Gurên Devbixwîn…
Gurên Devbixwîn…
Dema weşanê: Nîsan 22, 2020, 5:42 Dîtin: 582

Çend roj e pirtûka nivîskarê Kurd Riza Çolpan, ku ez ji wî ra xortê 85 salî dibêjim, dixwînim. Xortê 85 salî dibêjim, jiber ku Riza Çolpan, di vî salê xwe da mîna xortekî 18 salî kar û xebata nivîsandinê dike. Nivîsandina bi zimanê dayîka xwe, ew zimanê ku mîna şîrê dîya wî zelal û şêrîn…

Bi berhemên xwe yên giranbuha, xizmeteke mezin tîne cîh û zimanê li ber mirinê zindî û jîndar dike.

Navê pirtûka wî ya dawîyê, ku nuha di destê min da ye û ez dixwînim; „Gurên Devbixwîn, Ên Çar Ling û Ên Du Ling“e.

Pirtûk ji serpêhatîyên bapîr, bav û apanên wî pêk tên û her serpêhatîyek jî di heman demê da parçeyek ji dîroka Kurd û Kurdistanê ye. Jiber ku serpêhatîyên ku Riza Çolpan, bi kedeke bêhempa û bi peyv û hevokên lihev hunandî nivîsandine û anîne ziman, ne tenê serpêhatîyên bapîrên wî, jîyana Kurdan ya dused salên dawîyê bixwe ye jî…

Di wê jîyanê da feqîrî û belengazî, şîn û şahî, şer û pevçûn, têkçûn û koçberîya Kurdan cîh digre. Mirov tê da ji sedema kirin û kiryarên Axa û Şêx û Seyîdan, jihevdûrketina Kurdên Elewî, Sunî û Ezdî, bêtifaqî û dubendîtîya wê demê di civatê da rû daye, dibîne û ji halê xwe ra digirî û axîneke kûr dikişîne.

Serpêhatîya bapîrê nivîskar Ap Simo yê mezin, li Gundê Xelanê Gazê dest pê dike. Nivîskar bi vegotin û nivîsandina xwe, merîya bi Ap Simo ra dike rêwî û di nav erdnîgarîya Dêrsimê da gund bi gund digerîne. Dibe Kepûrê, Dala Mistê Balan û Deşta Aşan, ji Newala Oxîyê ra berê merîya dide Gundê Delîkan. Hinek li ber devê Çemê Pêrê radiwestîne, dûra derbasî wîyalî avê dike û di binê Goman da dibê, li Coşikê dike mêvan.

Mirov li Coşikê, di mala Hesenê Misrî da Zîn a bedew nas dike û ji çîroka zewaca wê ya bi Brahîm ra hayîdar dibe. Di daweta wan da dibe berbû û xandî, di govendê da direqise û di şahîya dawetê da hespê xwe dibezîne…

Di jîyana Kurdan şîn û şahî kêm nabin û bihev ra girêdayî ne, yek biqede, ya din dest pê dike.

Ap Simo piştî dîtina mirazê lawê xwe yê piçûk Brahîm, dinya xwe duguherîne û mirov bi mirina wî va xemgîn dibe. Ezraîl ku carê ketîyê nav malê, pêsîra malbatê bernade, ji kal û pîran derbas dibe û bere xwe dide bêmirazan. Brahîmê ku bi mirazê xwe û Zîn a bedew ra têr şanebûye, dimire. Bi mirina wî ra, mirov bi Zîn a serbixêlî ra dikewice, mîna Simo û Mamê piçûk xwe sêwî dihesibîne û di kurahîya dilê xwe da digrî.

Dûra dibe hevparê belengazî û bêçaretîya Zînê, destê Simoyê heftsalî û Memê du salî digre û berê xwe da Coşika xopan…

Di nav newal û gelîyan ra derbas dibe û rastî Gurê devbixwîn ê çar ling tê. Zîn bi Memê pîçûk ra hildikişe serê darê û wî di paşila xwe da vedişêre. Mixabin, bedena Simoyê sêwî di nav lepên gur da, goştê canê wî j idi deve gur da dibîne, bi herdu çavan. Li çokên xwe dixe, porê sere xwe dirûçikîne, bi axîn û girî bir ê dikeve û xwe û Memê davêje ocaxa bav û kalan…

Gotineke pêşîyan e; “qedera ku reş hatibe nivîsandin, nayê guhartin”.

