Gelo derîyê kîjan partîyên Kurd ji Tirkan ra girtî ne!
 Gelo derîyê kîjan partîyên Kurd ji Tirkan ra girtî ne!
Dema weşanê: Gulan 26, 2018, 10:56 Dîtin: 535

Piştî eşkerekirina berendamên HDPê ji Kurdan ra mijareke nû derket.

Kî/kê devê xwe vedike, dibêje; „çima pirranîya berendamên HDPê Tirkin?“

Lê tu kes li xwe mêze nake û kirin û kiryarên xwe nabîne.

Herkes, bi çewtîyên kesên ji xwe dûr, kêmasîyên xwe pîne dike û vedişêre.

Rast e, kêmasîyên HDPê zêde ne.

HDP li ser pişta Kurdan ji Tirkan ra mêrxasîyê dike.

Xewn û xeyalên Tirkên pêxas tîne cîh û wan bi ser û guh dike.

Bi kirin û kiryarên HDPê, ji para Tirkên pêxas ra meclîsa Tirk, ji Kurdan ra jî heps û zîndan dikeve…

Lê ew kesên ku van kêmasîyên HDPê rexne dikin, li gotinên rêvebirên HDPê yên di derbarê partîya xwe da dikin, nadin berçav.

Rêvebir û aligirên HDPê partîya xwe partîyeke Kurd nabînin.

Gor tarîfkirina wan, di rêvebirtî û berendamtîya gelwekîltîyê da cîh dayîna Tirkan jî tiştekî normal e.

Ev yek jî ji Tirkperwerî û Enqereseverîya Kurdan tê ku, ne tenê HDP, hemû partîyên din jî qasî HDPê Tirkperwer û Enqeresever in.

Cîhgirtina Tirkan ya di HDPê da jî ji bihêzbûn û xurtbûna HDPê tê.

Partîyên di nav Kurdan da jî bêhêz û bêtesîr in.

Tirk jî vê yekê baş dizanin.

Ji bo berjewendîyên xwe û pêkhatina xewn û xeyalên xwe yên pûç û vala, li ber derê HDPê rêz dibin.

Li rûyê partîyên din mêze nakin û ber derîyên wan da jî derbas nabin.

Heger partîyên din jî bihêz û xurtbana, bawer bikin Tirk li ber derê wan jî kom dibûn û qasî HDPê nebe, di nav mala wan da jî dibûn malxo…

Ev yek jî ji derûnnasîya bindestîyê tê.

Ne îro, di heman demê da Kurd xwe bindest, Tirkan jî serdest dibînin û gor wê jî rûmetekî mezin didin wan.

Wek tê zanîn, di detpêka sedsala borî da Kurd bi caran serî hildan. Mixabin tu car bi ser neketin.

Piştî serhildana Dêrsimê bêdengîyek çêbû û heta destpêka salên 1960î domîya. Di salên 60î da Kurdên Bakûr careke din û bi sîyaseteke nû derketin kûçe kolanan.

Bi sîyaseteke çep û çewt…

Bi navê Kurd û Kurdayetîyê di nav çepên Tirk da di bazara sîyasetê da cîh girtin û bi kirin û kiryarên xwe yên çewt ji Kurd û Kurdayetîyê dûr ketin.

Daw û doza biratîya karkerên cîhanê derxistin pêş…

Bi navê karkerên ku li Kurdistanê nedihatin dîtin, dijbertî û şerê pêkhatîyên civakê yên din kirin.

Bi zimanê dagirkerên xwe axifin, sîyaset kirin û jîyana xwe ya rojane jî bi wî zimanî domandin.

Bi zanayî nebe jî, karê dewletê hesan, barê ser milê Kurdan jî giran kirin.

Di salên 70yî da bi navê Kurd û Kurdistanê partîyên binerd damezrandin.

Di bin erdê da jî bi Tirkî axifîn û jîyan…

Wê demê jî wek îro, di nav refên yekî da Tirkekî cîh bigirta, bi tilîyan nîşan didan û digotin; „Rêhevalê me Tirk e, lê ji Kurdekî zêdetir daw û doza Kurdistanê dike…“

Dû ra du zebeş bi hev ra dikirin binçengê rêhevalên xwe û bi payeyên bilind payedar dikirin…

Xwedê şukir dereng be jî, ji bin erdê derketin û îro bihêz û bêhêztîya xwe hinek tazî rût, hinek jî bi kiras û derpê, hemû li ser erd in…

Ew partîyên ku di bin erdê da derîyê mala xwe ji Tirkan ra negirtibûn, îro li rû erdê jî nagrin.

Derîyê hemû partîyên Kurd yên din jî weke derîyê HDPê ji Tirkan ra heta dawîyê vekirî ne.

Heger ku îro Tirk ber derîyê wan ra derbas nabin, ew jî ne jî nav û dengên wan, ya jî ji Kurd û Kurdistanîya wan, ji bêheztîya wan tê.

Tirkên çep jî çavê dewletê li Kurdan dinihêrin û hemû Kurdan yek dibînin.

Ferqa wan û dewletê, ew e ku, dewlet Kurdan wek xulam û xizmetkarê xwe dibîne, ew jî birayên bêpar dibînin.

Lê dîsa jî Kurd berê xwe ji Enqerê naguherînin.

Herdem berê wan li Enqerê…

Çavê wan jî li xulmatî û xizmetkarîyê ye…

Yên xwedî hesp, li hespa xwe sîyar dibin û ber bi Enqerê dibezînin…

Yên pe ya jî di qîyameyê Şahwelat da bîhnçikyayî dibin û di rê da dimînin…

Ji bêçaretî û belengazîya xwe kor û poşman vedigerin û berê xwe didin Tatosê…

Dû ra bi navê Kurd û kurdayetîyê çavê xwe digrin û devê xwe vedikin…

Yên xwe digihînin Enqerê, dibin Tirkperwer û Enqeresever…

Yên di nîvê rê da dimînin ew jî dibin Kurd û Kurdperwer…

Di encamê da yên bihêz Tirkperwerî û Enqereseverîya xwe bidestxistina kursîyên çerm û nerm pîne dikin…

Yên bêhêz jî bi navê Kurd û Kurdayetîyê malxirabîya xwe vedişêrin…

24.05.2018

[email protected]