Osman Baydemîr çi gotibû, çi qewimî?
Osman Baydemîr çi gotibû, çi qewimî?
Dema weşanê: Hêzîran 7, 2020, 7:10 Dîtin: 637

Çend roj berê şaredarê Amedê û gelvekîlê HDPê yê berê Osman Baydemîr, li Londrayê pirsên Telgraf Aktuelê bersivandibû.

Baydemir di bersivekî xwe da dibêje; „Tirkîye Dewleta Kurdan nîne û bi hewldanên demokratîk va jî nayê guhartin. Ne rejim dibe rejimeke demokratîk, ne jî dewlet dibe komareke demokrat. Ev devlet jî dewleta me nîne, meclîs jî meclîsa me nîne. Divê em vê yekê bibînin û dengê xwe bilind bikin…”

Ev gotinên Baydemîr, ji alî gelek Kurdan va hatin nirxandin.

Hinekan got; „Baydemîr taqtîqek nû bi kar tîne…“

Hinekan jî got; „Baydemîr rastîyê bibêje jî, cîhê ku lê sekinîye şaş e…”

Ez bixwe ne li cîhê ku Osman lê sekinîye mêze dikim, ne jî nîyeta wî dixwînim.

Gotinên ji devê wî derketîye wek bingeh digirim û li rastî û nerastîya wan dinêrim.

Jiber ku, Baydemîr taqtîk kiribe jî, li cîhekî şaş sekinîbe jî, ew, rastîya ku wî anîye ziman naguherînin û pûç nakin.

Tirkan negotaba, Baydemîr xahr rûniştibe jî rastîyeka ku heta îro ji alî Kurdan va bi hezar caran hatîye gotin, careke din dubare dike.

Daxwaz û nîyeta wî çi dibe, bila bibe gotinên ku wî di derbarê dewleta Tirk da anîye ziman, rast in.

Jixwe ew kesên ku Baydemîr rexne dikin, ew jî di gotinên wî da şaşîyek nabînin.

Bi awayek nîyeta wî dixwînin û seknan û cîhê lê sekinîye rexne dikin.

Baydemîr dibêje; „bi dehan caran hatîye ceribandin, ku dewleta Tirk tu car nabe dewleteke demokratîk…“

Baydemîr bi van gotinên xwe, ne tenê rastîyê dubare dike, bi awayekî bala ew Kurdên ku hê bawerîya xwe bi demokratîzekirina dewleta Tirk va tînin, dikişine û bi awayekî wan hişyar jî dike.

Hewldana wan a di vî warî da pûç û vala dibine.

Jiber ku di hîmê dewleta Tirk da şert û mercên demokrasîyê cîh nagre û bi vî rengê xwe jî tenê dewleta Tirkan e.

Sedem vê yekê ye, ku rayedarên dewletê her roj û her saet, yek yek ên xwe dubare dikin û Gelê Kurd jî wek xulam û xizmetkarên xwe dibînin.

Gelê Tirk jî bi hest û helwesta xwe, ev nêrîna rayedarên dewleta xwe dipejirîne.

Ne dewleta xwe bi Kurdan ra parve dike, ne jî biratîya wan qebûl dike.

Sedem vê yekê ye ku, Kurd bibe şaredar jî, gelwekîl jî, ji alî dewletê û rayedarên dewletê va şaredarî û gelwekîltîya wî/wê tê binpêkirin.

Gelê Tirk jî jibo parastina dewleta xwe, piştgirîya rayedarên xwe dike û binpêkirina mafê Kurdan jî, bi dil û can dipejirîne.

Gor rê û rêbazên dewletê şaredar û gelwekîlê sûcdar(!) Tirk be, bi awayek tê parastin, Kurd be tê heps û zîndankirin.

Loma Enîs Berberoglu ji sedem xeternakîya Koronayê tê berdan, Leyla Guven û Musa Farisogulari tên hapiskirin.

Sûc û gunehên wan, cîh û seknana wan yek be jî, Sirri Surreya Onder li kûçe û kolanên Cîhangîrê li kêfa xwe digere, Selehattin Demirtaş û Îdrîs Balûken jî di nav çar dîwarên girtîgehê da di nav pêgermokê da ne.

Jiber ku, Enîs Berberoglu û Siri Surreya Onder Tirk, Leya Guven û Musa Farisogulari, Selehattîn Demirtaş û Îdrîs Baluken jî Kurd in.

Heta roja ku rayedarên dewletê, rayedarên Kurd jixwe ra hevpar, Gelê Tirk jî Gelê Kurd ji xwe ra bira nebîne, ev rastîya ku Osman careke din anîye ziman, nayê guhartin û daxwaza Kurdan ya jibo biratîya gelan jî daxwazeke yekalî û pûç û vala dimîne.

Bi derengî be jî, Osman Baydemîr jî vê rastîyê dîtîye û dîtina xwe anîye ziman.

Taqtîk ya jî seknan û cîhê ku Baydemir li disekine, cîhekî berwar be jî, gotina rast, rast e.

Ne nîyeta wî ne jî cîhê wî û seknana wî, rastîya gotinên wî pûç nake…

07.06.2020

ikramoguz@navkurd.net