Egîdê Cimo
Egîdê Cimo
Dema weşanê: Rêbendan 21, 2019, 3:24 Dîtin: 813

Egîdê Cimo, roja 31ê Çile di 87 salîya xwe da koça xwe ya dawî kir. Dema ku ez bi mirina wî hesîyam û agahîya di derbarê mirina wî da xwend, min berê xwe da rûpela youtubê û dûr û dirêj li awazê Mey/Bilûra wî ya bi hostayî guhdarî kir.

Melodîya strana Bêrîvanê qedîya, Lawikê Metînî destpêkir.

Dengê Mey a wî ez girtim û birim zozanên Çîya Şahwelat. Ew zozanên ku şivanan tê da pezê xwe diçêrandin û bi meqamên Egîdê Cimo li bilûra xwe lêdixistin û bi dengê bilûrê va pêzê xwe li dora xwe dicivandin.

Jîyana min a li gund weke şerîda fîlmekê di ber çavê min ra derbas bû.

Jin û mêr, qîz û xortên gund, hevalên min ên zarokatîyê yekoyek hatin ber çavê min.

Xanîyê mala apê min, ew xanîyê ku her rojên pêncşemê, bi danê êvarê ra jin û mêrên malbata me dihatin û tê da kom dibûn, zarokên ku di odê da ji xwe ra cîh nedidîtin û diçûn li banê xanî û li ber kuleka odê rûdiniştin, guhê xwe didan devê kulekê û li benda dengê radyoya Rewanê disekinîn.

Apê min destê xwe diavêt kosteka saeta xwe û ji bêrika êlegê xwe derdixst. Li saetê mêze dikir, saeta xwe şûnda dikir berika xwe û destê xwe diavêt bişkoşka radyoyê. Berê hinek xişesiş ji radyoyê dihat, deng tevlihev dibû. Apê min bi bişkoşka radyoyê ra hinek dilist, çep û rast dibir û danî…

Dema ku saet dibû 17.30 dengekî nêzik û ji dil, dengekî nas û bi zimanê dê û bavê me ji radyoyê derdiket digot, „Mêvanên ezîz …. Û bernameya Kurdî dest pê dikir…“

Carcaran bi dengê Mey a Egidê Cimo, carcaran bi dengê Karapêtê Xaço, carcaran jî bi dengê Meyremxanê va guhadravanên li hundur û li derva guhê didan kilam û stranên kurdî û ji xwe va diçûn.  Bi gotina; „Mevanên ezîz, em îro jî gihîştin dawîya bernama xwe…“ va apê min ji cîhê xwe radibû, bişkoska radyoyê li alî çepê badida û radyo digirt. Guhdarvanên derdora wî û zarokên li ber devê kulekê kombibûn, jî cîhê radibûn û bi dilekî xemgîn berê xwe didan malên xwe…

Sal û demsal derbasbûn, bi derketina televizyon û înternetê va radyo ji holê rabûn û hatin jibîrkirin.

Lê radyoya Rewanê û dengê hunermendên ku ji wê radyoyê derdiketin û li çarnikalên Kurdistanê belav dibûn, tu car nayê jibîrkirin.

Gelê Kurd dengê Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Meyrem Xan, Kawis Axa, Aslîka Qadîr, Zadina Şakir, Efoyê Esed, Ahmê Çolo, Egîtê Cimo, Aramê Tigran, Şiblîya Çaçan, Werda Şemo, Asa Evdîle, Xana Zazê, Begîya Qadîr, Susika Simo, Eyşe Şan, M. Arîfê Cizrewî û hunermendên ku navê wan li vir cîh negirtîye, bi saya radyoya Rewanê bihîstin. Rûmeteke mezin dan wan û li deng û awazên wan guhdarî kirin.

Nivîskara pirtûka „Di Radyoya Erîvanê da Dengê Kurdî“ Zerî Înanç dibêje:

„Her Kurdê ku radyoya Rewanê guhdarî kiribe, çirokeke wî yê vebibêje he ye…“

Ez jî di dema zarokatîya xwe da bi saya radyoya Rewanê bi kurdbûna xwe hesîyam û bi kilam û stranên hunermendên ku di wê radyoyê da distiran, bûm evîndarê mûzîka kurdî.

