Kurd Îdol
Kurd Îdol
Dema weşanê: Pûşper 8, 2017, 1:31 Dîtin: 638

Demeke dûr û dirêje, her heftê, roja şemîyê bi bend dikişînim. Saet heyştê êvarê, rûdinêm, pişta xwe didim palkursîyê xwe, berê xwe didim ekranê televîzyona Kurdsatê û li bernama Kurd Îdol temaşe dikim.

Na, ne tenê temaşe dikim.

Derdikevim rêwîtîyê… rêwitîyeke dûr û dirêj…

Di nav bîranînên xwe da wunda dibim…

Diçim piçûktîya xwe…

Li gund, her rojên pêncşemê, ew rojên ku jin û mêr li ber derê malên ku radyo tê da kom dibûn û guhê xwe didan bernama radyoya rewanê…

Bavê min û kasetên dengbêjên wî, ew kasetên ku herdem di berîka xwe da, li ser dilê xwe û bi xwe ra digerand û kîngê eciz biba, diavêt ser teyîbê û guhdarî dikir…

Şevên zivistanê, ew şevên ku mêr li odeyên mêran rûdiniştin, jin jî li paş derî û di tarîyê da disekinin û bi saetan li dengbêjên ku di odê da kilam û stran digotin, guhdarî dikirin…

Hemû wek li ser ekraneke duyemîn di ber çavên min da derbas dibin…

Çavki min li ekrana Kurdsatê, yê din jî li wê ekranê…

Bi stranên Wedat, bi dengên wî yê zelal ji şabûna digirîm…

Bi stranên Cengîz ra xwe di nav salên heyştêyî da û li Stenbolê dibinîm. Kasêta Koma Wetan çawa ketibû destê min û bi hevalên xwe ra di bin kîjan şert û mercan da guhdarî kiribû û ji xwe çûbûn, dibînim û xemgîn dibim…

Bi gotinên Ronî û tevgera wî ra dikenim, kêfxweş dibim û bîr û bawerîyên min xurt dibin..

Bi deng û stranên Bane Şîrwana şazdeh salî va, ji bo pêşeroja ziman û muzîka Kurdî dilşa û serbilind dibim.

Bi dengê Jinda Qenco ra xwe li Kobanê li Kurdistana Rojava…

Bi dengê Xezal Mistefa ra li Kurdistana Rojhilat

Bi dengê; Aştî Ezîz, Tanya Aso, Ferzad Mehdînya, Rawan Îbrahîm, Zêrevan Casim ra xwe di nav Gulîstana Kurdistanê da, ew baxçeyê ku bi reng û dengên cûda û bi aheng xemilandî da dibînim û nêzikî xewn û xeyalên xwe yên li ser Kurdistaneke azad dibim…

Difikirim û dibêjim; çawa ku bi saya dengbêj û medreseyên Kurd zimanê me jîya û heta roja îro hat, ji vir şûnda jî bi saya keçû xortên ku di rîya dengbêjan da diçîn û ji îmkanên zanyarî û teknolojîyê îstifade dikin va, îro roj bi roj dewlemend dibe û pêşda diçe.

Di vê pêşveçûyînê da, barekî giran dikeve ser milê hemû dezgeyên Kurd û Kurdistanî ku ji wan dezgeyan yek jî KurdSat e…

Bêşik, Kurdsat bi bernama Kurd Îdol va, hem barê xwe, hem jî barê me hemûyan sivik kir û dike…

Di navbera paşeroj û pêşeroja me da, di navbera herçar parçeyên Kurdistanê û di navbera herçar zaravayên Kurdi da pireyeke zêrin çêkir ku, ew beşdarvanên ku ji destpêkê da heta roja îro, bi kilam û stranên xwe û bi hûnerên xwe cîh girtin, ew jî ev pire xemilandin û dixemilînin…

Duh êvarê ji neh kesên mayîn, şeş kes derbasî qonaxeke nû bûn û derketin fînalê.

Bane Şîrwan

Wedat Akarsu

Jînda Kanco

Cengiz Yazgi

Xezal Mistefa

Ferzad Mehdînya

Heftaye pêşîya me jî, ji van şeş kesan yek wê bibe yekemîn.

Mixabin gor raya min û ez bawerim gor raya hemû temaşevanên bernama Kurd Îdol, ev kesên ku min navê wan daye û nedaye, hemû di asta yekemîn da ne…

Bi sedan keç û xort, bi destpêka bernama Kurd Îdol va gavekî hunermendî avêtin û ewê ji vir şûnda jî di rîya hunermendîyê da bimeşin.

Di dawîya bernameyê da ji wan yek dibe yekemîn…

Ewê xelata xwe bigre û şa û dilşa be…

Lê belê Kurd Îdol bi xwe bernameyeke yekemîn e û hemû beşdarvanên wê jî di dilê gelê Kurd da yekemîn in…

Jiber ku bi beşdarbûna vê bernameyê va hemû bi dil û can, bi bîr bawerîyeke xurt barekî giranê avêtin ser milên xwe. Ez bawerim ewê di bin barê xwe da bi serkeftî derkevin û bi hunerên xwe, ziman û muzîka kurd pêş ve bibin…

Qala her çar hunêrmendên ku di bernamê da rê û rêbazên hunermendîyê dan û didin ber beşdarvanan û bi rexne û pêşnîyarên xwe, astêngên li ser pêşîya rîya wan ji holê radikin, neyê kirin, ev nivîs kêm dimîne…

Her çar hunermendên hêja;

Xatûn Kanî

Nîzameddîn Ariç

Ednan Kerim

Bijar Kamkar

Di rexne û şiroveyên xwe da, gor şert û mercên hunermendîyê û bi hestên kurd û kurdistanî tevgerîyan û karekî qedirbilind û giranbuha anîn û tînin cîh ku, ez bi dil û can wan pîroz dikim.

Bernama Kurd Îdol hefteyek şûnda li ser ekrana KurdSatê bi zindî diqede, lê bi hunerên keç û xortên ku beşdarî vê bernamê bûn, di dilê hemû kurdan da, di asteyeke bilind da cîh girt û didome..

08.07.2017

[email protected]