Hinek caran neçîrvan jî dibin nêçîr…
Hinek caran neçîrvan jî dibin nêçîr…
Dema weşanê: Gelarêzan 20, 2017, 8:40 Dîtin: 581

Dadgeha Federal a Iraqê îro, roja 20ê Mijdarê, civîya û di derbarê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê da biryareke nû girt ku, ew li dijî destûra bingehîn e.

Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê radigihîne ku Referanduma Serxwebûna Kurdistanê ku di 25 Îlonê de hate encamdan, ne destûrî ye û pêwîst e tevahiya encamên wê bêne hilweşandin.

Roja 25ê Îlonê Kurdên Başûr bi awayeke demokratîk çûn referandûmê û ji hilbijêran sedî 93ê bi dengê ‘erê‘ raya xwe nîşan dan.

Piştî referandûmê Rêvebirîya Navendî ya Iraqê, bi dewletên herêmê va bû yek û Kurdistan dorpeç kir.

Hemû rê û dirb li Kurdan hatin girtin.

Têkilîya wan bi dinê ra hate birrîn.

Dû ra artêşa Iraqê û Heşdî Şabî, bi alîkarîya Îran û Tirkîyê va êrişî herêma Kurdistanê kirin û careke din dest dan ser Kerkûk û dewerên Kurd yên ji dervayî herêma Kurdistanê…

Li alîyek jî, Dadgeha Federal a Iraqê jî li dijberî Kurdan çalak bû û di van rojan da biryar li ser biryarê digre. Çend roj berê di derbarê referandûmê da biryareke nezelal girtibû ku, di wê biryarê da dihat gotin: „Destûra bingehîn mafê cudabûnê nedaye pêkhateyên Iraqê. Madeya yekemîn û madeyên din ên destûra bingehîn, parastina yekîtiya Iraqê nîşan didin. Herwiha madeya 109 jî berbirsiyariya parastina vê yekîtiyê dixe ser milên rêveberiyên federal ên li herêmê.“ 
Piştî vê biryarê  Rêvebirên Herêma Kurdistanê jî bêpîvan û tevgerîyan û bilez û bez ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê ra rêzgirtina xwe ragihandin.

Rêvebirên Kurd bi rêzgirtina ji bo biryara dadgeha federal a ne zelal va bi lingên xwe çûn û ketin dafikê.

Dadgeha Federal jî îro bi biryareke nû derîyê dafikê ku di ser rêvebirên herêmê da hatîye girtin, ravayî wan dide û bedelek datîne pêşiya wan…

Ew rêvebirên ku çend roj berê, ji bo rêzgirtina biryara Dadgeha Federal a Iraqê daxuyanî didan, gelo ji bo vê biryarê çi dibêjin û wê çi bikin?

Çend roj berê di Rudawê da, ew Rudawa ku kongreya AKP’ê ya şaxa Amedê û merasima definkirina Naîm Silêmanoxlu bi zindî diweşîne, nivîseke balkêş hatibû weşandin.

Nivîsa Kawa Emîn…

Kawa Emîn di nivîsa xwe da bal dikişîne ser şêwirmendên Mesûd Barzanî û wuha dibêje:

„…Lê Kak Mesûd nekarî bi temamî vê yekê bike. Diyare astengî jî hebûn. Dîsa jî divê bi çavekî rexnekirinê li derdora xwe binere, bi taybetî li şêwirmendên xwe, ku ez piştrast im rojek ji rojan wan xema wê xelkê nebirine ser maseya wî ya karkirinê!…“

Xuya ye, ne tenê şêwirmendên Barzanî, şêwirmend û wezîrên hukumetê jî çavgirtî tevdigerin û xwe ji dafikên neyaran xilas nakin. Dû ra di dafikê da dipirpitin û ji bo xilasbûnê jî bedeleke mezin pêşkêşî nêçîrvanên xwe dikin…

Ew biryara ku çend roj berê hatibû girtin û Rêvebirên Herêma Kurdistanê jî bi lez û bez rêzdarîya xwe nîşan dabûn, ew ji bo biryara îro ya Dadgeha Federal a Iraqê dafik bû.

Kurd bi rêzgirtina biryara hefeteyeke berê xwe bi yekitîya Iraqê va girêdan.

Îro jî biryareke nû derketîya pêşîya wan û tê gotin; „Gaveke din jî şûnda bavêjin û encamê referandûmê jî bi destê xwe hilweşînin…“

Ev rewşa Başûrê Kurdistanê ya irôyin jî careke din dide xuyakirinê ku, mêranî û mêrxasî tenê ne bes e.

Ji bo xwedîbûna dewletê û bi rêvebirina wê hin tiştên din jî pêwîstin ku, Kurd hê jî ji wan dûr in…

20.11.2017

[email protected]