Gelo kî çiqas misilman e!
Gelo kî çiqas misilman e!
Dema weşanê: Hêzîran 16, 2016, 12:30 Dîtin: 581

Bîr û bawerîya Olî pirsgireke wijdanî ye û di navbera bewermend û Xwedayê wî/wê da ye. Amûra pîvana qelsî û xurtbûna bîr û bawerîyê di destê kesî da tunebe jî, kirin û kiryarên bawermend, kêm an jî zêde, qelsî û xurtbûna bîr û bawerîya wî rava dide.

Carcaran sem û selat, hec û zikat jî bi serê xwe tenê ne bes in, ji bo bîr û bawerîyeke xurt berî her tiştî xûyekî paqij û jîyaneke durist pêwîst e.

Çend sal berê, bi salan şûnda çûbûm gund. Dem, dema meha remezanê bû. Şev û roj civata gund saz dibû. Mijara civatê her dem yek bû, dîn û dîyanet…

Rojekî gundîyekî me, Xwedê rihma xwe lê ke, ji min ra qala meseleyeke xwe û du hecîyên gund kir û got, „Tu li gotinên van hecî û sofîyan guhdarî meke, li kirinên wan binêre. Kî çiqas misilman e, wê gavê kifş dibe…“

Gor gotina wî, salan berê di meha remezanê da gundîyên me li peydoka (romork) traktorê sîyar dibin diçin Tatosê (Tekmanê).

Hecî û sofî, xort û xama ji gund heta Tatosê rêwîtîya xwe bi qilf û henekan derbas dikin. Lê du kesên Hecî, wî rexne dikin.

Ji wan yek dibêje; „Heyran salên te derbas bûn, tu çima hê naçî Hecê û wezîfeya xwe ya olî naynî cîh“.

Yê din; „Rast e, tu xwedî mal û milkî. Lê dîsa jî tematîyê dikî naçî Hecê. Qet nebe simbêlê xwe kin bike û rûyê xwe berde ku bila mirov bizanibe tu mirovekî misilmanî.“

Sohbeta wan heta Tatosê bi pirs û bersivan didome, lê ne dawî li pirsên her du hecîyan tê, ne jî rexneyên wan diqede…

Dema ku xwe digihînin Tatosê, ji peydokê pêya dibin û dikevin nav sûka bajêr. Her kes danûstandina xwe dike, dema nimêja înê her kes berê xwe dide mizgeftê.

Gundîyê me dema ku nêzikî mizgeftê dibe, ji dûr va her du hecîyên „misilman“ û Taso yê me dibîne.

Dinêre ku her du hecîyên misilman dor li Taso girtine, pera jê dixwazin. Taso bi gilî û gazin „perê min tune“ dibêje û ber xwe dide.

Ji hecîyan yek destê Taso digre, yê din jî li berika Taso digere. Di wê demê da, gundîyê me, ber bi wan diçe û heta ku jê were diqêre; „Gelî misilmanan ez ji ometa Mihemed diqetim û ji dînê Îslamê derdikevim. Heger ev her du hecî misilman bin, ez ne misilman im…“

Li ser van gotinên wî her du hecî Taso berdidin û xwe davêjin mizgeftê, ew jî bi destê Taso digre û berê xwe dide sûke…

Taso, di piçûktîya xwe da nexwaşîya menenjîtê derbas kiribû, sedemê wê nexwaşîyê weke aqilsivik mabû. Di van salên dawîyê da li Tatosê dima û bi alîkarîya hin kesan jîyana xwe didomand. Xêrxwazek zikê wî têr bikira, yekî din ser û gûhê wî diguhaert. Taso ne pere nas dikir, ne jî bikardianî. Carcaran hin kesan pere bidabayê, kesên wek her du hecîyên gundê me, Taso dikişandin kuncikekî û bi destê zorê perê wî jê digirtin û berdidan…

Piştî nimêja înê hemû gûndî danûstandinên xwe li peydoka traktorê bar dikin, li peydokê sîyar dibin û bê deng û bê qisedan vedigerin gund.

