„Binpêkirina Îradeya Gel…“
„Binpêkirina Îradeya Gel…“
Dema weşanê: Gelawêj 21, 2019, 11:39 Dîtin: 1674

Dewleta Tirk, sê şaredarên bajarên mezin, Amed, Wan, Mêrdîn, ji kar dûrxist.

Xuya ye, wê di demeke kin da, dor were şaredarên bajar û navçeyên din jî…

Di hilbijartina 31ê Adarê da berbijêrên HDPê şaredarîya 8 bajar û 56 navçeyên li Kurdistanê bidestxistibûn.

Ji 8 bajaran sê bajarên mezin, Amed, Wan û Mêrdîn bûn.

Berî hilbijartinê jî 101 şaredarîyên ku di destê HDPê da bûn, ji kar hatibûn dûrxistin û ji alî memûrên dewletê va dihatin birêvebirin.

Gelê Kurd di hilbijartina 31ê Adarê da careke din berbijêrên HDPê hilbijart û dawî li rêvebirîya qayûman anî.

Mixabin di ser hilbijartina nû ra, hê şeş meh derbas nebû, şaredarên her sê bajarên mezin careke din ketin destê qayûman, yê mayîn jî kîngê dikevin, tenê Erdogan dizane.

Jixwe berî hilbijartinê Erdogan biryara xwe dabû û eşkere kiribû.

Erdogan gef li Kurdan dixwar û digot; „hûn careke din berbijêrên HDPê hilbijêrin, emê jî careke din wan ji kar dûrbixînin û memûrên xwe tayîn bikin…“

Îro jî ew biryara xwe, bidûrxistina sê şaredaran anî cîh, jibo yê mayîn jî wê bîne cîh…

Ev sîyaseta ku dewleta dagirker îro bi destê Erdogan li Kurdistanê didomîne, ne sîyaseteke nû ye.

Carcaran reng biguherîne jî, sîyaseteke sed salî ye.

Hîmê vê sîyasetê sed sal berê, li ser înkarkirina Kurdan hate avêtin.

Heta ku Kurd li ser axa xwe, ji xwe ra dewleteke milî ava nekin, ewê hergav rûbirû vê sîyasetê bibin. 

Jiber ku ev dewleta ku îradeya Kurdan nasnake, dewleta Tirkan e…

Dewleteke dagirkere û di nav pergala wê da Kurd jî revebirtîya wan jî heta nuha cîh nagirt û ji vir şunda jî tu car cîh nagre.

Damezrînerên dewleta dagirker sed sal berê digotin; “di vî welatî da Kurd tenê dikarin bibin xizmetkar!”

Rêvebirên wê yên îro jî dibêjin; “di vî welatî da hûn dikarin bibin hertişt, lêbelê tenê nikarin bibin Kurd!”

Kurd çi dikin?

Beşek hê daw û doza biratîya ometê, beşek jî daw û doza biratîya gelan dike.

Olperest, kuştina xwe ya bi „şûrê îslamê“, gelperset jî bi top û tankên „dewleta hevpar“ razî ne…

Şûr jî, top û tank jî di destê Erdogan da ne.

Olperset bêdeng in.

Gelperest jî, jibo xatirê biratîya bêpar berê xwe dane Enqerê, peyva demokrasîyê weke benîşt kirine devê xwe û dicûn.

Bênîştê ku birayên wan kirîye devê wan, benişteke nêrbend e, ne diquse, ne jî tamê dide.

Benîşt di qirikê ra here xarê, digrîn…

Ji dev bipeke û bikeve erdê, li çokê xwe dixin û dest bi gilî û gazinan dikin…

Dûrxistina sê şaredaran jî bi vî rengî dinirxînin û dibêjin; „ev binpêkirina îradeya gel e!..“

Gel kî ye û yê ku îradeya wî nasnake kî ye?

Ne tu kes vê pirsê dike, ne jî li bersiveke rast digere.

Gelê bindest û îrade!

Gelo di kitêba kîjan dagirkerî da îradeya gelê blindest cîh girtîye ku, di kitêba dewleta tirk da jî îradeya gelê Kurd cîh bigre…

Êdî bes e!

Bi biratî û wekhevîyê xwe nexapînin…

Di bin desthilatîya dagirkeran da jibo bindestan demokrasî û wekhevî, aşitî û azadî tênê çîrokeke vik û vala ye…

Rastîya ku dewleta dagirker her roj di çavê me ra dike û tîne bîra me, êdî qebûl bikin û bi biratîya ometê û gelan xwe nexapînin.

Di bin desthilatîya dewleta dagirker da, Tirk serdest, Kurd jî bindest in.

Heta roja îro ne serdest û bindest bihev ra bûne bira…

Ne jî wekhevîya xwedî û xizmetkaran li rû dinê hatîye dîtin…

Ji xewa mirinê hişyar bin û ji xwe ra li rêyeke din bigerin.

Hemû gelên bindest di rêyeke çawa ra derbasbûn û çawa ji bindestîyê xilasbûn, bibînin û rîya xwe biguherînin…

Berê xwe bidin Amedê, bidin Wan û Mêrdînê…

Hûnê bibînin ku sedemê binpêkirina îradeya gel, tenê bindestî…

Çare jî, hewldana jibo avakirina dewleteke milî ye.

20.08.2019

ikramoguz@navkurd.net