Evîna Yekalî!
Evîna Yekalî!
Dema weşanê: Gulan 21, 2019, 2:51 Dîtin: 659

Miletên bindest jihev ra kîndar, bi kesên ji derve yî xwe ra evîndar in

 

Bi evîneke yekalî.

Weke mîsal, Kurd ji Îbrahim Kaypakkaya, ji Deniz Gezmîş û Mahîr Çayan pirr û pirr hez dikin.

Heger ku bizanibin, Kaypakkaya û Gezmiş jî bi eslê xwe Kurd in, ez bawerim ewê dest ji wan jî berdin.

Lê herdûyan jî Tirk dihesibînin û sedem gotineke wan ê di derbarê Kurdan da gotine, pesnê wan didin û li ser serê xwe digerînin.

Îbrahîm Kaypakkaya di 24 salîya xwe da ji alî polês û lêşkerên dewleta xwe va hate îskencekirin û kuştin.

Kaypakkaya li navçeya Alaca ya li ser Çorumê hatîye dinê. Tê idîa kirin ku malabata wî bi eslê xwe ji Dêrsimê ye. Malbat ji komkujîya Dersimê filitîye û çûye li Çorumê bicîh bûye.

Kaypakkaya di dema xwe da xortekî xwedî idealeke mezin e û dixwaze pergala dewleta xwe biguherîne, bi pergaleke nû welatê xwe birêve bibe.

Gelo ew Kurdên ku salê da carê Kaypakkaya bibîrtînin û pesnê wî didin, ew dizanin dewleta ku wî dixwest biguherîne kîjan dwelet û welatê ku dixwest bi pegaleke nû birêve bibe kîjan welat bû?

Bêguman Kaypakkaya jî weke her çepgirekî Tirk dewleta ku wî dixwast biguherîne, dewleta Tirk…

Welatê ku wî dixwest bi pargaleke nû bireve bibe, ew jî Tirkîye bû…

Di lîteratûra wî da jî Kürdistan weke welateke ji Tirkîyê cûda cîh nedigirt, îro jî di lîteratûra şopînerên wî da cîh nagre.

Di derbarê Kurdan da gotina wî ya herî baş ew e, ku gotîye, „Kurd dikarin qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin!“

Lê çawa û bi çi rengî, ne zelal e.

Mixabin gor wê gotinê jî bixwe jî çûye li bajarên Kurdistanê û di nav gelê Kurd da ji bo daw û doza şoreşa Tirkîyê kar û xebat kirîye.

Ew yek bi serê we tenê, gotinê wî yên di derbarê Gelê Kurd da gotiye, pûç dike.

Îspata vê yekê jî helwesta şopînerên wî ne ku, ew hê îro jî qasî dewleta Tirk dijberî Kurdistaneke azad û serbixwe ne.

Heger Kaypakkaya di wan gotinên xwe yên di derbarê qedera Gelê Kurd da gotîye, samîmi ba, wê ji Trakyayê, ya jî ji herêmeke din ya Tirkîyê dest bi kar û xebata xwe ya sîyasî bikira û ji Kurdan ra jî bigota: „Fermo, hûn jî li welatê xwe dest bi kar û xebatê bikin, hûn li alîkî em jî li alîkî şer dewletê bikin. Di encama serkeftinê da em pergala dewleta xwe biguherînin, hûn jî welatê xwe azad û li ser axa xwe jî ji xwe ra dewleteke serbixe ava bikin…“

Wî çi kir?

Li Kurdistanê daw û doza şoreşa Tirkîyê kir.

Şopînerên wî yên bi pirranî Kurd jî îro weke wî li ser axa Kurdistanê kar û xebata ji bo şoreşa Tirkîyê dikin û di wê rê da keç û xortên Kurdan dişînin ber mirinê…

Kurdên bi ruhîyeta bindestîyê dijîn, sirf jibo gotineke Kaypakkaya pesnê wî didin û li ser serê xwe digerînin.

Ez bixwe li dijberî bibîranîna Kaypakkaya nînim.

Bîlakîs ez ji tekoşîn û berxwedana wî ya jibo armanca xwe kirîye ra rêzdar im.

Lêbelê ez sosretîya Kurdan rast û durust nabînim…

Sosretîya ku bi evîna yekalî va xemîlandi…

19.05.2019

ikramoguz@navkurd.net