Serokatî di rojên teng da kifş dibe!
Kerkûk ji destê Kurdan derket.
Ji alî Kurdan va hate radestîkirin.
Ev yek tiştekî rast û zelal e.
Tiştên ku hê zelal nebûne, ya jî hin pirsên ku hê bersiva wan nehatine dayîn jî he ne, ku ji bo zelabûna wan jî sebr û dem pêwîst e.
Mixabin, sedem çi dibe bila bibe, Kurdên ku bi hestên kurdayetîyê tevdigerin û dijîn, bi jidestçûyîna Kerkûkê va xemgîn in.
Ji ber ku Kerkûk dilê Kurdistanê ye.
Dilê Kurdan diêşîne.
Di pêvajoya referandûma serxwebûnê da Kurd şa dibûn û şahî li dar dixistin.
Îro neyar şa dibîn û şahîyan li dar dixin.
Hin xulam û xizmetkarên wan jî, ji wan şûnda namînin û bêtir şa dibîn.
Neyar ji der va, ew jî ji hûndur va, weke gurên har ketine kemînê û li firsendê digerin.
„Gelo kîngê Barzanî têk biçe û êz li ser textê wî rûnêm…“ dibêjin û şotika xwe dadilêsin.
Kurd, qasî jidestçûyîna Kerkûkê, ewqas jî ji helwesta xiyanetî û dubendîtîyê xemgîn in.
Serok Mesûd Barzanî jî xemgîn e.
Çiqas di daxûyanîya xwe da zelal bi nav neke, ew jî ji rewşa Kerkûkê betir, ji helwesta hin kesan ku xulam û xizmetkarîya neyaran dikin, xemgîne.
Di daxuyanîya xwe da bi awayekî sergirtî, ixanetê nîşan dide û wek dermanê we jî yekitî û yekrêzîyê dibîne û derdixe pêş.
Wuha dibêje:
„Tişta ku li Kerkûkê rû da, di encama biryara yekalî ya çend kesên ser bi aliyekê siyasî yê Kurdistanê li gel aliyê Iraqî bû…
Gelê Kurdistanê bi îrade û hewla hêz û xortên xwe yên qehreman, zû yan dereng dê her bigihîje armancên xwe yên rewa û pîroz, îro roja bawerbûna me bi hêz û yekrêziya gelê xwe ye…”
Bi van çend hevokên ku di daxûyanîya xwe da nîşan dide, Serok Barzanî bal dikişîne ser du tiştan .
Ya yek, rasterast û zelal bi nav neke jî, îxanet ê…
Ya din jî, bawerîya bi yekrêzî û armanca gelê Kurd e…
Bêguman birîna Kerkûkê kûr e, lêbelê birîneke vekirîye.
Birîna îxanetê birîneke girtî û navxweyî ye.
Em birîna vekirî dibînin û pê diêşin.
Eşa Barzanî jî ji birîna navxweyî ye…
Ez di vê bawerîyê da me ku, Barzanî bi rola serokatîya xwe, bi qafikê birîn navxweyî nelîst û ew nekoland.
Neket dafikê.
Dek û dolabên neyaran û xulam û xizmetkarên wan pûç kir.
Bedelê vê yekê jî bi radestîkirina Kerkûkê va da.
Lêbelê Kerkûk û Kurdistan nefirot…
Gavek şûnda avêt.
Jiber ku hê her tişt neqedîya ye û qedera Kurdistanê û Kerkûkê nehatîye birrîn.
Gotineke pêşîyan e.
Dibêjin:
„Mêr û mêrxasî di rojên teng da kifş dibin!..“
Serokatî jî wusa ye.
Serokatî, mêr û mêxasîyeke navdewletî ye.
Mesûd Barzanî heta roja îro bi caran di rojên teng da derbas bû û neket dafikên neyaran.
Gelê Kurd ji sedem wê yekê, wi wek serokê xwe bi nav kir û dinya alem jî wî wek serokaên Kurdan dit û îro jî dibîne.
Çiqas dilê me teng bibe û em xemgîn bibin jî, Barzanî bi biryara vekişandina ji Kerkûkê, ne gor dilê xwe, gor şert û mercên serokatîya tevgerîya.
Wek Serokê Gelê Kurd, careke din ji şerê birakujîyê dûr sekinî û li ser sonda xwe sekinî.
Bi vê biryarê xewa Serok Barzanî jî revîya, lêbelê dawî li xewna wî nehat…
18.10.2017