Li ser nehatina Nêçîrvan Barzanî…
Roja 18ê Tebaxê, li Enqerê kongreya AKPê hate lidarxistin.
Nêçîrvan Barzanî jî ji bo vê kongreyê hatibû dawetkirin.
Bi rastî, wek herkesî çavê min jî li hatina Neçîrvan bû.
Ji roja berî kongrê va ez di nav rojnameyên Tirkan da nûçeyên li ser hatina Nêçîrvan gerîyam.
Di derbarê hatina wî da rastî tu nûçeyek nehatim.
Ez ji çavên xwe ketim şikê, hêmû rojname dûbare kir, lê dîsa jî tiştek nedît.
Rûdaw hate bîra min.
Dest ji rojnameyên Tirkan berda û berê xwe da Rûdawê…
Rûdaw ku, Erdogan tirr bike tirra wî jî weke nûçe tê da cîh digre!
Rûpela Rûdawê vebû, çi bibînim, di derbarê kongreya AKPê da sê nûçe li pêy hev rêzbûne.
Di ya yekî da hatina Erdogan a kongreyê, bi wêneyan hatîye xemilandin…
Ya duduyan da axaftina wî ya di kongreyê da dûr û dirêj hatîye dayîn…
Ya sisîyan jî di derbarê heyeta PDKê da bû, heyeta ku di bin serokatîya Fazil Mîranî da çûbû Enqerê û beşdarî kongreya AKPê bibû…
Bi xwendina van her sê nûçeyan va şik û mika min ji holê rabû.
Şûna şikê tatêlê girt…
Gelo çi bû?
Ya jî çi qewimî?
Nêçîrvan vê carê îcabî daweta Erdogan nekir, nehat Enqerê û beşdarî kongre ya AKPê nebû.
Li ser vê yekê dûr û dirêj fikirîm.
Dû ra biryara xwe da û dest bi vê nivîsê kir.
Yek ji rêbazên rojnevanîyê ye…
Dibêjin, „heger kûçik mirovekî gez bike ev yek nûçe nîne, lê mirov kûçikekî gez bike wê gavê bûyer nûçe ye…“
Loma nehatina Nêçîrvan ya Enqerê ji bo min hêjayî nivîsandinê ye.
Heger bihata Enqerê û beşdarî kongre ya AKPê biba, evqas zêde bala min nedikişand.
Bi nehatina wî li alîkî şa bûm, li alî kî jî di derbarê wî da ketim şikê…
Jiber ku Nêçîrvan Barzanî rîya Tirkîyê kiribû rîya avê.
Rojek li Enqerê bi Erdogan ra…
Roja mayîn jî li Stenbolê, bi zavayê Tirkan ra gera wî ya li Nîşantaşîyê di rojnameyên Tirkan da cîh digirt.
Piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê rîya Tirkîyê li Nêçîrvan hate birrîn.
Hema hema salek derbas bû, ku di wê mabeynê da tenê carek di ser Tirkîyê ra derbasî welatên Europa bû.
Piştî hilbijartina 25ê Hezîranê, Erdogan ji bo beşdarîbûna merasima sondxwarina xwe Nêçîrvan jî dawet kiribû.
Nêçîrvan îcabetî daweta wî kir û bi lez û bez berê xwe da Enqerê û bi rê ket.
Mixabin li Enqerê weke mavanekî bêdawet muamele dît.
Ne di nav lîsteya mêvanên bîyanî da navê wî cîh girt, ne jî di nav wêneyên mêvanan da bejna wî ya dirêj xûya kir.
Tenê hatin û beşdarbûna wî di rojnameyên Tirkan da cîh girt…
Li ser kirin û kiryarên Erdogan yên piştî referandûmê, hatina Nêçîrvan û muameleya ku di mevantîya xwe da dîtibû, dilê min êşand.
Got fam û feraseta xwe li sedemên hatina wî gerîyam…
Dorpeçkirina Kurdistanê da berçav, êşa min zêde bû…
Li ser bêçaretîya Kurdan sekinîm, êşa min bû birîn…
Diplomasî hate bîra min, birîna min xwîn da…
Çil û yek roj derbas bû.
Jibo beşdarbûna kongreya AKPê careke din hate dawetkirin.
Cara ewil e, ku Nêçîrvan îcabetî daweta Erdogan nekir û nehat.
Eşa min a ku çil û yek roj berê bi hatina Nêçîrvan dest pê kiribû, roja 18ê Tebaxê jî bi nehatina wî hinek kêm bû.
Sedema nehatina wî çi dibe bile bibe, ez bi nehatina wî dilşa bûm.
Ez jî dizanim û dipesinînim, dîplomasî ji bo gelê bindest û mezlûm karekî pêwîst e.
Lêbelê çûyîn û hatina gor daxwaza dilê dagirker û xwînxwaran ra jî dîplomasî nayê gotin.
Jiber ku dîplomasî karekî beramber û dualîye…
Bi dîplomasîya yekalî va mirov rezîl dibe, bi ya beramber û dualî va jî wezîr dimîne…
Nêçîrvan Barzanî jî îjar wek Serokwezîrê Kurdistanê bi helwesteke dîplomatîk tevgerîya û îcabî daweta Erdogan nekir.
Bi nehatina wî va Erdogan çi difikire, ez nizanim…
Lêbelê ez kêfxweşbûm…
19.08.2018