Miletê ku zimanê xwe wenda bike, hişê xwe jî wenda dike!
Miletê ku zimanê xwe wenda bike, hişê xwe jî wenda dike!
Dema weşanê: Rêbendan 15, 2020, 8:19 Dîtin: 481

Di nav Kurdan da parêzer û bijîşk heta ku bibêjî pirr in.

Aborînas û endezyar, hunermend û nivîskar jî kêm nînin.

Hokarên wan çi dibin bila bibin, bila bê îstisna ji xwe hemû Kurd sîyasetvan û ronakbîr in.

Ji kû tê nizanim, her Kurd ê ku di nav sîyasetê da cîh digre, xwe ronakbîr bi nav dike.

Loma sîyasetvanî û ronakbirîya Kurdan mîna nîr û kulabe, bi hev ra girêdayî ne.

Lê hinek hokar hene, ku mîrov tê da Kurdekî nabîne…

Weke pirtûkxanevan…

Heta roja îro min tenê du pîrtûkxanevanên Kurd nas kir.

Ji wan yek, cîhê wî buhûşt be, Kaya Muştakhan bû, ku di salên 90î da li Stenbolê min ew nas kiribû û bi hevnasîna wî û ji sohbeta wî pirr û pirr kêfxweş bibûm.

Yê din jî Amed Demirhan e, ku wî jî ji dûr va nas dikim û di derbarê kar û xebatên wî da bi rîya çapemenîyê agahdar dibim.

Demîrhan di sala 2001î da li Amerîkayê Pirtûkxane ya Broward Countyê da dest bi karê pirtûkxanevanîyê dike.

Di sala 2006an da tê Hewlêrê û li wir serpereştiya avakirina Pirtûkxaneya Zanîngeha Kurdistanê dike.

Ev pirtûkxane, di dema avakirinê da yekem pirtûkxane ye, ku li seranserê Rojhilata Navîn tê da înterneta bê sansûr û serbest hebûye.

Demîrhan di sala 2011an da jî li Nijeryayê wek rêvebirê Pirtûkxaneya Zanîngeha Amerîkayê dixebite. Di eynî salê da bi xelata Yekitîya Pirtûkxane ya Amerîkayê ya Navdewletî tê xelatkirin.

Demekî berê, di Rûdawê da rastî hevpeyvîna ku bî Amed Demîrhan ra hatibû kirin hatim.

Demîrhan ddi derbarê pirtûkxanevanîyê da agahîyên gelek girîng dide û dibêje; di dîrokê de yekem pirtûkxane li Kurdistanê hatîye avakirin.

Pirtûkên herî ewil li Kurdistanê û li ser qafikan (mîna ceran) hatine nivîsandin ku dîroka wan digihîje 2 hezar sal beri zayînê.

Ji wan qafikan çend hezar li Kurdistanê hatine peydakirin û di wan da peywendiyên bazirganî yên di navbera Misrê û Sumeriyan da rû dane, cîh digrin.

Herwiha li ser wan qafikan peyman û qanûnên wê demê jî hatine nivîsandin.

Gor agahîyên ku Demîrhan dide, li Rojhilata Navîn pirtûkxane ya herî ewil li Amedîyê, ji alî Sultan Husên va û di sala 1532an da hatîye avakirin.

Ew jî Pirtûkxane ya Zanîngeha Qopanî ye, ku avakirina wê 104 sal beriya Zanîngeha Harvardê ye.

Demîrhan dibêje; berî Qopanîyê jî li Kurdistanê, bi taybetî li Bedlis, Amed û Soranê zanîngeh hebûne, lêbelê zanîngeha Qopanî ya herî navdar e.

Şerefxan Bedlîsî, Evliya Çelebî, Katib Çelebî di pirtûkên xwe da qala Pirtûkxane ya Qopanî kirine û gelek pesnê wê dane.

Wek tê zanîn, pirtûkxane bingeha medreseyan bûn, ku di medreseyên Kurdistanê da jî ne tenê perwerdeyî ya olî, ya ilmî jî dihate dayîn. 

Halbûkî di medreseyên Osmaniyan da heta destpêka sala 1800an tenê perwerdeyî ya olî cîh digirt.

Di derbarê dîroka nivîsê da jî Amed Demîrhan dibêje, yekem car nivîs li Kurdistanê hatîye nivîsandin û di vî warî da ti nîqaşek jî nîne.

Mirov dema ku ev agahîyên dîrokî û bêhempa dibihîse û dixwîne, wê gavê bi dewlemndîya dîroka xwe kêfxweş û serbilind dibe…

Lê dema ku berê xwe vedigere û li rewşa îroyîn dinihêrê, wê gavê jî, ewqas ber xwe dikeve û xemgîn dibê.

Rewşa me ya îro çawa ye?

Werin di derbarê vê yekê da jî em guh bidin Zana Farqînî.

Roja 11ê Çile, ji vir mehek berê, li Amed Komaxeta Zimanê Kurdî hatibû lidarxistin û qasî 300 kes beşdarî wê komxebatê bibûn, ku ji wan yek jî zimanzan Zana Farqînî ye.

Zana Farqînî di komxebatê da bal dikişîne ser rewşa ziman û wiha dibêje; „Ji damezrandina Komara Tirk heta roja îro zimanê Kurdî rû bi rû pişaftineke xedar ma. Di nav vî sedsalî da em cara yekemîn dibînin ku zimanê Kurdî sînyala têkçûnê dide û ber bi mirinê diçe. Her çiqas di van salên dawîyê da xwendin û nivîsandina bi Kurdî zêde bibûye jî, pêşeroja ziman ne ronahî ye. Jiber ku zarokên Kurd êdî bi Kurdî qise nakin û bi Kurdî mezin nabin…“

Dîroknas dibêjin, “dîrok hişê miletan e…“

Gor vê hîpotezê mirov dikare bibêje, ger ku dîrok hiş be, pirtûkxane wargeh, ziman jî berdevkê hiş e.

Miletê ku zimanê xwe wenda bike, hişê xwe jî wenda dike.

Wargeh xirab nebe jî, bêxwedî û sêwî dimîne…

15.02.2020

ikramoguz@navkurd.net