Kerkûk û Kobanê…
Duh, roja yekê Mijdarê, sê sal berê wek „Roja Kobanê“ hatibû îlankirin.
Sê sal berê, hêza YPGê bi berxwedan û tekoşîneke balkêş, li dijberî DAIŞê şer kir û bi ser ket.
Di dema şer da Dewleta Tirk û hevalbendên wê dem dijmartin û digotin, „Kobanî, zû ya jî dereng wê bikeve…“
Daxwaza neyaran neyaran nehat cîh.
Şabûna wan di dilê wan da ma.
Kurd li Kobanê bi ser ketin û bajêr bi dest xistin.
Di dema şer da hêzek ji Pêşmerge, bi çek û rextên giran va ji Başûr derketin, ser axa Bakûr ra derbas bûn û li Başûr, li Kobanê di nav enîya şer da cîhê xwe girtin.
Di serkeftina Kobanê da rol û tesîra hêza Peşmerge çibû, ya jî çiqas bû, ez naxwazim li ser vê babêtê bisekinim.
Lê bi alîkarîya Pêşmerga ya ji bo Kobanê, Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê cara yekem ewqas nêzikî hev bûn.
Ji bo yekitîyeke neteweyî ,bîr û bawerîya wan xurt û dilşa bûn.
Ji derîyê Îbrahîm Xelî heta Kobanê, Kurdên ku heta wê rojê bi awayeke wek iro li Pêşmerge dinihêrîn, bi al û sirûda Kurd pêşwazî li hêza Pêşmerge kirin.
Di navberê da du sal derbas bû.
Ew dîmena ku bi reng û helwesta xwe, hestên Kurdayetîyê xurt dikir, hate jibîrkirin.
Du sal şûnda pêvajoyeke nû dest pê kir.
Roja 16ê Cotmehê Kerkûk bi awayekî ji destê Kurdan derket.
Hezên Iraqê ji salan şûnda careke din di Kerkûkê da bi cîh bûn.
Bêguman ketina Kerkûkê ji îro da , di dilê Kurdan da wek birîneke kur cîh girt û digre.
Di wê rojê da çi bû û çi qewimî?
Kî Kerkûk firot?
Kî li firotina wê temaşe kir û bêdeng ma?
Kî bi ketina Kerkûkê va şa bû û hê jî şa dibe?
Sedîsed nebe jî, gelek tişt li ber cav in û tên zanîn.
Tiştên ku hê ne zelal in û nayên zanîn jî, wê di pêşerojê da zelal bin.
Ji bo vê yekê jî dem û bedelek pêwîst e.
Lê ya ji îro da tê zanîn ev e ku, çawa bi serketin û xilaskirina Kobanê va çar parçeyên Kurdistanê azad nebûn, bi ketina Kerkûkê va jî hemû serkeftîyên wan pûç nebûn û nabin…
Li Başûr û Bakûr, li Rojava û Rojhilat, li seranserî Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê hê rêyeke dûr û dirêj li pêşîya Gelê Kurd sekinîye û qedera herçar parçeyan jî bi hev ra girêdayî ye.
Serketîya parçeyek, ya yên din nêzîk dike…
Binketîya parçeyek jî, ya yên din dirêj dike.
Neyar vê yekê baş dizanin û gor wê ji îro da tevdîra xwe digrin, heta ku ji destê wan were, hemû rê dirban dixitimînin.
Dewleta Tirk, li Rojava rê li ber Bakur digre.
Îran, li Başûr rê li ber Rojhilat dixitimîne.
Tirk û Ecem li Rojava neyar in, li Başûr dost û heval in.
Başûr kulîn, Rojava derîyê Kurdistanê ye…
Ew derî vekirî nebe, Bakûr û Başûr, ji Bakûr û Başûr ji yek xilas nebe, Rojhilat difetise.
Dewleta Tirk cîhê bîla bê sebep, di navbera kantonan da xetê nakişîne.
Tirk û Ecem û Ereb cihê bîla bê sebep, bi korîdorek Başûr û Rojava ji hev naqetînin.
Neyar, dema ku Kurd gavek pêşda bavêjin, hemû nakokîyên xwe didin alîkî û bi hev ra tevdigerin.
Pîlan û programên demdirêj dikin û rê li Kurdan digrin.
Kurd jî hê rojane dijîn û rojane difikirin.
Yek dibêje:
„Min xilas kir, te firot…“
Yek dibêje:
„Ez Kurd im, ew xayîn e…“
Yekî din jî dibêje:
„Ez şervan im, hûn rehwan in..“
Mixabin, ne kes xeletî û kêmasîyên xwe, ne jî kes serkeftîyên kesên din dibîne…
Çawa ku du sal berê hin Kurdên ku li benda ketina Kobênê sekinîbûn, hebûn, îro jî hin Kurdên bi ketina Kerkûkê va şa dibin, hene.
Fikr û nêrînên wan, hêz û partîyên wan ji hev cûda bin jî, ew di helwest û tevgerên xwe da wekhev in.
Heger ku armanc Kurdistaneke azad û serbixwe be, kurdê ku bi xilasbûna Kobanê va çiqas şa bûye, îro bi radestîkirina Kerkûkê va jî divê ewqas ber xwe bikeve…
Dijberîya Kobanê hevalbendîya bi Erdoxan ra be, ya Kerkûkê jî hevalbendîya bi Îbadî û Rohanî û Erdoxan ra ye.
Jiber ku serketî û binketîya her kurdekî, hinek jî ya yê din e…
02.11.2017