Xewn û xeyalên kin û dirêj…
Xeyala ji zaroktîya min bi xewneke kin dûr ket!..
Xewnên di xewa ber bi destê sibê da tên dîtin, kin in…
Bi sivikbûna xewê ra xewn tên birrîn, bi kurahîya xewê ra, ji cîhê ku qetîya be careke din dîsa dest pê dikin…
Sedem vê yekê ye ku mirov ne dixwaze ew xewa sivik biqede, ne jî dixwaze dawî li xewnên wî yên kin û dubarekirî were…
Wek xewn û xeyalên me yên li ser Kurdistaneke azad û serbixwe…
Weke hemû Kurdên welatperwer, xeyala min a ji dema zarokatîyê da dest pê kiribû, di destpêka havîna sala 2017an da cara yekemîn weke xewnek nêzîk bibû.
Weke xewnên kin û di xewa sivik da tên dîtin…
Di van demê dawîyê da her şev xewnên min zêde bûn û xeyala min a ji zaroktîyê, xemilandin.
Carcaran bi bayê serê sibê ra, hênikayîyek li rûyê min ket û ji xewa xwe ya sivik hîşyar dibûm.
Xewna min dihat birin…
Carcaran jî bi dengê telefona bêwext lêdixist ra, di nîvî da dima…
Ji bo ku, di ku da qetîyabe careke din dest pê bike, çavê xwe digirt…
Û bi daxwazeke ji dil va li benda destpêkirina wê ya ji nû va disekinîm…
Di ber xwe da dihênijîm, xewna min ji nû va dest pê dikir…
Xew kûr, xewn jî dirêj dibû…
Ne ez radibûm, ne jî dawî li xewnê dihat.
Min bi xewnê xwe dixapand, xewnê jî min li pey xwe dibir û digerand…
Roj û şev li pey hev derbas dibûn.
Ez di nav şevereşeke tarî da, li xeyalên xwe digerîyam.
Demsal bû havîn, tîrêja rojê dinya min germ kir…
Ji alî Başûr da bayekî sivik hat…
Fizildûmanek rabû, dawî li germahîya havînê anî.
Weke qirpîna birî û bijangan, havîn jî qedîya…
Demsala payîzê dest pê kir.
Rengê pelê daran guherîn.
Berê hêdî hêdî sor, dû ra zer û gewr bûn.
Bi bayê Bakûrê ra yekoyek ji serê daran pekîyan û ber bi jêr hilweşîyan.
Li ser rûyê erdê belav bûn, di bin lingan da man û pelixîn.
Bi qeşayîya şevê ra şil bûn, bi erdê ra zeliqîn…
Roj kin, şev dirêj bûn.
Bi dirêjîya şevên payîzê ra xewn zêde bûn, bi xewnên kin û dirêj ra xeyal xemilîn…
Bi xewnên xwe yên dirêj ra dilşa…
Bi xewnên xwe yên kin ra jî xemgîn bûm…
Di şeva nîvê demsala payîzê da, xewa min revîya…
Xeyala ku ji zarokatîya xwe da didît û li benda wê sekinîbûm, qasî gavekî nêzik hatibû û herşev xewnên min dixemiland, careke din dîsa xatir xwest û di tarîya şevê da ji min dûr ket…
Ez di payîza emrê xwe da, careke din bê xew û bê xewn mam…
Êdî ne xewa min tê, ne jî xeyalan dibînim…
Zivistana sar û seqem wê çawa dest pê bike.
Û wê derd û kulên çawa li pey xwe bihêlê û derbas bibe…
Ez jî nizanim…
Bêguman, zakona xwezayê ye, di her salê da dem û demsal diguherin.
Careke din dê bihar were û dû ra havîn jî dest pê bike…
Lê ji îro da ne bihareke nû xûya dike, ne jî xewn û xeyalên min dest pê dikin.
Ba tê, ji çep û rast…
Bayê payîzê, bayeke sar û gurr…
Li pişta min dixe û kezeba min diperitîne…
Eş û jan zêde dibe û li dil û gurçikên min dipijirîne.
Bêhna min di ber min da diçike…
Difetisim…
Ne xewn û xeyal ne jî zaroktîya min tê bîra min.
Serê xwe datînim ser balîfê û çavê xwe digirim.
Heger ku xewa min li min vegere…
Dibe ku xewn û xeyalên min jî ji nû va dest pê bike!
16-17.10.2017
Têbinî: Ev nivîs cara ewil di pirtûka min a Jîyan bi kurdî xweş e! da hatîye weşandin.