Rudy/Reşo, bi du nav û du zimanan mezin dibe!..
Rudy/Reşo, bi du nav û du zimanan mezin dibe!..
Dema weşanê: Pûşper 27, 2019, 1:29 Dîtin: 656

Ji demeke dûr û dirêj va her du qîzên min, Şevin û Kejal, dixwestin ku di mal da kûçikeke piçûk xwedî bikin.

Ez li dijberî daxwaza wan derdiketim û bi awayekî rê li ber wan digirt.

Ew ji daxwaza xwe derbas nedibûn, ez jî ji biryara xwe…

Di encamê da me bi hev kir û li ser xwedîkirina pisekekî biryar girt.

Şevin û Kejê çûn ji cînareke me yê Alman pisikek yeksalî girtin û anîn.

Pisekeke reş û çavzer…

Bi me dan nasîn û gotin nave wî Rudy ye…

Xwedîyê Rudy Alman be, bê guman zimanê wî jî Almanî ye.

Rudy heta yeksalîya xwe bi nave xwe û bi zimanê xwedîyê xwe mezin bibû.

Jibo vê yekê, sê meh berê, roja ku Şevîn û Kejê pisik anîn mala me, ji min û dîya xwe ra ra gotin:

  • Nave wî Rudy ye û tenê Almanî fam dike. Divê hûn jî bi nave wî bang lêkin û bi Almanî pê ra biaxifin…

Min ev pêşnîyara wan qebûl nekir û ji wan ra got:

  • Her ku ji vir şûn da li mala me û bi me ra dijî, ez jî navekî Kurdî lêdikim û pê ra bi Kurdî diaxifim. Ez ji bo pisikekî Alman zimanê xwe yê ku di mal da bikartînim, naguherînim. Ezê bicêribînim û pê ra Kurdî biaxifim, fam dike nake ew dizane.

Şevîn û Kejê çiqas li dijberî biryara min derbikevin jî, min gavekî xwe şûnda neavêt û li ser biryara xwe sekinîm.

Gotin:

  • Pê ra bi Kurdî diaxifî, biaxife, qet nebe nave wî neguherîne. Jiber ku heta nuha bi nave Rudy mezin bûye…

Min jî ji wan ra got:

  • Hûn jê ra Rudy bêjin û bi Almanî pê ra bi axifin. Ez jî jê ra Reşô dibêjim û bi Kurdî pê ra diaxifim…

Ji wê rojê vir da, Şevîn û Kejê nave wî yê Almanî bikaranîn û pê ra bi Almanî axifîn, ez û xanima xwe jî me jê ra Reşô got bi Kurdî axifîn…

Heta mehekî, me bi Kurdî bang lı Reşo dikir û pê ra diaxifîn.

Mixabin, Reşo ne guh dida me, ne jî li me dinihêrî û ber bi me dihat.

Me dema ku bang lê dikir û dest bi axaftinê dikir, Reşo pişta xwe dida me û ber bi Şevîn û Kejê diçû…

Xwe diavêt hembêza wan û bi wan ra dilîst…

Dîsa jî me biryara xwe neguhart û bang û axaftina xwe ya bi Reşo ra bi Kurdî domand.

Piştî mehekî şûnda Reşo bertek nîşan da û gor axaftina me ya bi Kurdî tevgerîya.

Me bi Kurdî bang lê kir, ew ber bi me hat.

Me bi Kurdî got, ji me dûrbikeve, pişta xwe da me û ji me dûrket.

Nuha em dibêjin were xwarina xwe bixwe, ew tê xwarinê dixwe…

Em dibêjin, here ava xwe vebixwe, ew tere avê vedixwe…

Reşo dît ku em ji biryara xwe gavekî şûnda navêjin, wî helwesta xwe guhart û fêrî Kurdî bû.

Şevîn û Kejê bi Rudy ra Almanî, ez û xanima xwe jî bi Reşô ra Kurdî diaxifin.

Welhasil, Rudy yê Şevîn û Kejê di nav mehekî bû Reşoyê me û fêrî Kurdî bû…

DSi yeksalîya xwe da bû pisikek du nav du zimanî…

Bi herdu nav û zimanên xwe mezin dibe û bi me ra dijî…

Ez û xanima xwe bi têgihîştina Reşo ya bi axftina me ya bi Kurdî ra kefxweş û serbilind…

Şevîn û Kejê jî bi hebûna Rudy ra dilşa û bextewar in…

27.07.2019

ikramoguz@navkurd.eu