Çîroka Serdestan û Qilûlikên Bindestan…
Çîroka Serdestan û Qilûlikên Bindestan…
Dema weşanê: Nîsan 12, 2020, 5:02 Dîtin: 495
Gotinek pêşiyan e, dibêjin; „Tucarê têk diçe, dest davêje defterên kevn.“
 
Gera tucar a di nav rûpelên defterê da, gera jibo serkftinê nine.
 
Bixwe jî dizane, sedema têkçûna wî, ew bixwe ye.
 
Lê dîsa jî li pîneyek digere û dixwaze bi wî kêmasîya xwe ya têkçûyînê veşêre.
 
Dema ku ez li hest û helwestên Kurdên ku di medya civakî da hespê xwe bi rehwan dibezînin, dinêrim, ev gotin tê bîra min.
 
Carcaran dikenim…
 
Carcaran jî diqahirim û ji hale xwe û wan ra digirîm.
 
Jiber ku Kurd miletek têkçûyî ne.
 
Loma li rû vê dine ew milete, ku ji tahma serkeftinê bêpar ma ye.
 
Sedem ev binketîya civakî ye, ku Kurd bi tena serê xwe ya jî bi heval û hogirên xwe va hewl didin û dixwazin tahma serkeftina civakî bigrin û pê dilşa bin.
 
Lêbelê ew tahm, tahmeke çawa ye, bi rastî wê jî nizanin.
 
Loma li kirin û kiryarên xwe mêze nakin û nabînin…
 
Li nezanî û kêmasîyên xwe venagerin.
 
Jiber ku pozbilind in.
 
Di ser pozên xwe ra li derûdora xwe mêze bikin jî, di bin çavan ra û di nav qirş û qalan da li pîneyan digerin.
 
Ger ku parçeyek ji pîneyê rizyayî jî bibînin, bi fesal digrin û li navrana şalê xwe dixin.
 
Bi şalê xwe yê pînekirî qûna xwe ya tazî diniximînin…
 
Dûra vedigerin, li ser tazîbûna hevalên xwe dest bi qilûlikan dikin û kêfa xwe tînin.
 
Halbûkî di tekoşîna civakî da rastî û xeletî birayê hev in.
 
Di encamê da serkeftin hebe, xeletîyên ku heta wê gavê hatibin kirin, wenda dibin ya jî parçeyek ji rastîyê tên qebûlkirin.
 
Lêbelê dema ku têkçûyîn encam bide, wê gavê jî hemû tiştên ku rast hatibin kirin û gotin, ew jî alametên îxanetê tên binavkirin.
 
Loma dibêjin, dîrok çîroka serkeftîyan e.
 
Di wê çîrokê da xeletî û kêmasî cîh nagrin û bi hostayî tên veşartin.
 
Rastîyên binketîyan wek qedera wan a reş li enîya wan xeletî tê nivîsandin.
 
Hemû xeletî û kêmasîyên serkeftîyan jî bi peyv û hevokên zêrîn va tên xemilandin.
 
Serkeftî di çîroka xwe da wek lehengên bêhempa bi cîh digrin û dibin serdest.
 
Binketî jî bi qilûlikên pûç û vala bihev dikevin û dibin xizan û bindest…
 
Kurd bindest in.
 
Lêbelê bindestîya wan ji nezanî û xizanîyê nayê.
 
Hemû zana û rewşenbîr û ronakbîr in!..
 
Her yek bi zimanek diaxifin û serîyek dikişînin.
 
Li hevparîya xwe nagerin, li cudahî û kêmsîyên hev digerin.
 
Loma serdestên wan, jixwe ra li ser pişta wan çîrokên nû dinivîsînin.
 
Ew jî qilûlikên pûç û vala lihev zêde dikin û bi wan dema xwe derbas dikin…
 
12.04.2020
 
ikramoguz@navkurd.net