Jîyana di bin desthilatîya Go-vîtê da…
Jîyana di bin desthilatîya Go-vîtê da…
Dema weşanê: Adar 28, 2020, 6:42 Dîtin: 617

Mîna herkesên ku xwe ji Korona, ya jî wek navlêkirina min ji Go-vîtê diparêzên, ez jî xwe diparêzim.

Şev û rojên min, di nav malê da derbas dibin.

Jinederketina malê jî ne eciz im.

Jiber ku vala nasekinim.

Dema xwe bi çêkirina xwarinê…

Bi guhdarîya muzîkê…

Bi xwendina pirtûkan û temeşekirina fîlm û rêzefîlman va dixemilînim û derbas dikim.

Xwarin û şîranîyên nû dicêribînim û li tamên nû digerim.

Di nav kar û xebata xwe da jî, ji guhdarîkirina muzîkê nabim.

Ji xwe qala dengbêjan nekin, ew parçeyek ji jîyana min in.

Bê dengê Sakiro rojên min derbas nabin.

Rojên ku bi dengbêjan ra derbas nebin, wan ji emre xwe derdixim û nejîyayî dihesibînim.

Lê carcaran li deng û avazên nû jî digerim.

Rastî hunermendên ku ji kûrahîya dil deng didin û distirên, werim.

Bi deste wan digirim û wan jî di nav civata dengbêjên xwe da bicîh dikim.

Bi destpêka ev sala bêyom va hunermenda Kurd, Rewşen Çelîker bala min kişandibû.

Di van rojên di bin desthilatîya Go-vîtê da jî li albûma wê ya bi navê “Tov” guhdarî dikim.

Deng û avazên wê yê otantîk min dibin dema zaroktîya min.

Ew demên ku bi guhdarîkirina kilam û stranên ji Rewanê derdiketin û bi bayê êvarê ra li seranserê Serhedê belav dibûn…

Di dengê Rewşenê da jî çoş û geş a wê deme dibinim.

Dema ku xemgînî derkeve pêş, bere xwe didim “Mala Minê” û li lîstika keç û xortên Kurd temaşe dikim.

Bi hebûn û hûnera wan şa dibim û bi lîstik û henekên wan dikenim…

Êvaran dikevim nav Wêje ya Kurdî û gera xwe bi çîrok û romanan dixemilînim.

Di “Dilname” ya Newaf Mîro da dengê nalîna evîna yekalî dibihîsim.

Di kurahîya nalînên wî da bi sêwîtîya xwe dihesim û di berxwe da dinalim.

Dema ku Dilname diqede, nalîn jî tê birrîn.

Serê xwe bilind dikim û li derdora xwe dinêrim.

Di bêdengîya şevê da rastî “Lehengê Tazî” têm.

Bi lehengê Tazî, Keleşê Reş, ra derdikevim serê çol û çîyan.

Di nav gelî û newalan ra derbas dibim.

Dikevim nav civata mîr û paşayan û li kêleka Keleşê Rêş rûdinêm.

Di civatê da „Gotinên Gunehkar“ dibihîzim.

Li pey Gotinên Gunehkar dikevim û li şopa wan digerim.

Derdikevim serê rê û dirban.

Di dawîya her rêyekê da şiverêyên nû derdikevin peşîya min.

Rêwîtîya min a dirêj da, rê lihev, şiverê jî li rê zêde dibin.

Di nav welatên bîyanî da û di sînorên xerîb ra derbas dibim.

Jibo jîyaneke aram…

Di şeverêşa şevê da li çirûska hîvê, di ronahîya rojê da jî li sîya darekê digerim.

Ne rêwîtîya min diqede, ne jî eş û jana dilê min kêm dibe.

„99 Morîkên Belavbûyî“ li ber çavên min peyda dibin.

Morîyên sor ên ji tayê sipî pekyayî…

Bi tovkirina morîyan ra rojeka din jî diqede…

Weke îro ro hêdî hêdî bilind dibe û diçe ava.

Tarî dikeve erdê.

Êvar dest pê dike…

Ji dûr va, di nav Tov a Rewşenê da dengê Gulizerê tê…

Dikişim kuncikê xwe û weke mirîşka ku li ser pûnika xwe dimelise, ez jî di şûna xwe da bêdeng û bêtevger dimînim û li deng û avazên Rewşenê guhdarî dikim.

Stran diqede, ez li pey bejn û bala Gulîzerê dikevim…

Bi ken û henekên ji Mala Minê tên, ji xewn û xeyalên xwe şîyar dibim.

Gulîzer wenda dibe, komek keç û xortên Kurd derdikevin ser ekranê televîzyonê.

Ew diaxifin û distirên…

Dilîzin û qilf û henekên xwe bihev dikin.

Ez bi kirin û kiryarên wan dikenim.

Kenên ji dil û bi Kurdi…

Ne Go-vît derdikeve pêşîya min…

Ne jî vîrûs tê bîra min…

Ger ku hûn jî dixwazin ji bin desthilatîya Go-vîtê bifilitin, lixwe û li zimanê xwe yê şêrîn vegerin.

Guhê xwe bidin kilam û stranên hunermend û dengbêjan, bi xwendina çîrok û romanên Kurdî şev û rojên xwe bixemilînin û ji wan tama şîrê dîya xwe bigrin. Dûra pişta xwe bidin paldankê û bi temaşekirina Mala Minê va jî bikenin…

Kenên ji dil û bi Kurdî…

28.03-2020

ikramoguz@navkurd.net