Roboskî
Sî û çar xortên simêlxwîdayî
Sî û çar sêwîyên welatê bindest
Li ser axa bav û kalên xwe
Jibo çopek nan û tasek av
Derketibûn rêwîtîya mirinê…
Di kaşên asê da berbijêr dadiketin
Di nav kûrahîya newal û gelîyan ra derbas dibûn
Bi tirs û xof dimeşîyan
Di deste wan da çoyê şivanan
Li sere wan egalen reşsipî
Xwe ji ba û bahozê
Ji berf û bagerê diparastin…
Bayê qulbê ji paş va lêdixist
Bi gavên sivik, bêdeng û bê seda
Li pey hêştîrên barkirî dimeşîyan
Dem dibuhurî, rê kêm dibû
Di dile xwe da şadibûn
Şabûna xwe ji xwe vedişartin
Ne ji sur û seqema zivistanê
Ne jî ji şevereşa şevê
Ji mayin û gulê domdomê ditirsîyan…
Ji Enqera xopan ferman derketibû
Balafirên şer rabibûn ji Amedê
Ezman diqelaştin û weke teyrên baz difirîyan
Bombe dibarandin mîna zîpikên dere biharê
Fizildûman radibû ji erdê
Xwîna sor û gewez diherikî li ser berfa pûk
Birîn sar, êş û jan zêde dibû
Sêwîyên welatê bindest dinalîyan
Roboskî can dida di nîvê şevê da
Li ser erdê sar û li ezmanên çîksayî
Ne Xwedê ne jî xwedîyek xuya dikir
Ji dûr û nêzîk va…
28.12.2019