Kurdan Serokomarîya Iraqê bidestxist, Ereban jî îradeya wan…
Kurdan Serokomarîya Iraqê bidestxist, Ereban jî îradeya wan…
Dema weşanê: Rezber 4, 2018, 5:23 Dîtin: 572

Piştî têkçûna Sedam Iraq ji nû va hate dîzaynkirin.

Gor dîzayna nû sê postên payebilind di nav Kurd û Ereban’da hate parvekirin.

Ji para Kurdan ra postê serokomarîyê, ji Erebên Şie ra postê serokwezîrîyê, ji Erebên Sune ra jî serokatîya parlamenê ket.

Gor vê parvekirinê her alî, di mala xwe da kesekî ji bo postê para xwe hildibijart û yên din jî ew qebûl dikirin.

Heta nuha jî ev yek bi vî rengî bi rêve çû.

Ji bo postê ku ji Kurdan ra hatibû kifşkirin, du caran Celal Talabanî, piştî wî carek Fuad Masum hate hilbijartin.

Celal Talabanî û Fuad Masum, herdu jî ji YNKê bûn.

Jiber ku di parvekirina navmalî da Serokatîya Kurdistanê ji PDKê ra, Serokomarîya Iraqê jî ji YNKê ra ketibû.

Salek berê, piştî referandûma serxwebûnê dubendîtîya navmalî careke din rû da û mala Kurd tevlihev bû.

Ereban dest dan ser Kerkûkê û dilê Kurdistanê bi alîkarîya hinek Kurdan, ji Kurdistanê qetandin.

Ji alî Tirk û Eceman va Başûrê Kurdistanê hate dorpeçkirin.

Mesûd Barzanî dest ji serokatîya Kurdistanê berda û postê serokatîyê ji holê rabû.

Hukmê parvekirina navmalî ya ku 15 sal berê hatibû kirin, nema.

Ji bo parvekirineke ji nû va jî bi hev nekirin û ji bo postê serokomarîya Iraqê YNKê Berhem Salih derxist pêş, PDKê jî Fuad Husên…

Jiber vê yekê biryardayîna ji bo vî postî jî ji destê Kurdan derket û kete destê Ereban…

Sedem tevlihevîya navmalî ya Kurd, Ereb neynikên xwe lihev xistin û şa bûn…

Kurdan jî tenê şabûna wan dîtin û bi wê şabûnê xapîyan…

Her alîyek Kurd, bi heyetên payebilind û bi kesên giregir xwe xemilandin û berê xwe dan Necef û Bexdayê…

Li hizûra çapemenîyê li ser yekitî û bihêzbûna Iraqê axifîn…

Li pişt derîyên girtî ji Ereban ra çi gotin û çi soz dan, ew jî tenê Ereb û Xwedê dizanin…

Lê ya ku em dizanin ev e:

Di dawîyê da Erebên Şie û Sune di şûna Kurdan da biryar dan û postê serokomarîya Iraqê li ber lingên Berhem Salih raxistin.

Bi vî awayî Berhem Salih postê serokomarîya Iraqê bi dest xist, Ereban jî îradeya hemû Kurdan…

Bi awayekî din, postê serokomarîyê îro çiqas dibinê Kurdan da be jî tapûya wî careke din ket destê Ereban. Kîngê dilê Ereban bixwaze, ew dikarin wî postî ji bin qûna Kurdan bikişînin û li ser erdê rût û tazî bihêlin.

Hûnê bêjin gelo Fuad Husên biba serokomar wê çi biqewimîya?

Gor raya min tu tiştek ferq nedikir…

Bi serokomarîya Fuad Husên va ne Kurdistan ji Iraqê diqetîya û serxwebûna xwe îlan dikir, ne jî bi serokomarîya Berhem Salih Kurdistan ji binî va tê firotin…

Jiber ku astengîya rê li ber serxebûna Kurdistanê girtîye/digre, ne bidestxistina postê serokomarîya Iraqê, ne jî bi encama hilbijartina parlamen û postê serokwezîrtîya Kurdistanê va girêdayî ye…

Astengîya herî mezin, hebûna du artêşên bi navê pêşmerge ne, ku ew her yek jî bi partîyek va girêdayî ne…

Bêgûman, Kurdistan a Azad bi xwîn û tekoşerîya pêşmergeyên qehreman va azad bû.

Axa azad îro jî bi saya wan tê parastin…

Lêbêlê di ser azadbûna axa pîroz ra bistûheft sal derbas bûn.

Di nav van salan da partîyên Kurd nêzikî hev bûn…

Dawî li şerê birakûjîyê hat û ew bû dîrok…

Parlamen û hukumetên herêmî avabûn û dû ra bûn yek…

Jibo Kurdistaneke serbixwe referandum hate lidarxistin…

Lêbêlê herdu artêşên ku her yek bi partîyek sereke va girêdayî, hê jî hebûna xwe didomînin.

Di bin rêvebirîyeke mîlî û di nav artêşeke milî da nayên ba hev û pişta xwe nadin hev…

Ev yek jî, ne tenê ji bo serxwebûna welat, ji bo parastina welat jî helwesteke xeternak e…

Di welatekî da hebûna ji yekî zêdetir parlamen û hukumetan tiştekî normal e.

Bi taybetî li welatên federal bi dehan parlamen û hukumet hene.

Lêbelê li welatên yekpare jî li yên federal jî tenê arteşek heye ku, ew jî artêşa milî ye.

Divê li Başûrê Kurdistanê jî berî her tiştî artêşeke milî were avakirin û hêzên bi herdu partîyên sereke va girêdayî jî di nav û di bin rêvebirîya wê artêşê da cîhê xwe bigrin…

Heger hukumeta nû ya ku piştî hilbijartinê ava dibe, vê yekê ji xwe ra wek armanca herî sereke bibîne û bîne cîh, Başûrê Kurdistanê gavek daha nêzikî serxebûnê dibe…

Ger ku ev yek neyê kirin, bûyera ku salek berê li Kerkûkê qewimî û li seranserî Kurdistanê belav bû, li derekî din dubare bibe, wê gavê ne Kurdistan dimîne ne jî pêwîstîya parastina ji bo wê…

Li ser postê serokomarîya Iraqê Salih jî, Husên jî, kesek bi navê Talabanî û Barzanî jî rûnê vê rastîyê naguherîne…

03.10.2018

[email protected]