Ala Bêdewlet!..
Ala Bêdewlet!..
Dema weşanê: Hêzîran 23, 2018, 2:58 Dîtin: 559

Sal 2002…

Weke îro, Kûpa Cîhanê ya Futbolê dihat lîstin.

Hemwelatîyên gelek welatan bi alên xwe derdiketin kûçe û kolanên bajaran û di şahîya futbolê da cîhê xwe digirtin.

Şevîn hê jeçikeka piçûk bû.

Wê jî dixwest bi hevalên xwe ra di nav wê şahîyê da cîh bigre.

Mixabin ne al ne jî dewleta wê hebû.

Rojek bi xemgînî ji min ra got:

„Bavo çima ala me tune?

Ez jî dixwazim weke hevalên xwe, ala xwe bigrim û derkevim kûçe û kolanan…“

Rojekî şûnda min Ala rengîn jê ra anî û da destê wê û got:

„Keça min ahan ji te ra al. Êdî tu jî dikarî ala xwe li ba bikî û bi hevalên xwe ra di nav şahîya futbolê da cîhê xwe bigrî…“

Şevîn bi al û gotinên min kêfxweş û dilşa bû…

Ala Rengin li histûyê pêça û di nav malê da gerîya.

Bû êvar, bi ala xwe ket nav nivînan û raza.

Roja mayîn ji mektebê hat, bi dilekî şa û bi rûken ala xwe bi serê darekî va kir û derket derva.

Nîv saetek şûnda bi kelogirî ji derî ra ket hundir û ala di destê xwe da avêt erdê û girîya…

Min jê pirsî, we jî bi kelogirî bersiva min da û got:

„Ka te digot ev ala Kurdistanê ye… Hemû hevalên min bi min kenîyan. Yekî got; ‚ev al, ala Îtalyayê ye’, yekî din jî got; ‚ev hebe ya Hidîstanê ye’… Ne kes Kurdistanê dizane, ne jî ala me nas dike…“

Ez dûr û dirêj pê ra axifîm, lê axaftina min jî ji bo xemgînîya wê çare nekir.

Kîngê Kûpa Cîhanê ya Futbolê dest pê bike, qala xemgînîya wê ya wê rojê dikim…

Ew jî bi dilekî xemgîn dikene û dibêje:

„Rast e, ev al ala me ye. Mixabin dewleta me nîne… Ez ala bê dewlet çi bikim… Kîngê welatê me azad be û dewleta me jî di nav dewletên cîhanê da cîhê xwe bigre, ezê jî wê gavê bi serbilindî ala xwe bikim destê xwe  û derkevim kûçe û kolanên Almanyayê û li ba bikim…“

Di ser bîranîna min û Şevînê da şanzdeh sal derbas bûn.

Îro jî Kûpa Cîhanê ya Futbolê didome…

Mixabin em hê bêdewlet in û ala me ya bêdewlet îro jî nayê naskirin…

Hemwelatîyên welatên mezin û piçûk weke şanzdeh sal berê, îro jî bi alên xwe derdikevin kûçe û kolanan, di nav şahîya futbolê da cîhê xwe digrin û bi serbilindî ala xwe li ba dikin…

Pênce milyon Kurdên li rû dinê jî dev ji xwedî dewletbûnê berdane û li ser ala bêdewlet hê îro jî şerê hev dikin…

22.06.2018

[email protected]