Sîwar çû û peya hat…
Sîwar çû û peya hat…
Dema weşanê: Gelarêzan 15, 2019, 12:06 Dîtin: 457

Serokomarê dewleta dagirker Erdogan serdana Amerîkayê kir.

Trump li Koşka Sipî pêşwazî li Erdogan kir û pê ra civîya.

Dû ra çend senatorên nêzîkê Trump beşdarî civînê bûn.

Civîn, di çapemenîya seranserî dine da cîhekî girîng girt û danûstandinên Trump û Erdogan hate nirxandin.

Gelo Erdogan çi da Trump û çi jê stand, derket pêş.

Erdogan hê di rêya vegerê da dest pê kir û hûrik hûrik avêt…

Çapemenîya Tirk jî ji duh da gotinên Erdogan weke çîroka serkeftinê dirêj dike û diweşîne.

Gotinên ku di civîna çapemenîyê da hatine ziman, gor dilê xwe dibirînin, bi hev ra girê didin û weke weşana ji zindî di televîzyonên xwe da diweşînin…

Kurdên ku li televîzyonên tirkan temaşe dikin, ew jî li çokên xwe dixin û dibêjin; „Trump em firot in…“

Erdogan di rîya vegerê da dibêje; „jibo çareserkirina pirsgirêkan Trump dosteki ji dil e û dixwaze gav bavêje…“

Kurdên ku li Erdogan guhdarî dikin, bawerîya xwe bi gotinên wî tînin û neyartîya Amerîkayê dikin.

Jibo Senator Lindsey Graham jî Erdogan dibêje; „wî dersa xwe girt…“

Dîsa hinek Kurd, di derbarê Lindsey Graham da jî çavê xwe digrin û devê xwe vedikin…

Wek tê zanîn piştî danûstandina Trump û Erdogan, ‎hêjmarek senatorên nêzîkê Trump jî beşdarî civînê bibûn.

Di civînê de senator axifîn û di derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Kurdan da nîgeranîya xwe anîn ziman û pêşniyarên xwe eşkere kirin.

Ji wan senatoran yek jî Lindsey Graham bû.

Graham li rûyê Erdogan dibêje; “Armanca vê civînê, hebûna derseke şaristanî ye jibo dostên me yên li Tirkiyê. Herwiha derfeteke baş ‎heye, eger bikaribin bibînin…”‎

Senator Ted Cruz jî dibêje; “Xala yekem sîstema S-400 a Rûsî ye, em hêvîdar in ku Tirkiye ‎vê helwêsta xwe biguhere û S-400an veneguhêze. Xala duyem Kurd in. Kurdan jiyana xwe xistin ‎metirsiyê daku ligel Amerîkayê û li dijî dijminekî hevbeş şer bikin. Ev cihê nîgeraniyeke ciddî ye û em ‎naxwazin bibînin ku Tirkiye êrîşî Kurdan bike…”‎

Herwiha senatorên din jî di axaftinên xwe da hevdeng bûn e û gotine; Kurd ‎dostê Amerîkayê ne û nabe Tirkiye êrîşî wan bike.

Di civîna çapemenîyê da jî xuya bû, ku Trump jî di derbarê Kurdan da wek senatoran difikire û Kurdan wek hevpeymanên Amerîkayê dibîne.  Di axaftina xwe da jî ev nêrîna xwe bi caran anî ziman.

Di civîna çapemenîyê da prensesa Erdogan, Hîlal Kaplan, di derheqê vexwendina Mazlum Kobanî ya jibo Amerîkayê da pirsek ji Trump kir.

Trump; “Ez bi wî ra bi rêya telefonê axifîm û peywendiyên me li gel Kurdan baş in. Lêbelê bi Erdogan ra jî baş e…” got, qilfê xwe bi rojnamevanîya Kaplanê jî kir û kenîya.

Gor axaftinên li ber çav hatine kirin, di mijara Kurdan da Erdogan negihîşt miradê xwe û dest vala vegerîya.

