Kurdên bêxwedî û bêxwedan...
Kurdên bêxwedî û bêxwedan...
Dema weşanê: Gelarêzan 13, 2017, 12:59 Dîtin: 555

Kurd li vê dinê bêxwedî û bêxwedan in...

Heger erdhejandin ji Xwedê be, xuya ye Xwedê ji li Kurdan xwedî dernakeve...

Halbûkî tu miletekî din, qasî miletê Kurd Xwedê bi navekî watedar bi nav nekirîye.

Xweda...

Ji xwe tê...

Ji xwe dide...

Ji xwe xwedî derdikeve...

Mirov dikare bi hezar awayî şirove bike...

Mixabin heta nuha wek navê xwe li gelê Kurd xwedî derneket û tenê lê hate xezebê...

Duh jî wusa bû, axa Kurdistanê weke hêlkan hejand...

Roja 12 Mijdarê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê erd ser û binê hev bû.

Gor ragihandina rêvebirên Herêma Kurdistanê û ajansan erdhejandina bi bi dijwariya 7.6 Rêxterê zirar û zîyaneke mezin daye herêmê.

Li Rojhilata Kurdistanê zêdetirî 300 kesan canê xwe ji dest dane, nêzikî 2 hezar kes jî birîndar in.

LI Başûrê Kurdistanê jî 7 kes cane xwe ji dest dane, qasî 300 kes jî brîndar bûne...

Wezîrê Tendurustî yê Herêma Kuridstanê Dr. Rêkeft Hemereşîd radigihîne ku ew kesên birîndar bûne, gihandine nexweşxaneyan.

Li Rojhilatê Kurdistanê ziyana canî û madî mezin e.

Li gorî ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, di encama erdhejê de li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ji 300 kesî zêdetir hemwelatiyan canê xwe ji dest dest dane û  ji 2500 kesî zêdetir jî birîndar bûne.

Hejmara qurbaniyên li sînorê Kirmaşanê wiha ye: Li Ezgelê 4 kes, li Gaware 3 kes, li Kirind 13 kes, li Serpêlê Zehaw 97 kes, li Sawlasê 9 kes û li Îslamabadê 13 kes, li Qesra Şîrîn 2 kesan ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane.

Di dema bêçaretîyê da dibêjin:

„Qeza û bela li ser hev da tên...“

Îsal li Kurdistanê jî wusa bû.

Li ser serê Kurdên belengaz qeza û bela kêm nebûn.

Hê birîna belayeke navxweyî sar nebûye, qezayeke xwezayî di ser da hat.

Gor agahdarîyên ajansan, mirî û birîndar pirr in...

Xanîyên hilşyayî, gund û bajarên wêran...

Gelê bêxwedî bêxwedan...

Kurd, Kurdên li seranserî dinê, bi destpêka havînê va xwe di nav xewneke xemilandî da dîtibûn...

Xewna xwe bi xeyalên xwe yên ji zaroktîya xwe dixemilandin û pey şa dibûn.

Xwe, ji bo jîyana li Kurdistaneke serbixwe da, amade dikirin.ê

Mixabin bi belayeke navxweyî va ji xewna xwe hişyar bûn.

Xewa wan revîya û xeyalên wan jî di nîvî da man.

Ji birîneke kûr êşîyan û xemgîn bûn.

Bixwe ve hatin, dest avêtin birîna xwe ku derman bikin.

Mixabin êşa birîneke din dest pê kir.

Birîneke xezayî...

Erd û ezman lerizîn...

Di sar û seqema payîzê da...

Bi sedan mirî, bi hezaran birîndar...

Gund û bajarên wêran...

Zar û zêç, kal û pîrên bêçare û belengaz...

Kurdên bêxwedî û bêxwedan...

Di nav lepên neyaran da bênav û bêwelat...

Heger ku ev jî qeder be, divê hezar car nalet li vê qederê were..

13.11.2017

[email protected]