Bi xwendin û qulubandina rûpelan pirtûkê va, mirov dibêjê qey qedera Memê jî di serî da reş hatîye nivîsandin. Zînê bûyera ku li serê wê û sêwîyên wê qewimîye, tu car jibîr nake û gurê devbixwînê ku Simoyê wê bi saxî xweribû, ji ber çavê wê tu car wenda nabe. Ji kul û kesera dile xwe roj bi roj dihele û can dide.

Bi mirina Zînê ra Memê jî li ber destê dapîr û papîra xwe sewî dimîne. Di neh salîya xwe da dibe berdestîyê Gêdûk Axa û li Gundê Mastan dibe berxivanê kar û berxan.

Dem û demsal li pey hev derbas dibin, Memê piçûk jî bi nav û nûçik mezin dibe. Dest bi karê şivantîyê dike û bi navnûçika wî ya Memê Gur ra  şivanîya wî jî tê girêdan…

Memê di qonaxa Gêdûk Axa da, Axa û Seyîdên herêmê nas dike û dibe guhdarê civata wan… Ji axaftin û sohbeta wan, ji şerê nav dewletan, ku li ser axa Kurdistanê diqewimin, dibihîze. Bi bihîstina şer û kuştin û xwînrijandina wan va, mîna gurê çar lingê ku Simoyê birayê wî xweribû, wan bi çavê sere xwe nebîne jî, Gurên du ling jî nas dike û ji kirin û kiryarên wan hayîdar dibe.

Dem tê, Seyîd Suleyman bi riza Gêdûk Axa, Memê Şivan ji xwe ra zirkur digre û dibe li Kûpikê, din av mala xwe da bicîh dike.

Memê Şivan li Kûpikê êdî xortekî ezeb e. Rojek ji rojan rastî Zerîfe ya bedew tê û bi evîna wê rojên xwe derbas dike…

Memê xortekî sêwî û şivan, Zerîfe jî qîzek ji qîzên Seyîdan e.

Bi evîna Mêmê ya yekalî ra, cara yekem qedera wî ya reş jî reng duguhurîne û bi saya zirbavê xwe, Seyîd Suleyman, bi Zerîfê ra dizewice û mirazê xwe dibîne…

Lê serpêhatîyên bapîr û bav û apên nîvîskar naqedin û didomin.

Çar lawên Memê Şivan, Ali, Husên, Brahîm û Mamud dibin û serpêhatîyên wan dest pê dikin.

Alî û Brahîm wek milîsên Kurd bi leşkerên Urîz ra şer dikin.

Husên di xortanîya xwe da Yado nas dike û pê ra dibe heval û hogir, Mamud jî dibe nêçîrvanê kewan…

Li alîyê din, Dewleta Osmanî hildiweşe û Komara Tirk tê damezrandin.

Serhildan û komkujî li pey hev diqewimin, li Palu û Koçgirî, li Gelîyê Zîlan û li Agirî û Dêrsim…

Xwîn diherike, bi renge sor û gewez dixmile avên çeman…

Dawî li serpêhatîyan tê û pirtûk diqede, mirov di nav 200 salên dawîyê da guhartinên ku di civaka Kurd da çê bûne, tîne ber çavan…

Dibine, ku şîn û şahîyên berê guhurîne û hatine jibîrkirin.

Ziman helîya ye û di gundan da jî îro nayê axaftin.

Kurd, berê bi şûr û xençeran û gulê domdomê hatine kuştin, îro bi bombe û çekên kimyewî va koka wan tê qelandin.

Mixabin, mirov tiştên ku nehatine guhartin jî di serpêhatîyan da dibine…

Ew jî xizanî û belengazî, dubenditî û bindestîya Kurdan e…

20.04.2020

ikramoguz@navkurd.net