Ziman û raman, Kurd û ziman…
Kîngê li ser girîngîya bikaranîna zimanê zikmakî tiştekî binivîsînim, hinek Kurdên zimanTirk şûrê xwe dikişînin û li ba dikin.
Bi hezaran bahaneyên pûç û vala li pey hev rêz dikin û kêmsîya xwe vedişêrin.
Hinek dibêjin: „Filankes Kurdî nizanin, lêbelê ji bo Kurd û Kurdistanê şer dike û canê xwe didin...“
Hinek dibêjin: „Bêvankes Tirkî nizanin, wek xulam û xizmetkarên dewletê şerê birayên xwe yên Kurd dikin...“
Bêguman, her du sedem jî rast in.
Mixabin tenê ji bo Kurdên Bakur.
Weke mînak, Kurdên welatparêz û parêzêrên gundan (qoricî)...
Nakokiyeke wusa ne di nav Kurdên Rojava û Rojhilat, ne jî di Kurdên Başûr da tê dîtin.
Di nav wan da jî Kurdên ku di nav refên dagirkeran da cîh digrin, hene.
Lêbelê hejmara wan kêm û kêm in...
Herwuha ew bi hişmendîya Kurdayetîyê dijîn û yên najîn jî qasî Kurdên Bakûr ji zimanê xwe û ji çand û dîroka xwe dûr nînin...
Bi awayekî din, xêncî Bakûr, li her sê parçeyên din sedîsed nebe jî Kurd bi rêjeyekî mezin zimanê xwe yên zikmakî bi kar tînin û bi wê dijîn.
Kurdên Bakûr bi her awayî di rewşekî berevajî da ne.
Pirranîya wan zimanê xwe yên zikmakî nizanin, yên dizanîn, ew jî bi pirranî tenê di xalek jîyana xwe ya rojane da bi kar tînin...
Dê û bavê wan Tirkî nizanibin, bi wan ra, an jî rojek rîya wan bikeve gundekî, bi gundîyan ra...
Wek daxwaza dewleta Tirk ya salan berê...
Di salên 1980ê yî da Kenan Evrenê bi nav û deng digot: „Hemwelatîyên me yên li Rojhilat û Başûrê Tirkîyê dijîn, tenê dikarin di nav mêrg û zevîyên xwe da û di nav malên xwe da bi zimanê xwe biaxifin...“
Çil sal derbas bû.
Dinya guherî.
Tirk û Dewleta Tirk xwe guhartin.
Qedexebûna li ser zimanê Kurdî rabû.
Îro ji Kurdan bêtir Tirk, peyva Kurd û Kurdistanê bi kar tînin.
Kurd jî ji guhartinên qewimîn, para xwe girtin.
Di sîyasetê da gavên balkêş avêtin.
Di şerê çekdarîyê da pêş va çûn.
Di warê çapemenîyê, ji gelek dewletan bêtir xwedî îmkan in.
Mixabin hemû kar û barên xwe, di sîyasetê da, di şerê çekdarîyê da, di çapemenîyê da, di hemû xalên jîyanê da Tirkî bi kar tînin...
Tu dibêjî qey 40 sal e gor daxwaza Evren tevgerîyane û îro jî gor wê daxwazê dijîn...
Hûnê bêjin, di vê rojê da, çima nivîseke wusa?
Jiber ku di van rojên xeternak da hinek Kurdên zimanTirkên ji Tirkan zêde Tirk dibînim, ji dîn û îmanê dûr dikevim.
Li Kurdên Başûr û Rojava, li tekoşîn û serkeftina wan, li jîyan û zimanê wan dinihêrim, ji bo pêşerojê bîr û bawerîya min xurt dibe...
Wedigerim alî Bakûr, li jîyan û zimandirêjîya wan dinihêrim, roja min diçe ava û ti tarîyê da dimînim...
Rewşa her çar parçeyên Kurdistanê dinihêrim, bi berfirehî dinirxînim û difikirim, tişta ku Bakûr ji her sê parçeyên din vediqetîne, ji bilî ziman tu tiştekî din nabînim...
Hinek cudayetîyên din hebin jî, qasî ziman girîng nînin û roleke mezin nalîzin.
Lê ziman ne wusa ye...
Ziman, tenê ji peyv û hevokan, ji deng û melodîyan pêk nayê...
Ziman li alîkî enstrûmana vegotina hiş e, li alikî jî hiş dikemilîne.
Mirov, hebûna xwe bi saya ramana xwe kifş dike û jê hayîdar dibe.
Ziman bedewî û dewlemendîya raman e...
Ziman û raman weke her du rûyê kaxizêkî bi hev ra girêdayî ne.
Ji ber ku, hîm û amûra raman peyv, mala wî jî ziman e.
Bi guhartina ziman ra, ramana mirov jî diguhure.
Loma aqilmendên Tirk îro bi serkeftî dibêjin: „Li Başûr û Rojava, heta li Rojhilat jî dewletên Kurd tên ava kirin, lê li Bakûr na! Ji ber ku Kurd bi Tirkan va zeliqîne, weke Tirkan difikirin, diaxifin û dijîn!..“
Sedem vê yekê ye ku Kurdên Bakûr îro ji dorpeçkirina Başûr ra bêdeng in...
Ji êrişên li dijberî Rojava tên kirin ra jî, kerr û lal in...
12.10.2017