Kurd û Roja Dayîkan…
Îro roja dayîkan e.
Bêguman pirranîya kesên li vê dinê dijîn, gor şert û mercên civaka xwe, roja dayîkên xwe pîroz dikin.
Hinek bi baqek gulên rengîn…
Hinek bi taştêyeka taybet…
Hinek jî bi dîyarî û peyvên ji kurahîya dil…
Kurd jî li vê dinê dijîn û ew jî vê rojê pîroz dikin.
Mafê wan e jî.
Jiber ku ev roj ne tenê roja dayîkên ji vî û wî miletî ne.
Ev roj roja hemû dayîkan e, ku dayîkên Kurdan jî pîrozbahîya vê rojê, zêdetir heq dikin.
Jiber ku, ew ne tene zarokên xwe neh meh di zikê xwe da gerandin, bi şîrên xwe yên şêrîn mêjandin û mezin kirin.
Dem hat, jibo ku dengê zarokên xwe bibihîzin, şev û rojên xwe li derê heps û zîndanan derbas kirin.
Dem hat, zarokên wan derketin serê çîyan û ji welatê xwe dûrketin, ew bi hesreta zarokên xwe va kilkilîn û çavvekirî çûn…
Min di saxîya dîya xwe da ev roja wê pîroz nekir.
Di dema zarokatîya min da ne ez, ne jî dîya min ji vê rojê hayîdar bû.
Di xortanîya xwe da ji hebûna vê rojê hesîyam, wê demê jî digotin, „ev roj ji alî kapîtalîstan va hatine îcatkirin û armanc jî jibo kar û qezenca wan e…“
Loma wek kesên ku xwe şoreşger dihasibandin, ez jî ji pîrozkirina vê rojê dûr disekinîm…
Dem û demsal derbas bûn…
Nêrîna di derbarê vê rojê da jî hate guhartin.
Mixabin, îro ji kapîtalîstan zêdetir şoreşger li vê rojê xwedî derdikevin û pîroz dikin.
Ez bixwe, dijberî pîrozkirina vê rojê jî nînim.
Xwezil bi canê wi/wê kesî, ku di salê da carekê be jî bi baqek gulên rengîn serlêdana dîya xwe dike, bi çend peyvên ji kûrahîya dil, dilê dîya xwe digre û, wê şad û dilşa dike…
Ya jî bi pîrozkirina vê rojê, salê da carekê be jî dîya xwe bibîrtîne û sêwîtîya xwe jibîr dike…
Lê pirranîya Kurdên Bakûr vê yekê nakin.
Wêneyê dîya xwe li ser facêbookê parve dikin û di binî da jî bi zimanê dayîkên xelkê roja dayîka xwe pîroz dikin.
Wêneyên dayîkên Kurd û nivîsên bi zimanê dayîkên xelkê…
Dayîkên me hemûyan dişibin hev.
Jiber ku hemû Kurd in…
Rû û rûçikên wan, nêrîn û xemgînîya wan, kitan û girêdana kitanên wan, mîna zimanê wan ên zelal û şêrîn wekhev in.
Pirranîya wan xêncî zimanê xwe, zimaneke din jî nizanin.
Yên bizanibin jî, dîsa pirranîya wan nikarin nivîsên bi zimanê dayîkên xelkê bixwînin.
Loma dibêjim, gelo ew dayîkên ku ev roja wan ji alî zarokên wan va bi zimanê dayîkên xelkê tên pîrozkirin, ger ku miribin, serê xwe ji gorê rakin û mîna yên sax li facebookên nebîyên xwe, weneyên xwe yên bedew û nivîsên di bin da hatine nivîsandin bibînin, ewê nebêjin:
„Kurê min/qîza min, ev çi sosretîye te anîye serê min. Te wêneyê min, bi peyv û gotinên dayîkên xelkê xemilandîye. Lê ez nizanim, ku te pesnê min da ye, ya jî te qilf û henekên xwe bi min kirîyê?..“
Gelo Kurdên zimanTirk wê bersivek çawa bidin dayîkên xwe…
Bi rastî ez jî qasî dayîkên me yên birûmet meraq dikim…
Jibo ku rûbirû pirsek wiha nebim, cara yekem be jî, ez jî roja dayîka xwe û hemû dayîkên Kurd pîroz dikim.
Jiber ku ew ji hemû dayîkên cîhanê zêdetir pîrozkirinê heq dikin…
10.05.2020
ikramoguz@navkurd.net