Mirina bêwext…
Mirina bêwext…
Dema weşanê: Gulan 4, 2019, 10:56 Dîtin: 842

Sê heval
Sê xortên çeleng
Bi berbanga sibê ra derketibûn serê rê…

Rêyekî dirêj û bi fitl û qîyame
Direvîyan…
Bê westan û bê rawestan
Bê tirs û xof
Bi bîr û bawerîya rojên ronahî
Xwe diavêtin paşila çîyan…

Şewqa rojê xwe dabû Çîyayê Şawelat
Berf dihelîya
Lehî û laser rabibû
Wek ava Çeme Erez diherikî
Û ji kaş û newalan da dihat xwarê…

Sê heval
Sê xortên civan
Di lingên wan da solên reş
Di destê wan da çoyê şivanan
Di berojên kaş û newalan da dişiqitîn
Weke qulungên li ber devê golan
Bi huner gavên xwe diavêtin
Li hember lehî û laserê ditewişin
Bi dengê bayê biharê ra direqisîn
Gavek pêşda, gavek çep û gavek jî rast…

Sê heval
Sê xortên civan
Sê civanên simêlxwîdayî
Di destpêka bihara emrê xwe da
Dê û bavên xwe, axa bav û kalên xwe
Dilketîyên xwe yên ji wan bêhayîdar
Li paş xwe hîştibûn…

Bê çek û bê rext
Di histûyên wan da egalek
Di destên wan da tenê çoyê şivanan
Ji zilm û zordarîyê…
Ji keder û kesera bê xwedîtîyê
Berê xwe dabûn çol û çîyan
Û ber bi pêşerojeke nedîyarî dibezîyan…
Li pêy wan ordîyek ji leşkerên Romê
Bi çek û rext û bi top û tank
Weke zîpika bêwext, gule dibarandin…

Sê heval
Sê xortên çeleng
Sê hevalên ji dema zarokatîyê
Bi danê evarê ra xwe avêtibûn paşila Şawelat

Erd reş
Ezman tarî
Baran û bager
Bi bîhnçikyayî xwe avêtibûn bin baskê kevirekî sîqal
Li ser erdê xalî
Tî û birçî
Bi tirs û xof
Ketibûn milê hev
Pişta xwe dabûn kevirên sîqê sar
Û li hev civîyabûn

Ji sir û seqema bayê biharê diricifîn
Dev û diranên wan lihev diket
Di şevereşa nîvê şevê da berxwe didan
Li dijberî xew a ku ketibû çavên wan
Xewa mirinê…
Mirina bêwext…

ikramoguz@navkurd.net