Misilmanên baqil Xwedê, bê aqil jî xwe dixapînin!
Misilmanên baqil Xwedê, bê aqil jî xwe dixapînin!
Dema weşanê: Êlûn 17, 2018, 1:25 Dîtin: 567

Salan berê digotin; „di dilê kê da çiqas îman û di berika kê da çiqas pere he ye, tenê Xwedê dizane…“

Niha kî çiqas Xwedê dixapîne û di berika wî da çiqas pere he ye, herkes dizane…

Jiber ku, dem û dewran guherî…

Bi guhartina dem û dewranê ra dîn û îman jî hate guhartin…

Di piçûktîya min da şêx û meleyan digotin; riba (faîz) heram e…

Îro ne şêxek, ne jî meleyek qala ribayê dike…

Jiber ku, şêx tîcareta xwe bi ribayê dikin, mele mehanîya xwe ji dehatîya ribayê distînîn…

Riba, di hemû kitêbên muqedes da wek berê cîhê xwe digre, mixabin misilmanan navekî din lê kirine.

Îro di nav misilmaman da navê ribayê bûye, „par a karê“.

Her misilman dikare bi vî navî Xwedê bixapîne û ji hinek gunehên xwe azad be…

Ev yek jî di nav Ereban da dest pê kir û li dinyayê belav bû.

Di destpêka salên 80yî da, bi navê Faîsal Finans û Albaraka, hate Tirkîyê û di nav Tirk û Kurdan da cîh girt.

Sistem çawa dixebitî, bi serpêhatîyek xwe îzah bikim ku, yên ji sîstema aborîyê dûr jî bi hêsanî fam bikin…

Sal 1987.

Min li Teleteknîkê dest bi kar kir.

Teleteknîk fîrmaya Osman Kavala û di nav Holdîng a Kavala da fîrmayeka herî nû û giranbiha bû.

Kompîtur difrot.

Kompîturên bi navê „Amîga“ û „PC“…

Amîga kompîtura lîstikê, PC jî ya ji bo kar bû.

Wê demê li Tirkîyê û li Qibrisê ji sed kompîturên ku dihatin firotinê, ji wan 65 Amîga û PC bûn.

Taybetîyeke Teleteknîkê yek jî ew bû ku, ji rêvebirên wê heta xizmetkarên wê hemû kesên çepgir bûn.

Osman Kavala jî wê demê xortekî çepkir bû, piştî mirina bavê xwe Osman Kavala yê mezin, ji îngilîstanê hatibû û şûna bavê xwe girtibû. Di nav fîrmayê da navê wî hebû lê bixwe tûnebû. Nedihat fîrmayê, heger di heftê da ya jî di mehê da carekî bihata jî xêncî çend kesên rêvebir tu kêsî wî nedidît.

Fîrma ji alî kesên profesyonel va dihat birevebirin.

Ez jî weke berpirsîyarê stokê di beşa muhasebeyê da dixebitîm.

Teleteknîk bi gelek bankayan ra dixebiti û ji wan bankayan yek jî Faisal Finans û Albaraka bûn. Her du banka jî bi sermîyanên Ereb hatibûn damezrandin û şûna faîzê (riba) da bi sîstema „Para Karê –Kar Payi“ krêdî didan û distandin.

Hemû mudîyên wan, yên ku li ba wan hesab vedikirin û perê xwe radizan, kesên oldar, yên krêdî ji wan distandin, ew jî cûrbecûr bûn.

Navê sîstema wan para karê bû, mixabin nîspetê wê û faîza bankayên din yekoyek wekhev bûn.

Sîstem ji alî hin kesên baqil va, li ser xapandina Xwedê hatibû avakirin. Bawermendên bê aqil jî bi wê yekê dixapîyan, ya jî xwe dixapandin û zêr û pereyen xwe yên di bin balgîya xwe da veşartibûn, derdixistin, dibirin û teslîmî wan dikirin. Di dawîya salê da baqil kara xwe, bê aqil jî para xwe, qasî nîspeta ribayê, lê bi navê para karê digirtin û bi efîyet dixwarin.

Teleteknîkê jî kompîtur ji Europa îthal dikir.

Kompîtur dihatin li embara wê ya li Xadimkoyê bi cîh dibûn. Ez û memûrekî Albaraka ya jî yê Faisal Fînansê li erebê sîyar dibûn û diçûn embarê. Min bi hezaran kartonên ku kompîtur tê da ravayî memûrê wan dikir û bi bedelek ji wan ra fatûra dikir û difirot wan. Dû ra memûrê wan eynî karton ravayî mi didan, nîspeta ribayê jî didan ser û fatûra dinivîsîn û şûnda difirotin fîrmayê.

Em vedigerîyan, bi qasî bedelê fatûraya ku min nivîsandibû bankê ji fîrmayê ra pere dişand, fîrmayê jî di dawîya mawê da qasî bedelê fatûraya ku memûrê wan nivîsandibû, perê wan şûnda dida wan…

Di her çûyîn û hatinê da min qilf û henekê xwe bi memûrê wan dikir û digot; „Em bi çûyîn û hatina xwe Xwedê dixapînin, kesên bê aqil jî bi kirinên me xwe dixapînin…“

Memûrên simêlqeytan bi qilf û henekên min, berê hinek xwî didan, dû ra weke bersiv digotin; „Em emirqûl in… Heger gunehek hebe, ew jî li histûyê rêvebiran da ye…“ û bi van gotinên xwe jî xwe xilas dikirin.

Ev sîstema ku bi salan berê bi rîya Faîsal Fînans û Albaraka di nav dan û sitandina Tirkiyê da cîh girt, îro di nav sîyaseta Tirkîyê da jî bi serkeftî tê bi kar anîn.

Erdoganê baqil, bi çend gotinên germ û nerm Xwedê dixapîne, bê aqil jî bi wî dixapin û di ronahîya rojê da xewn û xeyalên li ser bihûşt û hurîyan dibînin…

15.09.2018

[email protected]