyan di cîhê xwe da man.

Di 19ê Meha Adar a sala 2003an da şerê Amerîkayê û Iraqê dest pê kir.

Rejima Baas hilweşîya, dawî li desthilatîya Saddam hat û jibo Kurdên Başûr derîyeke nû vebû.

Berê ji alî Amerîkayê û hevpeymanên wî va rêvebirîyeke nû hate sazkirin.

Sê sal pişt ra, di 7ê Nîsan a 2005an da Celal Talabanî bu Serokkomarê Iraqê, Mesûd Barzanî jî bû Serokê Herêma Kurdistanê.

Du meh şûnda, di 4ê Haziran 2005an da jî herdu hukumetên Kurdistanê bûn yek û di bin serokatîya Nêçîrvan Barzanî da careke din hukumeteke hevpar hate sazkirin.

Celal Talabanî 9 sal Serokkomarîya Iraqê, Mesûd Barzanî jî 12 sal Serokatîya Herêma Kurdistanê kir.

Celal Talabanî di sala 2017an da mir, Mesûd Barzanî jî di eynî salê da dest ji Serokatîya Herêmê berda.

Niha Serokwezîrê Hukumeta Silêmanîyê Berham Salih Serokkomarê Iraqê, Serokwezîrê Hukumeta Hewlêrê Neçîrvan Barzanî jî Serokê Herêma Kurdistanê ye û du kesên ku li pey hev wezareta Peşmerge birêve biribûn, Şêx Cafer Mistefa û Mistefa Seyid Qadir jî cîgirên wî ne.

PDK û YNK, di nav hukumetê da, di erkdarîya serokatîyê da bihev ra, mixabin di warê leşkerî da hê jî jihev cuda ne.

Bi navê 70 û 80 du yekeyên Peşmerge hene, ku yekeya 70ê girêdayî YNKê, ya 80ê jî girêdayî PDKê ye.

Amerîka û hevpeymanên wî yên navdewletî bi salane daxwaz ji herdu partîyên Başûr dikin ku ji herdu yekeyên Pêşmerge artêşeke milî ava bikin.

Herdu partî hercarê, „erê“ dibêjin û dûra jibîr dikin.

Çend roj berê hate dîyarkirin ku, Amerîka û hevpeymanên wî, jibo avakirina artêşeke milî careke din projeyek pêşnîyarî Hukumeta Herêma Kurdistanê kirine.

Tê gotin, projeya ku ji alî hevpeymanan va hatîye amadekirin, ji 35 xalan pêk tê û jibo cîbicîkirina van xalan jî salek muhlet dane hukumetê.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Şêx Cefer Şêx Mistefa ku berê jî di hukumetê da wezîrê Peşmerge bû, çend roj berê di bernameya Rûdawê da dibêje, „berjewendiya hinek kesan di yekbûna hêza Pêşmerge da nîne.“

Ev yek jî tê vê wateyê, ku hinek kes yekbûna Peşmerge, herwiha avakirina artêşeke milî naxwazin.

Yê ku vê gotinê tîne ziman, ne mirovek ji rêzê, ne jî muhalifê YNK û PDKê ye.

Heta çend meh berê wezîrê Pêşmerge, niha jî cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ye.

Gor gotina wî, ew kesên ku vê yekê naxwazin û di yekbûna Pêşmerge da berjewendîyên wan cîh nagre, gelo kî ne?

Ez bawerim Şêx Cefer Şêx Mistefa, weke navê xwe navê wan jî dizane, mixabin eşkere nake û ji xwe ra dihêle.

Malxirabîya Kurdên Başûr jî ev e…

Amerîka û hevpeymanên wî yên navdewletî ji Başûrîyan ra dibêjin, „ji xwe ra artêşeke milî ava bikin!“

Başûrî jî hercarê „erê“ dibêjin û paşguh dikin…

Em wek Kurdên Bakûr jî ji dûr va çepikan lêdixin û li bendêne, ku îro yan jî sibe, ewê serxebûna Kurdistanê îlan bikin…

16.09.2019

ikramoguz@navkurd.net