Sê roj û sê bajêr…
Sê roj û sê bajêr…
Dema weşanê: Nîsan 3, 2018, 7:40 Dîtin: 676

Di betlana „Ostern“a Hristîyanan da li sê bajarên Almanyayê gerîyam.

Weimar, Dresden û Nurnberg…

Her sê bajar jî di dîroka Almanyayê da xwedî cîhekî dîrokî ne.

Weimar bajarekî piçûk e û li rojhilata Almanyayê cîh digre.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Monarşîya Alman hildiweşe û ji alî Philipp Scheidemann, roja 9ê Mijdar a 1918an da Komara Weimar (Weimarer Repuplik) tê îlan kirin.

Parlamento ji bo makezonê civîna xwe ya yekemîn li bajarê Weimar li dar dixe û komar ji wek Komara Weimar tê bi nav kirin.

Komara Weimar heta 30 yê Çilê 1933an ku Hitler tê ser text, didome.

Çar sal şûnda, rejima Hîtler di Hezîrana 1937an da ji bo dijberên xwe li nezikî bajarê Weimar kampeke bi navê Buchenwald çê dike û hemû dijberên xwe davêje wê kampê. Kamp heta Nîsan a 1945an ji rejima Hitler ra xizmetê dike.

Kampa Buchenwald di sînorê Almanyayê da kampa Nazîyan ya herî mezin e.

Di navbera 8 salan da 266.000 girtî di wê kampê da tî û birçî tên xebitandin, ji wan 56 hezar kes bi îşkenceyan tên kuştin û an jî tên şewitandin.

Ji ew kesên ku hatine kuştin û şewitandin 15 hezar Rûs, 11 hezar Yahudî, 7 hezar Polen, 6 hezar Macar, 3 hezar Firansiz, yên din jî Alman in.

Kamp li ser 40 hektar erdekî berwar hatîye avakirin.

Li jorî kampê, pêşîyê derîyekî mezin ku, ji wir hemû kamp tê dîtin, derdora wê jî bi dirêjîya 3 km û bi bilindîya 3 m bi têlên di nav da elektrîk derbas dibin, hatîye dorpeçkirin.

Di nav kampê da ji bo girtîyan 34 baraqayên ji dar û du baraqayên ji keviran hatine çêkirin.

Di kampê da avahîyên ji bo xebata girtîyan û firinên ku tê da girtî hatine şewitandin, cîh digrin.

Ji bo şewitandina girtîyan 6 firin hatine çêkirin ku, ew firin her roj 24 saet hatine xebitandin.

Kampa Buchenwald îro weke muzexaneyeke vekirî hatîye avakirin ku di her beşeke wê da dîroka wê û di derbarê ew kesên ku tê da beşek ji jîyana xwe derbaskirine, agahî tê dayîn.

Ji kinc û solên zarok û jin û mêran heta diranên zêr û zîv yên girtîyan ku ji devê wan kişandine, di muzexaneyê da tên pêşandan.

***

Piştî Weimar derbasî Dresdenê bûm.
Dresden jî, bajareke mezin û dîrokî ye.

Bajar li herdû alîyên Çemê Elbe cîh digre û bi avahîyên bi Stîla Barokî hatine avakirin, ku ew jî îhtişama dewra Augustê bihêz nîşan didin.

Di nav bajêr da Çemê Elbe derbas dibe. Li navenda bajêra a kevnar Pire ya bi navê Agustus, li alîyê çepê banokeya Bruhlê (Bruhlsche Terraşe), Dêra Jinan, li rexta wê Koşka Kiralîyetê (Residenzschloş Dresden) û Katedrala Katolîkan (Höfkirche), li alîyê rastê jî Koska Cêwî û avahîya Opera Semper cîh digre.

Bajêr di dawîya Şerê Cîhanê yê Duyemîn, roja 13 û 14ê Sibatê ji alî Îngilîzan va tê bombebarankirin. Gor çavkanîyên Alman 230 hezar kes tên kuştin.

Piştî şer avahîyên kevnên ku hatine xerabkirin, ji nûva tên restore kirin.

Dresden di dîroka Alman da wek Bajarê Zêrîn jî tê bi nav kirin.

***

Ji Dresdenê jî derbasî Nurnbergê bûm.

Nurnberg di sala 1050 yî da hatîye avakirin. Girêdayî eyaleta Bawyerayê ye.

Nurnberg jî di roja 2 yê Çilê 1945an da ji alî Îngilîzan va tê bombebarankirin. Di nav saetekî da ji % 90ê bajêr xirab dibe. Di bombebarankirinê da 1800 kes dimre, 100 hezar kes jî koçber dibe.

Piştî şer bajêr ji nûva ava dibe û avahîyên dîrokî yên wek Kela Bajêr, Dêra Jinan û yên din wek berê tên restore kirin. Mixabin rûyê wî yê dîrokî bi pirranî ji holê radibe.

Ji bo dadgehkirina sucdarên şer li bajêr dadgehek tê avakirin û ji wê rojê vir da bajêr wek bi navê Dadgeha Nûrnbergê jî tê nasîn.

Piştî gera hêr sê bajaran, ez di rêya vegerê da li ser sedem û encamên Şerê Cîhanê yê Duyemîn fikirim.

Hîtler û Stalîn, du dîktatorên mezin, du aktorên şerê cîhanê di ber çavên min ra derbas bûn.

Dîktatorên ku îro di rêça wan da diçin û gund û bajaran wêran dikin, dibin sedemên kuştina hezer kesan û koçberbûna mîlyon kesan hatin bîra min.

Ew bajarên ku ji alî Hîtler û Stalîn va hatin wêran kirin, ji nû va ava bûn. Însanên ku ji alî wan va hatin kuştin û şewitandin, li seranserî dinê wek qurbanîyên şer bi awayekî tên bibîranîn.

Hîtler û Stalîn jî, îro li seranserî dinê wek dîktatorên lanetkirî tên bi nav kirin û di dîroka mirovahîyê da jî bi wî navî cîh digrin.

Qedera dîktarorên di rêça wan da diçin jî cûda nabe.

Bêguman ew jî di dîroka mirovahîyê da bi kirin û kiryarên xwe yên qirêj, zû an jî dereng wê cîh bigrin û bên lanetkirin…

03.04.2018

[email protected]