Kurdno Werin Govendê!…
Salan berê wek rîwayet dihat vegotin.
Min bi xwe jî ji Kurdekî Başûrî bihistibû.
Dem salên 1970ê, cîh jî Başûrê Kurdistanê.
Dewleta Iraqê di bi desthilatîya Sadam da şerê Kurdan dike.
Leşkerên Sadam bi tank û topan berê xwe didin Kurdan.
Kurd xwe davêjîn ber bextê çîyan…
Çîyayê Kurdistanê careke din li Kurdan starîyê dike.
Her pêşmergeyek li pişt kevirekî da dikeve kozikê û bi keleşan xwe diparêzin.
Leşkerên Sadam bi tank û topan, pêşmerge jî bi keleşan şerê hev dikin.
Kurd bi mêrxasî berxwe didin.
Şer bi rojan dikude…
Serleşkerên Artêşa Sadam bêçare dimînin.
Şêwirmendekî Amerîkî digihîje hawara wan.
Bi şêwirmend ra dişêwirin.
Şêwirmend, ji wan ra dibêje; „Şer rawestînin û herin ji Bexdayê daholvan û zirnevanekî bînin…“
Seleşkerên Sadam tiştekî ji pêşnîyara şêwirmend fam nekin jî, daxwazî wî tînin cîh.
Rojek şûnda daholvan û zirnevanê ji Bexdayê tên, gor daxwaza şêwirmendê Amerîkî, bi meqamên govendê li dahol û zirnê dixin…
Bi dengê dahol û zirnê va pêşmergeyên Kurd ji kozikên xwe derdikevin, dikevin milê hev, keleşên xwe jî weke pêjgir li ba dikin û direqisin.
Bi reqasa wan ra leşkerên Sadam dest bi gulebaranê dikin û bi wî awayî hemûyan dikujin…
Dû ra şêwirmend li serleşkerên Sadam vedigere û dibêje; „Ger ku mirov dijber an jî neyarê xwe baş nas bike, serkeftin jî ewqas hêsan dibe…“
Heger Kurd hê bi ser nekeftibin, hê îro jî bindest bin, sedema neserkeftin û bindestîyê yek jî ev e.
Neyar û dagirkerên Kurd, Kurdan baş nas dikin.
Yên baş nas nekin, ew jî bi kesên ku Kurdan baş nas dikin ra dişêwirin û kêmasîya xwe ji holê radikin…
Gelo Kurd jî neyar û dagirkerên xwe baş nas dikin?
Ya jî ji bo vê yekê bi kesên pispor û zana ra dişêwirin?
Ez bawerim, na!
Kurd ne neyar û dagirkerên xwe baş nas dikin, ne jî bi kesên pispor û zana ra dişêwirin.
Ji ber ku her kurdek, bi taybetî jî sîyasetvanên Kurd, di her xalî da xwe pispor û zana dibînin…
Ji bo vê yekê ye ku Kurd li qada şer bi mêrxasî şer dikin, mixabin bi gotineke neyarên xwe dixapin û têk diçin.
Loma, dîroka tekoşîna Kurd, dîroka têkçûyînê ye…
Weke Cemîlê Çeto, carcaran bi kêmasîya xwe bihesin û poşman bibin jî, dereng dimînin…
Carcaran firsendên ku bi pişadî dikevin dest, wan jî bikar naynîn.
Çima ev rîwayet a ku bi salan berê bihîstibû, îro dinivîsînim?
Ji ber ku, Kurd hê jî bi dengê dahol û zirneya neyarên xwe direqisin û serê govendê dikişînin…
Çend roj e li rojnameyên Tirkan dinihêrim.
Gor agahîyên ew didin, piştî şerê Efrînê leşkerên Artêşa Tirkiyê careke din rîya Başûrê Kurdistanê kirine rîya avê…
Bi kurahîya 30 km yî ketina nav axa Başûrê Kurdistanê û gor dilê xwe operasyonên xwe yên leşkerî didomînin.
Di nav gund û navçeyên Kurdistanê cirîdê davêjin…
Ji Başûrîyan tu dengek dernakeve…
Hemû kerr û lal in…
Ji xwe Kerkûk û Efrîn, ji alî hemû Kurdan va hatîye jibîrkirin…
Têkçûyîna her du bajaran jî, ji îro da, di nav dîroka têkçûyî ya Kurdan da cîhê xwe girtin…
Hefteyeke rêvebirên Tirk, qala dek û dolabên xwe yên ji bo Minbîçê dikin…
Pîlan û programên xwe yên bi neyartîya Kurdan dixemilînin, di televîzyon û rojnameyên xwe da, bi dengê dahol û zirnê eşkere dikin…
Kurdên Bakûr jî wek Kurdên Başûr bêdeng in.
Kerr û lal in.
Ew jî ji eşqa dengê dahol û zirnê, gotinên rêvebirên dewleta Tirk nabihîzin…
Ji bo daweta Tirkan di kûçe û kolanên Kurdistanê da ketine milê hev û direqisin.
Sergovend, serê govênde ber bi Enqerê dikişîne…
Kurd jî şîna xwe daye alîkî û di şahîya Tirkan da xwe dihecîne…
Roja 24ê Hezîranê ev govend jî diqede…
Tirk careke din dîsa digihîje miradê xwe…
Kurd jî wek herdem li ser erdê sar, xwe tût û rût dibîne…
02.06.2018
ikramoguznavkurd.net