Ez dikarim bibêjim, cara ewil ji vir 50 sal berê min li rodyoya Rewanê guhdarî kir. Lê kîngê dengê hunermendên ku li jor cîh digrin bibhîsim, bi deng û awazên wan ra xwe di dema zarokatîya xwe da dibînim.

Îro jî dema min li dengê Mey a Egîdê Cimo guhdarî kir, careke din dîsa ketim nav xewn û xeyalan. Bi wan xewn û xeyalan va min careke din xwe li Zozanên Çîyayê Şahwelat, li gund, li dora kuleka oda mala apê xwe û di nav hevalên xwe yên zarokatîyê da dît û xemgîn bûm…

Egîdê Cimo kî ye?

Egîdê Cimo herçiqas di nav Kurdan da weke Mîrê Mey ya jî Bilûrê were binavkirin, weke hemû hunermendên Kurd, di derbarê jîyana wî da jî çavkanîyên nivîskî zêde nînin.

Dema ku ketim înternetê û min navê wî nivîsî, di Wîkîpedîyayê da kurtejîyana wî û du hevpeywînên ku pê ra hatine kirin, derketin pêşîya min.

Di Wîkîpedîyayê da kurtejîyana wî wuha hatîye nivîsandin:

Egîdê Cimo di sala 1932an da, li gundê Erdeşerê hatîye dinê. Malbata wî di sala 1918an da ji bajarê Wanê koç dike û diçe li Ermenistanê bi cîh dibe.  Egîdê Cimo, di 8 salîya xwe da ji xwe ra bilûrekek çê dike û lê dixe. Pişt ra hînî lêxistian mey û zirnê jî dibê û wan bikartîne. Di sala 1955an da li Radyoya Rewanê beşa Kurdî da dest bi xebatê dike. Heta salên 1990î bi bilûra xwe ji Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Efroye Esed, Aslıka Kadır, Aram Tigran û dengbêjên din ra lêdixe. Egîdê Cimo, ji bilî karên xwe yên radyoyê êvaran di Enstîtûya Mûzîkê ya Romanos Melikyan da dixwîne û di sala 1967an da xwendina xwe diqedîne.

Egîdê Cimo di mûzîka Kurdî da weke Mîrê Bilûrê tê nasîn.

Egîdê Cimo di dawîya sala 2013an da weke mêvanê Konservatuar a Aram Tîgran tê Amedê. Ajansa Nûçeyan Dicle pê ra hevpewînek çê dike. Egidê Cimo di wê hevpeywînê da, di derbarê jîyan û çîroka koçberîya malbata xwe da wuha dibêje:

„Malbata min piştî erdhecandina di sala 1918an da diqewime, ji navçeya Muradiyê koç dike û diçe li Ermênîstanê bicîh dibe. Ez jî di sala 1932an da li wir hatime dinê. Zarokatîya min li Rewanê derbas bû. Di 10 salîya xwe da min dest bi lêxistina bilûrê kir. Di wan salan da min ji dawet û çîrok û stranan pir hez dikir. Bi vegotina mezinan ji destana Mem û Zînê hayîdar bûm. Dema ku min destan guhdarî dikir, di bin tesîra destanê da dimam.

Li ber devê çemê ku di ber gundê me ra derbas dibû, avzêla qamîşan hebû. Dengê ku bi tesîra bayê ji qamîşa derdiket bala min dikişand. Bi tesîra wê min ji xwe ra bilûra xwe ya wek „Fîq“ tê zanîn çêkir. Pişt ra dema ku min berxivanî dikir û berx diçêrand li bilûrê dixist. Bi lêxistina bilûrê ya ji bo heval û gûndîyên xwe ra, min karê xwe hinekî pêşda bir. Dema ku gundîyan min didîtin, ji hev ra digotin; ‚Rabin Egid dîsa derketîye ser banê xanî’. Jiber ku dengê bilûrê êvaran xweş derdiket. Di 10 salîya xwe da min meqamê Kura Çayê ku meqamek ji meqamên herêma Qersê ye, jiber kir û xwend.“
Di derbarê hunermendîya xwe da jî wuha dibêje; „Di destpêkê da ez diçûm gundan û di dawetan da min li bilûrê dixist. Li herêma me bi navê Şamilê Beko hunermendekî Kurd  hebû. Wî jî weke min di dawetan da li sazê dixist û stran digot. Rojek ew tê gundê me û gundîyê me jê ra dibêjin, ‚li gundê me xortekî heye û ew jî li bilûrê dixe’. Şamilê Beko gazî min kir û li min guhdarî kir. Min girt cem xwe û ez bi wî ra xebitîm. Di sala 1955an da jî min li radyoya Rewanê dest bi kar kir û li wir xebitîm. Dû ra ji bilî karê xwe yên radyoyê min li Enstîtûya Mûzîkê ya Romanos Melikyan dest bi xwendinê jî kir. Li wir 5 sal li ser mûzîkê xwend.

