Rêvebirî û serokatî di rojên teng da kifş dibin…
Carcaran dem tê, gotin diqede.
Di mêjûyê mirov da bi hezaran peyv bifirin jî, mirov nizane ji wan peyvan kîjanî bigre û bi kar bîne.
Serê mirov tevlihev dibe…
Tebata mirov direve…
Diqahire…
Eciz dibe û diweste.
Dest ji axaftin û nivîsandinê berdide û bi hale xwe ra mijûl dibe.
Ji derd û kulên xwe ra digirî…
Bêdeng dimîne.
Di dilê xwe da gilî û gazinên xwe ji xwe ra dike.
Ew dem, ev dem e.
Mirov bi top û tankên dagirkeran va were kuştinê, eş û jana mirov jî bi mirov ra dimire.
Neyar li mirina mirov bigere, mirov li hemberî neyarê xwe, xwe diparêze.
Lê birîna navxweyî, mirov diêşîne û jan dide.
Ew êş, êş û janeke mayînde ye.
Bi demê ra kûr dibe…
Dibe bîrov…
Her saet…
Her roj…
Her meh…
Her sal û demsal diêşe û hêdî hêdî dikuje.
Ew êş u jan duh li Kerkûkê, li Efrînê rû da.
Divê eynî êş û jan li Rojava jî dubare nebe.
Jibo yekdengî û yekrêzîya Milêtê Kurd, mafê her kurdekî heye gilî û gazinan bike.
Lêbelê, ew kesên ku xwe îro rêber û serok dibînin, xwedî mafekî wisa nînin.
Divê ew gav bavêjin…
Rola xwe bilîzin.
Çi ku ji destê wan tê û dikarin çi bikin, bila wê yek bikin.
Rêvebirî û serokatî jibo rojên teng in.
Di rojên aram da her kesek dikare ji xwe ra serokatîye bike, pêwîstîya wî bi rêvebirî û serokatîya kesî jî nîne.
Kerkûk hate radestî kirin, rêvebir û serokên Kurd rola xwe nelîstîn…
Efrîn hate dagirkirin, revebir û serokên Kurd nêzikî hev nebûn.
Îro Rojavayê Kurdistanê tê dagirkirin, rêvebir û serokên Kurd bê helwest in.
Bila ew kesên ku îro xwe wek rêvebir û serokên Kurd dibînin, bila bizanibin ku, Rojava bikeve, dor tê Başûr.
Başûr bikeve, xewn û xeyala Kurdistaneke azad û serbixwe jî namîne.
Wê gavê Kurd welatên xwe wenda bikin, rêvebir û serok her tiştên xwe wenda dikin.
Rêvebir û serokên hêz û partîyên Kurd, gilî û gazinan ji neyarên xwe nekin.
Hewl bidin xwe…
Rê û rêbazan bidin ber gelê xwe û rola xwe bilizîn…
Gelê Kurd li benda we ye…
13.10.2019