 

Serokkomarê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdoxan jî wek hecîyên gundê me pesnê misilmantîya xwe dide û kurdên dijberî xwe, weke bêdîn û bêîman tawanbar dike.

Ji vir mehekî berê derketibû sefera Amedê û li hemberî hinek kurdan, kurdên ji dûrî xwe tawanbar dikir û digot; „Ew Zerdûşt in, ew ateîst in, bêdîn û bêîman in…“

Kurdên Erdoxanhiz bi bêdengî û bi çepikên xwe gotinên Erdoxan dipesinandin.

Halbûkî mebesta Erdoxan, ne misilmantîya kurdan, ne jî zerdûştîya kurdan bû. Erdoxan bi van gotinên xwe, gor sîyaseta dagirkerîyê tevdegerîya û, weke bapîrên xwe çeka olî bikardianî ku, di warê olî da jî cudatîyeke tund di nav kurdan da derxe û rê li pêşîya yekitîya wan bigre.

Ji ber ku Erdoxan ne weke devberk û rêvebirê Ol’a Îslamê, ew rêvebir û berdevkê dewleta dagirker li Amedê bû û gor wê yekê rola xwe dilîst.

Rêvebir û berdevkên devleta Tirk duh bi navê biratîya gelan kurdên çepgir dixapandin,

îro jî Erdoxan bi navê baratîya olî kurdan dixapîne û wan ji Kurd û Kurdayetîyê dûr dixîne.

Erdoxan jî dizane ku Kurd bi pirranî misilman in. Kurdên ku xwe weke Elewî bi nav dikin, ew çiqas gor şert û mercên Îslamê nejîn, ew jî xwe misilman dihesibînin. Tenê Kurdên Ezidî dimînin ku, li Kurdistan’a Bakur hêjmara wan jî gelek kem e û roj bi roj jî kêm dibin.

Tirk û Kurd çiqas bawerîya xwe bi dînê Îslamê bînin û xwe weke misilman bi nav bikin jî, di rê û rêbazên wan ên olî da gelek cudatî hene. Ew jî ji dîroka wan, ji dînên wan ên berî Îslamê tên.

Weke tê zanîn, berî qebulkirina dînê Îslamê Tirk Şaman, Kurd jî Zerdûştî bûn. Bi wegera ser dînê Îslamê va Kurd bûn misilman, lê % 100 ji Zerdûştîyê neqetîyan û hin şert û mercên Zerdûştîyê îro jî weke dab dişopînin û tînin cîh.

Mirov dikare bêjê, Kurd îro di bîr û bawerîyên xwe da misilman, lê di gelek xalên jîyanê da weke Zerdûşt dijîn.

Bi taybetî di gundan da hin îbadetên ku ji Zerdûştîyê wergirtine, bi navê Îslamê tînin cîh.

Weke Mînak, Kal û Pîrên Kurd ên ku di gundan da dijîn, sibe û êvaran berê xwe didin rojê û dua dikin.

Agir pîroz dibînin û wî ji nav malê dernaxin.

Mirov dikara bi sedan mînakan nîşan bide.

Duakirina li hemberî rojê jî, pîrozbûna agir jî ji Zerdûştîyê tên.

Di warê Îslamîyetê da jî Kurd ji Tirkan cûda ne.

Tirk Henîfî, Kurd jî Şafî ne…

Erdoxan bi navê biratîya olî kurdên bawermend dixapîne û dixwaze di her xalî da wan jî bingeha hebûna wan dûr bixîne û koka wan ji binî da biqelîne…

Heger derd û kulên Erdoxan ol û kêmasîya olî ba, ew bi awyekî din tevdigerîya…

Ew bi salane dizî û çilpizîyê dike, weke Karun li pê xezîneyên nû digere.

Ji bo destxistina malê dinê li alîkî Kurd û Tirkan dişêlîne, li alîyê din jî derdikeve seferê û daw û doza misilmatîyê li kurdan dike…

Mixabin weke gundîyê me kurdek bawermend jî ra nabe û jê ra nabêje, „heger tu misilman bî, ez ne misilmanim!..“

16.06.2016

[email protected]