Di dema xwebata xwe ya di radyoyê da diçûm gundan û li dengbêj û stranan digerîyam. Di wan salan da min Karapêtê Xaço nas kir.

Ez çûm gundê Karapêtê Xaço, dema ez çûm ber derê mala wî, ew di baxçeyê da dixebitî. Em rûniştin û me bi hev ra sohbet kir. Min jî wî ra got ez li dengbêjan digerim. Li ser daxwaza min wî min neşkênand û ji min ra strana Lawikê Metînî got. Dengê wî min mest kir.  Min jê ra got ez jî li dengekî wusa digerîyam. Min ew girt û bir radyoyê.  Me li radyoyê dengê wî qeyd kir ku, sal 1957 ya jî 58 bû.“

Egîdê Cimo, di sala 2009an da jî, ji bo alîkarîya hunermedekî Kurd tê bajarê Wanê. Li Kela Wanê li Meyê dixe û dibêje; „Min ku axa bav û kalên xwe dît, êdî bimirim jî çavê min vekirî namîne…“

Di wê hatinê da li ser navê Yüksekovahaber Enver Özkahraman pê ra hevpeywînek çê dike. Di wê hevpeywînê da jî Egîdê Cimo di derbarê destpêka hunermendîya xwe da wuha dibêke:

„Mala me li cîyekî bilind bû. Carcaran derdiketim ser banê xanî û li bilûrê dixistim. Gundîyan jihev ra digotin, ‚Çûro li bilûrê dixe, em lê guhdarî bikin.

Heta 17–18 salîya xwe qasî bilûrê ez hînî zirnê jî bûm. Rojekî Şamilê Beko û koma xwe hatibûn gundê me, ku Şamil wê demê li herêma me kesekî navdar bû. Gundî ji Samiil ra qala min dikin. Samil gazî min kir û min jê ra çend qeyde lêxist. Lêxistina min pesjirand û di koma xwe da cîh da min. Êdî ez jî hunermend bûm. Bi koma wî ra ez jî diçûm di dawetan da bilûr lêdixist…

Di sala 1955an da Casimê Celîl hat mala me û min dawetî radyoya Rewanê kir. Bi vî awayî min di radyoyê da dest bi kar kir û 30 sal xebitîm. Ez mirovekî gerok bûm, gund gund digerîyam û li bilûr û zirnê dixist. Sedem vê yekê min gelek dengbêj nas kir û têkilîya wan bi radyoya Rewanê va danî. Weke Şeroyê Biro, Efoyê Eset, Karapêtê Xaço, Reşîte Baso, Sûsika Simo, Zadika Şekir û Eslîka Qadir.”

Egîdê Cimo, koça xwe ya dawî kir û ji me dûr ket. Piştî mirina wî hinekan gotin, ew „Mirê Bilûrê“, hinekan jî gotin „Mirê Mey û Zirnê“ ye.

Weke hemû mijarên din, me li ser Mey û Bilûra Egîdê Cimo jî bihev nekiri.

Lê mirov dikare bibêje Egîdê Cimo mîrek ji mîrên mûzîka kurdî bû û bi mirina wî ra yek dîsa jê kêm bû.

17.02.2019

[email protected]

Çavkanî:
1.Wikipedîya
2.DIHA, İbrahim Açiker, 9 Çile 2014
3.Yüksekovahaber, Enver Özkahraman, 1 Îlon 2009

4.Belgefilm a li ser Jîyana Egidê Cimo Welatê Me Kurdistan /Mîrê Bilûrê, İbrahim Yıldırım, 2014