Loma dibêjim, Erdogan sîwar çû û peya hat…

Di mijara S-400 û F35an da gavek erênî nehat avêtin, ku jibo vê yekê komîsyonek hatîye avakirin û çareserîya mijarê hewaleyî wê komîsyonê bûye.

Ger ku bidestxistinek Erdogan hebe, ew jî paştvexistina projeyasa ya di derbarê qirkirina Êrmenîyan da ye, ku ew jî paştvexistineke demkî ye.

Lê dîsa jî Erdogan bi vê yekê xwe serkeftî dibîne û jibo Lindsey Graham dibêje; „wî dersa xwe girt…“

Halbûkî yê ku ders daye, Lindsey Graham e…

Lê xuya ye, Erdogan hê jî dersa xwe negirtîye.

Erdogan di derheqê Mazlum Kobanî da vidyoyek nîşan dide.

Lindsey Graham ji Erdogan ra dibêje; “Tu dixwazî ez jî bi vîdyoyê nîşanî te bidim, ka hêzên te çi anîne serê Kurdan…”

Ji Erdogan wetrê tiştên ku hatine gotin li wir dimînin.

Loma gor dilê xwe dixemilîne û hûrik hûrik li derdora xwe direşîne…

***

Sedema sereke ya çûyîna Erdogan, Kurd bûn…

Di civîna wî ya bi Trump û senatoran da …

Di axaftin û pêşnîyarên Trump û senatoran da…

Di pirsên rojnamevanan da jî mijara hevpar, dîsa Kurd bûn…

Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide, ku pirsgirêka Kurd êdî pirsgirêkeke navdewletî ye…

Çareserkirina wê jî, di qada navdewletî da ye.

Ev der jî Washîngton e…

Brûksel e…

Cenevre ye…

Divê Kurd jî vê realîtê bibînin û li xwe vegerin.

Bêguman Kurd miletekî şervan e…

Bi mêrxasîya xwe tê naskirin…

Dinya alem jî îro mêrxasîya Kurdan dipesinîne û heqê wan dide.

Lê di rewşa îroyîn da qasî mêrxasîyê, taybetmendîyek din jî pêwîst e…

Ku ew jî karê dîplomasîyê ye.

Kurd qasî ku şervan û mêrxas in, ewqas jî sîyasetvan in…

Sîyasetê jî kêm, zêde dizanin û dikin.

Bi mêrxasî û şervanîya xwe, li hember dagirkeran berxwe didin û axa xwe diparêzin.

Bi sîyaseta xwe jî daw û doza gel û welatê xwe didomînin…

Lêbelê jibo Kurdistaneke azad û serbixwe, mêrxasî jî, siyaseteke rast û durist jî ne bes e…

Têkilîyên navdewletî, bi awayekî din karê dîplomasîyê jî qasî mêrxasî û sîyaseteke rast û durist pêwîst e.

Bi êrişa Tirkîyê ya jibo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê va Kurd, dinya jî bi Kurdan ra bûn yek.

Ev tiştekî birûmet û giranbuha ye…

Lêbelê ev, rewşeki demkî ye…

Divê ev rewşa demkî, ji alî Kurdan va baş were nirxandin û li ser vê bingehê kar û xebateke dîplamatîk were avakirin.

Dema ku dostanî û hevpeymanîya bi dewlet û rêvebirên dewletan ra bi kare dîplomasîyê va jî were hunandin, wê gavê ev rewşa demkî jî vediguheze rewşekî mayînde…

Îro dewletek me ya ku vî karî bike nîne…

Herçiqas li Başûrê Kurdistanê nîvdewletek, li Rojavayê Kurdistanê jî xweserîyek defacto hebe, ev yek barê hêz û partîyên li parçeyên din jî, ji holê ra nake.

Ev bar, barekî giran e û bêguman, di histûyê hemû ew kesên ku xwe serok û rêberên hêz û partîyên Kurd dibinin da, ye…

Rê û rêbaz ji wan…

Kar û xebat jî ji hemû Kurdan…

15.11.2019

ikramoguz@navkurd.net