Xewn û Xeyalên Barzanî…
Xewn û Xeyalên Barzanî…
Dema weşanê: Êlûn 21, 2017, 2:49 Dîtin: 599

 

Ji referandûma serxwebûnê ra çar roj man. Neyarên gelê Kurd vala nasekinin. Bi dek û dolaban, bi derew û îftirayan, bi qilf û henekan nîyate xwe eşkere dikin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotarekî xwe da qala xewn û xeyala xwe ya li ser Kurdistaneke serbixwe dike û wuha dibêje:

„Cara ewil ku min çek girte destê xwe ez 16 salî bûm û armanca min Kurdistaneke serbixwe bû. Min herdem ji bo vê şer kir û ez amademe ji bo vê jî bimrim…“

Nivîskarê Navkurdê, Serokê Komeleya Ehmedê Xanî Mihemed Emîn Demir, di nivîsa xwe ya dawîyê ya bi navê „Felsefeya Ehmedê Xanî û Serokatîya Barzanî“ da li ser van gotinên Barzanî sekinîbû û gotinên Barzanî û felsefeya Ehemêdê Xanî bi zimanekî xweş û zelal bi hev ra girê dabû.

Mihemed Emîn Demir dibêje; „Xanî, dewletbûna kurdan ji xwe re wek felsefeyek pejirandiye. Di vê perspektîfê de jiyaye, gelê xwe di warê dewletbûnê de şiyar kiriye. Lê mixabin her çiqas di ser re 300 sal jî derbasbûne ti mîr û serokekî felesefeya wî bi cî neaniye û fikrên wî pratîze nekirine… Serok Barzanî dewletbûna ku xewn û xeyalên Ehmedê Xanî bû, ji xwe re kiriye armanca yekemîn…“

Xuya ye ku Erdoxan jî ev gotinên Barzanî bihîstine û li zora wî çûne. Berî çûyîna xwe ya Amerîkayê Erdoxan, di televîzyonekî tirk da, du rojnamevan li rexta xwe dabû rûnişkandinê. Her du rojnamevan, pirsên ku ji berê da nivîsandibûn û dabûn destên wan, ji Erdoxan dipirsîn, Erdoxan jî bi kêfxweşî bersiva wan dida.

Erdoxan di bersiveke xwe da, ji bo referandûma serxwebûna Kurdistana Başûr qesta gotinên Barzanî dikir û wuha digot:

„Dibêje ev yek xewn û xeyala min a zaroktîyê ye, ji min ra çî xewn û xeyalên zaroktîya te!..“

Erdoxan bi bersivdayînê jî nasekine, qilf û henekên xwe dike.

Bi xwe mirovekî bêkok û bêesil e, her kesî jî weke xwe weke bêkok û bêesil dihesibîne.

Jiber ku mirovên bêkok û bêesil ji xewn û xeyalên zaroktîyê jî bêpar in.

Heger mirov li ser koka xwe jîn bibe û bijî, ji bo pêşeroja xwe, ji bo daw û doza neteweya xwe xewn û xeyalan dibîne û wan di dilê xwe dixemilîne.

Lê heger ku mirov ji koka xwe biqete û jê dûr bikeve, bi bayê payîzê ra li ber bayê dikeve. Ba li kîjan alî bibe, li wî alî diçe…

Carcaran di nav herîyê da çik dibe, carcaran jî bi kokekî bîyanîva dizeliqe û diliqî dibe…

Kok û esaleta Barzanî bi dehan bavan va xuya dike û navê malabata wî bi dîroka Kurdistanê va girêdayî ye.

Barzanî roja 16ê Tebaxê sala 1946an da li Mahabadê ji dayîk dibe. Di wê rojê da bavê wî Mele Mistefa, PDK, partîya ku îro Mesûd Barzanî serokatîya wê dike, damezirîne.

Piştî hilweşandina Komara Mahabadê Mele Mistefa bi 500 pêşmergeyên xwe va derbasî Ûris, Mesûd Barzanî jî bi dayîka xwe ra derbasî hêla Barzan dibe ku hê di pêçekê da ye. Cara yekem ku bavê xwe, Mele Mistefa dibîne, zarokekî 12 salî ye.

Di 16 saliya xwe da jî cemedaniya sor dide serê xwe, şalûşapikên kurdî li xwe dike, li ser şalûşapikan şûtikeke stûr girê dide, çeka xwe davêje milê xwe û derdikeve serê çîyan.

Bi xewn û xeyalên xwe yên ji ser Kurdistaneke serbixwe, daw û doza bav û kalên xwe didomîne û heta roja îro tîne.

Îro jî di 71 salîya xwe da xewn û xeyalên xwe yên zaroktîyê û hosîya (wesyet) bav û kalên xwe tîne cîh…

Erdoxanê ku xêncî dê û bavê xwe ji koka xwe bêhayîdar, kalikê xwe nas nake ku li pê daw û doza wî here û xewn û xeyalan bibîne…

Erdoxan kî ye û ji eslî ye?

Em li gotinên wî guhdarî bikin…

Ew bi xwe bêbavtîya xwe tîne ziman û di derbarê koka xwe da wuha dibêje:

„Min rojekî ji bavê xwe pirsî ku gelo em Laz in, ya Tirk in?

Bavê min bi bîranînek xwe bersiva min da û wuha got; ‚kurê min, min jî salan berê ev pirsa te ji bavê xwe pirsî. Mixabin wî jî ji min ra got, kî ku pirsek wuha ji te pirsî, ‚em misilmanin’ bibêje û derbas be’…“

Erdoxanê ku ji koka xwe qetyaye û bi bayê payîzê ra hatîye bi koka Tirkan va zeliqîye, ne Barzanî fêm dike, ne jî wateyek dide xewn û xeyalên zaroktîya Barzanî…

Sedem vê yekê ye ku hin Kurdên bi awayek ji koka xwe dûr ketine, ew jî îro wek Erdoxan difikirin, gor gortinên Erdoxan û bi çavên Erdoxan li Barzanî dinihêrin.

Ji wan hinek ji alî dê va xwe bi Tirk û Ecem û Ereban va girê didin û xwe bi koka zirbavên xwe va dizeliqînin…

Hinek jî xwedê giravî bi navê misilmantîyê bi kesên daliqî yên wek Erdoxan va xwe bira dibînin. Bi biratî û hevaltîyan bi kesên bêesil va, ji koka xwe jî, ji dîn û îmana xwe jî dûr dikevîn…

Sedem vê yekê ye ku ew jî weke Erdoxan ne Barzanî fêm dikin, ne jî xewn û xeyalên wî…

21.09.2017

[email protected]