Demokrasîya FETO û ETO...
Demokrasîya FETO û ETO...
Dema weşanê: Pûşper 16, 2017, 10:10 Dîtin: 521

Îro roja 15ê Tîrmehê ye.

Roja ser sala şerê FETO û ETO.

Panzdeh sal bi hev ra dewleta Tirk îdare kirin.

ETO ji FETO ra digot; „Hezretî Xoce...“

FETO ji ETO ra digot; „Reîs...“

Yekî ji FETO ra tiştekî xirab bigota, ETO çavê wî derdixist.

Yekî xwar li ETO mêze bikira, FETO serê wî jê dikir.

ETO tapuya TOKÎ’yê belav dikir û alîgirên xwe zêde dikir.

FETO tapûya bihuştê (cinetê) pêşin dida û mirûd li dora xwe kom dikir.

Dem û zeman derbas bûn, dewran guherî.

Êdî ne bihuşt tê ra FETO dikir, ne jî TOKÎ tê ra ETO...

Rojekî di navbera wan ra rovîyeke reş derbas bû, kilîtên TOKÎ û Buhuştê tev li hev bûn.

Şer dest pê kir.

Berê bi dev û ji dûr va şerê hev kirin.

Navê hev guhartin.

Dû ra şurê xwe kişandin.

Murîd û aligirên xwe berî hev dan.

Bi sedan kesên belengaz hatin kuştin, bi hezaran murîd hatin girtin.

Piştî şerê wan ê ku salekî berê, di roja 15ê Tirmehê da qewimî, ETO di hundur da bû hertişt û hêz û qiweta xwe zêde kir, FETO jî dest ji tapûya bihûşte berdaye û di nav heft duaalan da ji bona û xwe û murîdên xwe demoqrasîyê dixwaze...

Her du alî jî, tu dibêjî qey neyarên ji bav û kalan, li hemberî hev ketine kozikê û destpêka neyartîya xwe heta qal û belayê dibin hev dû tawanbar dikin.

Daw û doza heq û huqûqê û daw û doza demoqrasîyê dikin.

FETO saleke berê xwe daye dinê û lji xwe ra  domoqrasîyê dixwaze...

ETO jî îro li çarnikalê Tirkîyê aligirên xwe rakiriyê ser lingan û nobedarîya domoqarsîyê bi wan dide kirin...

Lê demoqrasîyeke çawa...

Mirov li nobedaran dinihêre, ditirse...

Daxwazên wan dibihîse, buhiştê dihêle û ber bi dojehê direve...

Jinên di nav çarşevan da û çavên wan girtî, di bin çarşevên xwe da dua dikin û demoqrasîyê dixwazin...

Mêrên rû dirêj, bi destê çepê rûyê xwe mist didin, bi destê rastê jî tizbîyên nodûneh dikşînin û demoqarsîyê dixwazin.

Tu jinan bipirsî, „demoqarsî çî ye?“

Ewê bibêjin; „dermanê nexwaşîya reîs e...“

Ji mêran bipirsî, ewê jî bibêjin, „daxwaza ji bo emirdirêjîya reîs e...“

Bi mîlyonan kes derketine kûçe kolanan û bi navekî bîyanî, ji nexwaşîya reîsên xwe ra derman û emirdirêîyê dixwazin...

Navê wê jî lêkirine demoqrasî û dixwazin...

Ji Xwedê...

Ji bo Erdoxan...

De were li dijberî wê demoqrasîyê dernbekeve...

15 Tîrmeh 2017

[email protected]