Tirk li pey seri, Kurd jî li pey doçikê ketine!
Tirk li pey seri, Kurd jî li pey doçikê ketine!
Dema weşanê: Nîsan 26, 2018, 7:13 Dîtin: 609

Dewleta Tirk!

Navê wê li ser e.

Dewlet, dewleta Tirkan e.

Kurd tenê jı dewletê ra dikarin xulamtîyê bikin.

Kurd bibin şaredar û gelwekîl jî tu car ferq na ke.

Ji ber ku hîmê dewletê li ser înkarkirin û neyartîya Kurdan hatîye avêtin.

Îro ne Tirk dixwazin, ne jî Kurd bi serê xwe dikarin vê yekê biguherînin.

Gotina damezrînêrên dewletê ye: „Ev dewlet dewleta Tirkan e û li ser axa vê dewletê jî tenê Tirk dijîn. Heger kesên ku xwe Tirk nahesinbînin û xwe bi awayekî din bi nav dikin, ew jî tenê xulam û xizmetkarên Tirkan in.“

Di ser damezrandina dewletê ra sed sal derbas bû, Tirk û rêvebirên dewletê hê jî Kurdên ku li nasnama xwe xwedî derdikevin, wek xulam û xizmetkarê dewletê dibînin.

Di nav sed salî da ji alî Kurdan çep û nijadperestên Tirk, demoqrat û olperestên Tirk, hemû hatin cêribandin.

Serdestên Tirk hinek caran li rûyê Kurdan bikenin û dilê wan bigrin jî, kenê wan jî, diltengîya wan jî bi dek û desîse bû.

Kîngê bi kursîyên xwe ra zexm zeliqîn, wê gavê kenê wan jî, diltengîya wan jî guherî.

Mirûzê xwe kirin û çoyê xwe li ba kirin.

Îro çiqas bi navê Kurd û Kurdistanê komel û partîyên Kurd hebin jî, rastîya xulamtîya Kurdan ji holê ranake.

Sedam vê yekê fikr û nêrînên Kurdan jî dengê Kurdan jî li ba Tirk û dewleta Tirk pere nakin.

Kurd bi dengê gelên xwe dibin şaredar, dewlet dest dide ser kar û barên wan û wan davêje heps û zîndanan.

Bi dengê gelê xwe dibin gelwekîl û di meclîsa Tirkan da cîh digrin, dewlet û partîyên Tirk wek kesên kotî li wan dinêrin û ji wan dûr dikevin.

Heta çend salên borî wekîltîya gel ji bo siyasetvanên Kurd weke zirx, wan ji heps û zinadanan diparast.

Heta hin kesên wek gelwekîla HDPê Sebahat Tuncel sedem karên xwe yên sîyasî ketibûn heps û zînadanan, bi hilbijartina gelwekîltîyê ji hepsê derketin û di meclîsa Tirkan da cîh girtin.

Dewlet ev rê jî li Kurdan girt.

Îro rîya heps û zîndanê ji gelwekîlan ra jî vekirîye û gelwekîltî bûye sedema heps û zîndankirinê.

Bi dehan gelwekîl û hevserokên HDPê di hepsê da ne.

Ewqas jî fîrar û qaçaxên dewletê ne.

Ev cêribandinên sed salî jî dide xuyakirinê ku, ne Tirk dixwazin bibin xwedî dewleteka demoqrat, ne jî Kurd bi serê xwe tenê dikarin dewleta ceberût biguherînin.

Jibo demoqratîzekirin û guhartina dewletê, karê ku Kurd dikin karekî badilhewa ye.

Jiber ku, ger ev hêz û quweta Kurdan heba, Kurd ji sêwîtîya xwe ra çare didîtin û ji bindestîyê û xizanîyê xilas dibûn.

Du meh şûnda careke din sindoqa hilbijartinê, sindoqa wek hîme demoqrasîyê tê binavkirin, careke din tê ber Kurdan.

Ji hilbijêrên Tirkîyê kêm zêde % 25 Kurdin.

Mixabin hemû Kurd bibin yek jî nabin serdest.

Hinek bûne maşiqên neyarên xwe û ji xulamtî û xizmetkarîya xwe razî ne.

Yên mayîn jî bi navê aşitî û demoqrasîyê xwe dixapînin.

Partîyên Tirk jî, her yek bi awayekî bi Kurdan ra dilîzin û li ser pişta Kurdan ji xwe ra li rê û rêbazên serdestîyê digerin.

Hinekên wan bi dijbertîya Kurdan nijadperestên Tirk nêzikî xwe dikin, hinekên din jî heta roja hilbijartinê ji Kurdan ra çavê xwe diqirpînin.

Dijbertîya Erdogan helwesteke rest e.

Mixabin yê ku were şûna wî, gelo ji Kurdan ra xêra wê çî be?

Li kêleka Erdogan gur, li kêleka dijberên wî jî dêlegur rûniştî ye.

Erdogan li ser text bimîne gur, bikeve dêlegur awirên xwe di ser Kurdan da dirijîne.

Ji destpêka damezrandina dewleta Tirk vir da, di her hilbijartinê da serê dewletê dikeve destê Tirkan, di destê Kurdan jî tenê doçika kerê dimîne.

Ker jî ker a dewletê ye û li kîjan alî here, Kurd jî li wî alî diçin…

Di roja 24ê Hezîranê da jî ev yek careke din dîsa dubare dibe…

25.04.2018

[email protected]