Pêşewa Qazî Mihemed
Pêşewa Qazî Mihemed
Dema weşanê: Adar 31, 2019, 11:38 Dîtin: 1078

Bi 21ê Adarê zivistan qedîya bû…

Gul û sosin pişkifbûn û mizgînîya biharê didan…

Gelê Kurd bi şahîya Newrozê pêşwazî li biharê dikir…

Şahîya Gelê Kurd xewa dagirkeran direvand…

Dewletên dagirker, bi dek û dolabên navnetewî careke din rê li ber Kurdan digirtin…

Fermana serê Kurdan rabibû ji Tehranê…

Roja 31ê Adarê…

Li bajarê Mahabadê, li Qada Çarçira darên sê pê danîn…

Bi berbanga sibê ra Qazî Mihemed û hevalên wî dardakirin…

Li seranserî Kurdistanê şîn û şahî careke din tevlihev bû…

Şûna şahîya Newrozê şîna Qazî Mihemed û hevalên wî girt…

Gelê Kurd careke din sêwî û bêxwedî ma…

Qazî Mihemed kî bû?

Çi kiribû û bi hevalên xwe ra çima hatibû dardakirin?

Qazî Mihemed, di sala 1900an de li bajarê Mehabadê çavê xwe li dinê vedike û di nav malbatekî oldar û welatperwer da mezin dibe.

Bavê wî Qazî Elî, apê wî Fetaq Qazî ye ku, di şerê navbera Rûsan da jîyana xwe ji dest dide.

Kalikê wî Şêx Elmeşayex di sala 1930an da ji bo yekkirina Kurdan serokê êl û eşîran li gundê Erbato dicivîne û jibo daw û doza gelê Kurd daxwaza xebatê li wan dike.

Qazî Mihemed di xortanîya xwe da di bin bandora birayê xwe Seyfulquzat ku, helbestvanekî Kurd e, dimîne. Di nav tekoşîna Gelê kurd da cîhê xwe digre.

Di Nîsan a 1945an da serokê Partîya Komelê, damezrînerê Partîya Demakrat a Kurdistana Îranê ye.

Di roja 22yê Çilê 1946an da li meydana Çarçira wek serokkomar, damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabêdê radigihîne. Qazî Mihemed di heman demê da jî serokkomarê Kurdan yê pêşîn e.

Mixabin Komara Kurdistanê ya Mehabadê zêde najî û di nav salekê da têk diçe. Piştî têkçûyîna Komarê Qazî Mihemed û rêvebirên Komarê, ji alî dewleta Îranê va dîl tên girtin û bi awayekî bêhiquqî tên darizandin.

Qazî Mihemed di darizandina dadgehê da serê xwe li ber neyarên xwe xwar nake û bi cesareteke mezin parastina Gelê Kurd û Komara Kurdistanê dike.

Di parastina xwe da li dijberî tawanbarkirina xwe û hevalên xwe derdikeve û dibêje; 
Ez li vir dengê xwe li dijî dewleta Îranê û serokên wê bilind dikim û dibêjim, di vê bûyerê da ne em, hûn gunehkar in. We welatê me dagir kiriye. Sedemê hemû bûyeran jî encama siyaseta we ya dagîrkerî ye…“

Qazî Mihemed di dadgehê da, sedem cîhgirtina Barzanî ya di rêveberîya komarê da jî tê tawanbarkirin.

Li dijberî wê tawanbarkirinê jî derdikeve, Barzanî diparêze û dibêje; „Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, gor daxwaza xwe, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…“

Dewleta dagirker ji serîda ferman dabû û gor wê fermanê jî bi darizandineke bêhiquqî Qazî Mihemed û hevalên wî di roja 31ê Adêr a 1947an da dardakirin.

Qazî Mihemed û hevalên xwe ji bo azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê canê xwe feda kirin û bedeleke mezin dan. Wan bi mêranî û mêrxasîyeke bi esalet ber xwe dan, hosîyên xwe yên pîroz û bi rûmet ji me ra hîştin û ber bi ezmanan firîyan…
Divê ew tu car neyên jibîrkirin û her kurdek li hosîyên wan ên pîroz xwedî derkeve û wan tu car li erdê nehêle…

Gelê Kurd qasî ku li şahîyên xwe xwedî derdikeve û şa dibe, divê li şînên xwe jî xwedî derkeve û şîna xwe bike.

Jiber ku şîn jî, şahî rengên jîyanê ne.

Jîyana bê şîn şahî, jîyaneke bêhest û helwest e.

Di vî warê da zargotina Kurdî, ya jî edebîyata Kurdî ya devkî gelek dewlemend e.

Di derbarê fermanên dewletên dagirker da û li ser meranî û mêrxasîya rêvebir û lehengên Kurd, gelek stran hatine derxistin ku ji wan yek jî strana Şakiro ya bi navê „Heseno lo lawo“ ye.

Ev stran cara ewil kingê û ji alî kê va hatiyê strandin, ez bi xwe nizanim. Lê pênce sal e ez vê stranê ji Şakiro guhdarî dikim. Şakiro di vê stranê da qala fermanên ku jibo serê Kurdan li paytextên dewletên dagirker hatine dayin, dike û dibêje:

„Heseno lo lawo şewitîya golê bişewite ji dilê min û te ra şêrîn e û fenanî şekir
Sibe bû min dit xort û bendê di mala Mehmûd Begê li derê dîwanê û mişêwre kir.
Bekirê Axê bi sê dengan bang dikirî digot Heseno lo lawo tu cara terka şewitya golê nadim
Hetanî fermana min ranebe ji Şam û Helep ji Enqerê û ji Tehranê…
Ax delîlim yadê û sêfilîm yabo û ez fîrar im…“ dibêjê û didomîne…

Çima ji Şam û Helep, ji Enqere û Tehranê…

Bi fermana ji Enqerê va Şêx Seidê Kal û Seyîd Rizayê Pir…

Bi fermana ji Tehranê va Pêşeva Qazî Mihemed û hevalên wî…

Bi fermanê ji Şamê va Leyla Qasim, hatin dardakirin…

Heta ku Gelê Kurd azad nebe û Kurdistan jî di nav welatên serbixwe da cîhê negre, ne dawî li fermanên dagiran tê, ne jî Kurd ji darizandin û dardakirinê xilas dibin.

Ji hayîdarbûna vê rastîyê jî ne hewceye ku, li teorîyên civakî bigerin û di nav rûpelên dîrokê da wenda bin…

Guhdarîkirina stranek jî bi tena serê xwe bes e!

30.03.2019

ikramoguz@navkurd.net